Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Kampanyayek li dijî îdyolojîya DAIŞê li Enbarê tê lidarxistin

Seyf Ehmed li Enbarê

Parêzerê Enbarê Ferhan Dulêmî (li alîyê rastê) bi şêxên êlan û endamên hêzên ewlekarîyê re dicive di wêneyekê de ku di 26ê Kanûna Duyem de hatiye belavkirin. [Wêne ji Hikûmeta Enbarê hatiye wergirtin]

Parêzerê Enbarê Ferhan Dulêmî (li alîyê rastê) bi şêxên êlan û endamên hêzên ewlekarîyê re dicive di wêneyekê de ku di 26ê Kanûna Duyem de hatiye belavkirin. [Wêne ji Hikûmeta Enbarê hatiye wergirtin]

Hikûmeta xwecihî ya Enbarê kampanyayekê pêk tîne bo zêdekirina haydarîya ji xeterîya îdyolojîya "Dewleta Îslamî" (DAIŞ).

Kampanyaya ku di destpêka Sibatê de bi hevahengîya bi birêveberîyên perwerdeyê, serkirdeyên êlan dest pê kir, bang li niştecihên parêzgehê dike ku îdyolojîya tundrew red bikin û alîkarîyê bi hêzên Îraqî re bikin bo parastina ewlehîyê li deverên rizgarkirî.

Kampanyaya ku mehekê dirêj dike Remadî, Felûca, Qaim, Rutba, Hît û Hedîsayê dide ber xwe di qonaxa pêşîn de, Omer Ziyabî, berpirsek di ofîsa parêzgarê Enbarê de, ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ev yek dê li kampên bêwarîyê yê Amirîya û Hebanîyayê berdewam bike.

Wî got ku "aniha şer li ser asta îdyolojî ye li dijî tundûtûjî û tawanê ye". "Her kes berpirs e di şerê li dijî terorîzmê de di hemû şêweyên wê de di rêya zêdekirina hişyarîyê û dabînkirina rênîşandanê ji ciwan û xwendekaran re."

Wî anî ziman ku ev yek zarokên li kampên bêwarîyê dijîn jî dihewîne û destnîşan kir ku DAIŞ endamên civakê yê di warê madî de lawaz bûn bo tecnîdkirinê armanc kirin.

Ziyabî anî ziman ku herwiha rêxistin destkarîyê di tekstên olî dike daku wan weke alavekê bi kar bîne bo tecnîdkirina ciwanan di nav refên xwe de.

Wî got ku "ligel alîkarîya bi Weqfa Sunî, serkirdeyên êlan, zanayên olê û pisporên Zanîngeha Enbarê, me semînar, konferans û civîn li dar xistin daku em rastîyên terorîzmê dîyar bikin".

Armanc ji van çalakîyan ew e ku ji hemû beşdaran re dîyar bikin ku DAIŞ hewl dide ku Enbarê wêran bike "bi rêya belavkirina kîn û teyifgerîyê".

Mizgeft şerê îdyolojîya DAIŞê dikin

Mizgeftên Enbarê herwiha roleke girîng digerînin di dijberîkirina îdyolojîya tundrew de, Şêx Hemûdî Nûrî ji birêverîya Weqfa Sûnî ragihand.

Endamên DAIŞê menberên mizgeftan bi kar anîn daku îdyolojîya tundrew a rêxustinê belav bikin, wî ji Diyaruna re got û not kir ku "emîrên DAIŞê yên ku dest danîn ser mizgeftan û cihên perestinê gotar dan û fetwayên tekfîrî jî weşandin".

Wî got ku "îro mizgeft roleke girîg dilîzin di zêdekirina hişyarîyê di rêya xudbeyê Înê û xêzên nimêjê re, ji ber em hewl didin ku ji sivîlan re xeterîyên îdyolojîya tundrew dîyar bikin û çawa divê ew pê re bidin û bistînin".

"Enbar rastî astine bilind ji wêrankirin û bêwarîkirina niştecihên wê hat di sê salan de û bi vî awayî êşeke bêdawî encam da," Ebdulah Mizel, mamoste li Zanîngeha Enbarê, got.

Ev encama belavkirina "ramanên ku biyanî ne ji ol, Îslam û mirovîyê re", wî Diyaruna re ragihand û not kir ku DAIŞê "bawer bûn bi kuştina bav, dê yan bira eger wan îdyolojîya wê red kiriba û li dijî fetwaya wê weşandiye derketiba".

Di nav wan de fermanên mîna "qedexekirina vexwarina ava sar an xwarina tirşî", wî got û destnîşan kir ku Rêxistinê heta "fetwayek weşand ku çênabe xiyar û bacan bi hev re werin danîn".

Wî pirsî "ev çi awayên bawerîyê ne?".

Wî got ku ligel belavkirina fetwayên sexte, DAIŞê avahîyên fêrkirinê û karname li deverên Enbarê yên li jêr kontrola wê wêran kirin û hişyarî da ku "divê em hay ji vê yekê hebin eger em nexwazin vegerin çargoşeya yekem".

Piştgirîya ewlehî û aramîyê

"Jin xwedî roleke girîng in di hemû alîyan de û bi rastî ew roleke girîng digerînin di qonaxa aniha de di pişgirîkirina aramîyê de, Sena Ebas ji beşê karûbarên jin û civakê di birêvebrîya perwerdeyê de, got.

"Me giranî da ku em serdana kampên bêwarîyê li Amirîya û Hebanîyayê bikin, cihê ku hîn hin şêweyên hizirkirinê di mejîyên zarokan de ne, mîna ku DAIŞ hîn xwedan desthilatdarîya dewletekê ye," wê ji Diyaruna re ragihand.

Wê got ku kampanyaya hişyarîyê teqez dike ku niştecihên kampê bi awayekî tam "rastîya terorîzmê û armancê wê yên rasteqîn" nas bikin.

Ebas got "bênvedana nîvê salê demeke girîng bû ji kampanyaya hişyarkirinê re, ji ber karmendên fêrkirinê civîn bi dêûbavan re li dar xistin di vê demê de û şîret li wan kirin bê çawa divê xwendekar dema xwe biqedînin".

"Beşdarbûna hemû çînên civakê, di nav de zanistvan, mamosta, nivîskar, serkirdeyên êlan û rewşenbîr hêzek dane vê kampanîyayê," Şakir Eyûb Rawî ji Sandîkeya Parêzeran li Enbarê got.

"Ewlehî ji her kesî tê xwestin û ji xelkên Enbarê tê xwestê ku mal, tax û bajarên xwe ji davên DAIŞê biparêzin, ji ber ew hewl dide kesên aqil sivik û zarokan bixapîne," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî anî ziman "hêzên ewlekarîyê xwedan desthilatdareke fermî ya girîng û berfirehtir in, lê pir girîng e ku agahî ji wan re werin şandin eger carekê kesek hewl bide ku gotegotan belav bike yan mîdyaya civakî bo gurkirina fitneya tayifgerî û tundîyê bi kar bîne".

Rawî got "ev e cihê ku kampanya lê rola xwe digerîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500