Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Kurdên Sûrîyayê careke din banga alîkarîyê di darizandina çekdarên DAIŞê de dikin

AFP

Şervanên Kurd çavdêrîya jinên di hundirê kampa Holê de, ya li parêzgeha Hesekê dikin di 14 Kanûna Duyem de, li beşê ji girtîyên Îraqî û Sûrî re terxankirî. Kamp jin û zarokên girêdayî DAIŞê dihewîne. [Delîl Sulêman/AFP]

Şervanên Kurd çavdêrîya jinên di hundirê kampa Holê de, ya li parêzgeha Hesekê dikin di 14 Kanûna Duyem de, li beşê ji girtîyên Îraqî û Sûrî re terxankirî. Kamp jin û zarokên girêdayî DAIŞê dihewîne. [Delîl Sulêman/AFP]

Kurdên Sûrîyayê roja Yekşemê (23yê Sibatê) careke din bang bo alîkarîyeke navdewletî bo dadgehkirina bi hezaran endamên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) yên dîl dikin.

Dora salekê ye ku asêgeha dawî ya DAIŞê li Sûrîyayê di Adara 2019an de hat rûxandin, Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD), ên ku hevpeymanîya navdewletî piştgirîya wan dike, hîn 12,000 kesên gumanbar ku endamên DAIŞê ne li bakur û rojhilatê welat digire.

Piranîya wan welatîyên Sûrî yan Îraqî ne, lê di nav refên wan de ji 2,500 heta bi 3,000 welatîyên ji dora 50 welatên din hene.

Li hember dudilîya ji alîyê hin welatan ve têkildarî vegerandina welatîyên xwe, Kurdan bi xwe dît ku ew mecbûr in wan kesên girtî li Sûrîyayê dadgeh bikin.

Desthilatdarîya Kurd a nîv-xweser "hewcedarîya wê bi alîkarîya navdewletî heye", Fener Kiêt, berpirsekî karûbarên derve li bajarê Qamişloyê, yê piranîya wî Kurd in, ragihand.

Wî got ku "hewcedarîya me bi gelek tiştan heye, li ser asta teknîkî û dadwerî," û anî ziman ku pêşbînî heye ku gelek welat alîkarîyê pêşkêş bikin "di mehekê yan du mehan de", bêyî ku ew wan destnîşan bike.

Kiêt Yekşemê bi şandeyeke parlemanî ji Belcîkayê civîya, ku 15 welatîyên wê ji alîyê Kurdan ve girtî ne û bêhtir ji 60 jin û zarokên Belcîkî di kampên ji bo endamên gumanbar in ku endamê DAIŞê ne hatine avakirin dimînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500