Nûçeyên Iraqê
Civak

Niştecihên Dêra Zorê xemsarî û paşguhkirina ji hêla rejîmê rexne dikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zilamekî kal li tiştekî bisûd digere di nava komeke gemarê de li taxeke Dêra Zorê. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Zilamekî kal li tiştekî bisûd digere di nava komeke gemarê de li taxeke Dêra Zorê. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Niştecihên Dêra Zorê li beşine parêzgehê yên li jêr konrtola rejîm û milîsên ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) bi rewşine gelekî zehmet re rû bi rû dimînin, çalakgerine herêmî ragihand.

Sazîyên hikumeta Sûrî tu pêşketin û başbûn li deverên parêzgeha rojhilatî yên wê vegerandine jêr kontrola xwe pêk neanîne, tevî sozê ku dabûn, çalakger Emar Salih ji Diyaruna re got.

Wî got ku tiştê ku çêdibe ew e ku milîsên bi ser Pasdaran zêde belav dibin û deverên ku lê ne ji nû ve têne avakirin, bo milîtan bi xanî bibin û hinek mal dibin navendên serbazî.

Salih anî ziman jî ku kavilên mal û avahîyên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) wêran kirine, heya niha nehatine rakirin.

Komikên gemarê li her derên Dêra Zorê belavkirî ne ku tu kompanîyeke rejîma Sûrîyayê tune ye ku vê gemarê rake. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Komikên gemarê li her derên Dêra Zorê belavkirî ne ku tu kompanîyeke rejîma Sûrîyayê tune ye ku vê gemarê rake. [Wêne ji Furat Post hatiye wergirtin]

Hîna gelek tax û kolan ne cihê jîyînê ne, ji ber kêmbûna av, kehrebe û guzarîyên sereke. Û bêkarî û feqîrtî jî belav bûne, ji ber kêmpeydabûna derfetên kar.

Wî dîyar kir ku li hinek taxan, tu dikarî xelkê bibînî ku li tiştekî baş û were xwarin digerin, û zarok karên dijwar û giran dikin.

Salih got ku "herêm tu carî negihaye vê astê", û da zanîn ku ev rewş ne asayî ne û di heman demê de gelekî tengav in.

Buhayên bilind û kospên pir

Wî anî ziman ku buhayên bazarê pir bilind bûne, nemaze yên xwarin, şînahî û fêkîyan, ku hêza gelek xelkê herêmê negihêje ku van tiştan bikirin.

Wî destnîşan kir ku tu gav bo rêgirtina li ber wê nehatine avêtin.

Salih dîyar kir ku hinek malbatên ku zarokên wan tevlî milîsên bi ser Pasdaran bûne pir feqîr in, ji ber mûçeyên ku milîs didin wan ji bilî pêdivîyên sereke tiştekî din nayînin. Lê ev malbat dibînin ku ev yek ji tunebûnê çêtir e.

Salih got ku "bi rastî mirov nikare serbest tev bigere ji ber zêdebelavbûna milîtanan, ku gelekî balê dikişînin ser nasnameyan û nahêlin xelk li gorî kêfa xwe her û werin".

Wî daxuyand ku ew nahêlin cotkar li erdên xwe miqatebin û dexlûdanan lê biçînin, bi bihaneya ku erdên wan dikevin çarçoveya "herêmên serbazî".

Salih got ku "rejîm jî hewl dide wêneya xwe di rêya ragihandinê re baş bike ku ew xebatên pêşxistina herêmê dimeşînin, weke nûavakirina baxçeyekî giştî bi piştevanîya rêxisitinên navdewletî".

Wî got ku di heman demê de, "herêma derdorê bi temamî hatiye wêrankirin", û komikên gemarê li her derê avêtîne ku aniha metirsîyeke rastîn li ser tenduristîya xelkê çêdikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500