Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Mîdyaya Dewletê: Komgorek li nêzî Şamê hatiye dîtin

AFP

Dîmeneke gitştî tunêleke ku ber bi zindaneke terikandî ve diçe dîyar dike, zindana ku ji alîyê çekdarên Ceyş el-Îslam ve dihat bikaranîn li bajarokê Dûmayê yê Sûrîyayê li derdora Şamê di 19ê Nîsana 2018an de, piştî pênc rojan ji îlankirina artêşa Sûrî ku hemû hêzên dijî rejîmê ji Xûtaya Rojhilatî derketin. [STRINGER/AFP]

Dîmeneke gitştî tunêleke ku ber bi zindaneke terikandî ve diçe dîyar dike, zindana ku ji alîyê çekdarên Ceyş el-Îslam ve dihat bikaranîn li bajarokê Dûmayê yê Sûrîyayê li derdora Şamê di 19ê Nîsana 2018an de, piştî pênc rojan ji îlankirina artêşa Sûrî ku hemû hêzên dijî rejîmê ji Xûtaya Rojhilatî derketin. [STRINGER/AFP]

Rejîma Sûrî komgoreke ku laşên dora 70 kesan dihundirîne li devera Xûtaya Rojhilatî li derveyî Şamê kifş kir, mîdyaya Dewletê Duşemê (17ê Sibatê) ragihand.

Ajansa nûçeyan a dewletê SANA got ku qurbanî "sivîl û karmendên ewlekarîyê yên ku komên terorîst ew kuştine bûn".

Devera nîvbajarî ya gelek niştecihbûyî ku li rojhilatê Şamê dikeve dora şeş salan li jêr kontrola opozîsyonê û komên tundrew bû heta ku hêzên rejîmê ew di sala 2018an de vegerand piştî dorpêçkirineke xwînawî û dirêj.

Ajansa nûçeyan a dewletê li ser zimanê efserekî payebilind ê polîs ragihand ku tê tê payîn ku kuştin di nav salên 2012 û 2014an rû dabin.

Komgora ku li nêzî bajarokê sereke yê Xûtaya Rojhilatî Dûmayê dikeve, devereke ku berê li jêr kontrola Ceyş el-Îslam bû.

Dorpêçkirina Xûtaya Rojhilatî bi êrîşeke rejîmê ya wêranker re bi dawî bû, ku herî kêm 1,700 sivîl tê de hatin kuştin, berî gihiştin bi rêkeftineke ku li gorî wê çekdar û sivîl ber bi bakurê Sûrîyayê ve hatin derxisin.

Li gorî berpirsên ku SANA li ser zimanê wan axêvîye, gelek ji qurbanîyan, ku jin jî hebûn, hatine girêdan û bi fîşekekê di serî de hatine kuştin.

AFP heta aniha nikarîya agahîyên ku SANA belav kirin piştrast bike.

Rûberin ji Xûtaya Rojhilatî bi tamamî bi erdê ve hatin rastkirin di dema dorpêçkirin û êrîşa rejîmê de, lê hin niştecih vegerîyane tevî nebûna xebatên nûavakirinê.

Gelekkomgor li Sûrîyayê hatin dîtin di van salên dawî de, bi taybetî li deverên ku berê li jêr kontrola "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) bûn.

Li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov, bêtir ji 380,000 kes hatine kuştin ji çaxa ku şer di 20111an de dest pê kiriye.

Hîn bi hezaran wendayî hene û Human Rights Watch heftîya borî desthilatdarîyên Sûrîyayê han dan ku lêkolînê derbarê çarenûsa wan bikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500