Nûçeyên Iraqê
Tawan û Dadmendî

Turkîya celadekî DAIŞê yê berê digire

AFP

Tankeke Turkîyayê ji Sûrîyayê vedigere di dema şerê navbera artêşa Turk û DAIŞê de di vê wêneya ku divegera dîroka 4ê Îlona 2016an, ku li Elbeyli li herêma Kilis hatiye kişandin. [Bulent Kilic/AFP]

Tankeke Turkîyayê ji Sûrîyayê vedigere di dema şerê navbera artêşa Turk û DAIŞê de di vê wêneya ku divegera dîroka 4ê Îlona 2016an, ku li Elbeyli li herêma Kilis hatiye kişandin. [Bulent Kilic/AFP]

Polîsê Turkîyayê celadekî gumanbar ê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji Sûrîyayê girt, ku bûbû çaksazê xazê li Turkîyayê, mîdyaya herêmî Sêşemê (18ê Sibatê) ragihand.

Ajansa Anadol a dewletê ragihand ku Sûrîyê 50 salî, ku bi bernavê "Ebû Teqî el-Şamî" tê naskirin, Duşemê li cihekî avakirinê li parêzgeha Bursa li bakur-rojavayê Turkîyayê hat girtin.

Ajansê ew bi celadê payebilind ê DAIŞê li herêma Dêra Zorê li rojhilatê Sûrî bi nav kir, ku asêgeheke berê ya rêxistina tundrew bû.

Di vîdyoya girtina wî de, bi cilên kar û bi riha bi temamî kurkirî xuya dibe.

Tê payîn ew heman zilam bû yê ku berî çend salan li Sûrîyayê di dîmeneke vîdyoyê de fîşekekê berdide serî sivîlekî, ku wê çaxê jî riha wî bi temamî hebû.

Girtina wî hişt sê kesên din jî Sêşemê li Bursayê werin girtin ku têkilîya wan bi DAIŞê re hebû, Anadolu ragihand.

DAIŞê berine fireh ji erdên Sûrîya û Îraqê kontrol kiribû ji destpêka derketina wê di 2014an de heya têkçûyîna wê ya leşkerî sala par.

Desthilatên Turkpêngaveke giran li ser şanên tundrew dabûn meşandin piştî rêze êrîşên wêranker ên di 2015an de li hundirê Turkîyayê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500