Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêz û êlên Îraqî 3 stargehên DAIŞ li Enbarê wêran dikin

Xalid Taî

Leşkerine Îraqî di qonaxa heştemîn a pêngava Vîna Serketinê de ne, ku ramaliştina biyabana li rojavayê Gola Sersarê girtibû dest, di dawîya Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerine Îraqî di qonaxa heştemîn a pêngava Vîna Serketinê de ne, ku ramaliştina biyabana li rojavayê Gola Sersarê girtibû dest, di dawîya Kanûna Yekem a 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî, bi piştevanîya şervanên êlan, Duşemê (17ê Sibatê) operasyoneke ewlehî ya nû dan destpêkirin da deverên biyabanî li parêzgeha Enbarê ji paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) paqij bikin.

"Hêzin ji Fermandarîya Operasyonên Cezîrayê û Firqeya 7an a artêşê ligel şervanên êlanoperasyonek bo paqijkirina biyabana Enbarê dan destpêkirin," fermandarê êlên Enbarê Şêx Qeterî Samermed Obêdî ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku operasyona lêgerîn û dorpêçkirinê dê devera ji derdora Bexda û Hedîsa û heya bi Gola Sersar, li bakurê çemê Feratê, bigire dest.

Obêdî dîyar kir ku operasyon dixwaze "baregehên DAIŞê bibîne û wêran bike û herwiha biyabanê li wan teng bike".

Hêzên Îraqî nasnameyên niştecihên li deverên nêzî Gola Sersarê pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî nasnameyên niştecihên li deverên nêzî Gola Sersarê pişkinîn dikin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Li gorî Obêdî, heya niha sê stargehên DAIŞê li nêzî gundê Um Cemal hatine dîtin û wêrankirin.

Wî anî ziman jî ku balafirên şer sê operasyonên peyabûnê li deverên dûr û cihê pêk anîn da dest bi operasyonên lêgerînê li wir bikin.

Wî destnîşan kir ku yekîneyên serbazî herwiha "nasnameyên hemû şivan, masîgir û niştecihên biyabanê taqî kirin da ji nebûna tu terorîstan di nav wan de piştras bibin".

Agahîyên piştrast ji hêla neştecihan ve

Obêdî dîyar kir ku "niştecih bi hêzên ewlekarîyê re alîkar bûn û piştevanî didan wan da xebatên wan bi ser kevin".

Wî destnîşan kir ku operasyon "ji rêzeoperasyonên serbazî ye, bingeha wan jî ji agahîyên ku şivan û koçber pêşkêşî ajansên hewalgirî û ewlekarîyê dikin tên komkirin".

Obêdî got ku ev agahî di mehên dawî de hişt "sê serkirdeyên DAIŞê werin kuştin gava wan hewl dida bi motoran ji biyabana li rojavayê Sersar birevin".

Wî got ku "di encamê de walîyê DAIŞê yê li parêzgeha Selahedînê jî hat kuştin ku li devera Metcat, bakurê bajarokê Rewayê dima".

"Bêhtir ji heft operasyonên serkeftî li dijî DAIŞê li newalên Hûran, Samîl, Qetf û Debaa pêk hatine, ku ew jî bi saya agahîyên ku niştecihan pêşkêşî hewlagirîyê kiribûn," wî got.

Obêdî anî ziman ku "herêma biyabanî li bakurê Feratê her û her pêngavên lêgerîna li paşmahîyên DAIŞê lê hene," û da zanîn ku xebatên serbazî li wir "rê nadin terorîstan ku aram bimînin an xwe ji nû ve bi rêxistin bikin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500