Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Rêxistinên Îraqî alîkarîya zarokên ji ber terorîzmê tirsandî dikin

Xalid Taî

Çalakgerek bi zarokên Îraqî re li dibistana Ebdul Qadir Obêdî li Mûsilê dixebite bo rûbirûbûna şopên terorîzmê û misogerkirina harmonî û aştîyê di nava xwendekaran de, di vê wêneya ku di 3yê Sibata 2017an hatiye belavkirin. [Wêne ji Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewayê hatiye wergirtin ]

Çalakgerek bi zarokên Îraqî re li dibistana Ebdul Qadir Obêdî li Mûsilê dixebite bo rûbirûbûna şopên terorîzmê û misogerkirina harmonî û aştîyê di nava xwendekaran de, di vê wêneya ku di 3yê Sibata 2017an hatiye belavkirin. [Wêne ji Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewayê hatiye wergirtin ]

Şer û terorîzmê şopeke mezin li ser zarokên Îraqê hişt, ên ku tevî derbasbûna bêhtir ji du salan li ser rizgarkirina Îraqê ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hîn ji ber şopên derûnî yên vê cengê dinalin.

Rêxistinên civaka sivîl ên Îraqî bi hev re dixebitin bo çareserkirina zarokên ku tûşî nexweşîyên derûnî bûne ji ber serpêhatîyan wan di şer de jîyan kirine.

Meryem, keçeke 11-salî ji Mûsilê ye, jîyaneke normal dijî berî ku DAIŞ dest deyne ser Mûsilê, û "me bi tirsîne û terorê belav bike", bavê wê Mîsaq Elî got.

"Ev bû sedema bêwarbûna me û hemû serpêhatîyên nexweş, ku hin bi hin şopa vê yekê li ser tendirustîya keça min dîyar bû," wî ji Diyaruna re ragihand.

Zarokine Îraqî ji parêzgeha Nînewayê bi yarîya LEGO dilîzin li kampeke bêwarîyê li Bexdayê. [Wêne ji UNICEF hatiye wergirtin]

Zarokine Îraqî ji parêzgeha Nînewayê bi yarîya LEGO dilîzin li kampeke bêwarîyê li Bexdayê. [Wêne ji UNICEF hatiye wergirtin]

"Ew tirsandî bû û ew bê sedem digirî û piranîya demê bêdeng bû û peyvek ji devê we dernediket."

"Piştî rizgarkirinê, em vegirîyan malê û rewşa ber bi başbûnê ve çû piştî ew vegerîya dibistanê û ew tevlî programeke şiyankirina derûnî bû," wî got. "Ez hêvî dikim ew di başbûna xwe de berdewam bimîne."

Zarok rastî tirs û zordarîyê tên

Cûd, rêxistineke mirovî bo geşedanê û bunyadkirinê ye ku navenda wê li Mûsilê ye, yek ji çendîn rêxistinên civaka sivîl ên ku çareserîya zarokên Îraqî yên ku tûşî nexweşîyên derûnî bûne dikin.

"Em gelek haletan çareser dikin, ku hinek halet sivik in, û hinek ji wan hewcedarê proseyeke çareserîyê ya dûvûdirêj in," birêvebera rêxistina Cûd Leyla Berzencî ragihand.

"Haletên metirsîdar ên xemokîyê û tirsa neasayî ne di encama şokeke bizdêner û stîmulasyonên dubare de," wê ji Diyaruna re ragihand.

"Weke mînak, keçeke heye dema ku dengekî bilind dibihîze hawar dike û xwe vedişêre, û keçeke din ji ber tirsa xwe tûşî kêşeyên tendirustî yên cesteyî bûye," wê got.

Cûd bi rêxistinên xwecihî û UNICEF re kar dike bo dabînkirina rûberên hevalên zarokatîyê li dibistanên Mûsilê.

Ev rûber, ku li 25 dibistanan hatine vekirin, dora 20 heta 30 zarokan dihewînin, zarokên ku serpêhatîyên şokbar jîyan kirine mîna dîtin an jîyankirin di nav tundûtûjîyê de yan ew rastî tirsandinê û terorkirinê hatine.

"Me encamên erênî di çareserkirina gelek haletan de bi rêya van rûberan bidest xistine, ku ew derfetekê didin zarokan ku kêf bikin û hest bi aramîyê û integrasyonê bikin," Berzencî got.

"Lê hinek zarok bersiva wan hêdîtir bû û ew bi hewcedarê pêvajoyeke dirêj a çareserîyê ne di jîngeheke guncan ji şiyankirinê re," wê got.

Zarokên DAIŞî yên herî ziyanbar in

Nuha Derwîş, wanebêja derûnasîyê li Zanîngeha Bexdayê, ya ku di çareserkirina bêhtir ji 300 zarokên ku tûşî şopên terorîzmê bûbûn de cih girtiye, got ku ew zarok ji şopên tirsê re bêhtir vekirine.

"Dîmenên tirsê yên ku mejîyekî biçûk nikare wan têbigihêje di xeyalên wan de mane, û pişt re bûne tirs an fobyayê pir kûr," wê got.

Wê da zanîn ku "çendîn halet bi lez rihet bûn û normal bûne lê hineke din bi hewcedarê alîkarîyeke derûnî ya bêhtir in, lewra pêwîstî bi vekirina navendên pispor ên bêhtir bo çareserkirina van haletan heye".

"Zarokên şervanên DAIŞê, yên ku di nav dilê tundûtûjîyê de bûn, bi piranî tûşî şopên derûnî yên terorîzmê bûne," Derwîş got.

"Tirs di hişê van zarokan de hatiye çand ji hêla dêûbavên wan ên bawer dikin ku tundûtûjî formeke rewa ya reftardarîyê ye, lewra zarokên wan ji serencamên ku ew bi fermanên dêûbavên xwe nekin ditirsin," wê wiha rewşa wan şirove kir.

Ji wiha zêdetir, zarokên ku li kampên bêwarîyê bo demeke dirêj dijîn divabû ku şopên îzolekirinê û hestên zorlêkirinê tehemul bikin.

Vê yekê nexweşîyên derûnî yên ku ew tûşî bûne kûrtir kirin û hişt ku ew "bêhtir kînewer û dilreş bin li hember civakê", li gorî Derwîş.

Hevkarî di navbera rêxistinên civaka sivîl de

Derwîş bang bo hevkarîyeke bêhtir di navbera rêxistinên civaka sivîl û hikûmetê de kir bo yekxistina xebatan û pêşxistina programên çareserîyê yên guncan, li ser bingeha sirûşteya kêşeyan û asta dijwarîyê.

Muhened Omerî, berpirsê ragihandina Tora Rêxistinên Civaka Sivîl li Nînewayê, got ku 56 rêxistinên civaka sivîl di çarçoveya torê de hevkarîyê dikin û çalakîyên şiyankirina derûnî yên hevbeş ji zarokên Nînewayê re li dar dixin.

"Tora me di her şeş mehên borî de kar li ser dabînkirina zincîrek ji xizmetguzarîyan ji dora 1,000 kesî re kiriye," wî ji Diyaruna re ragihand.

"Herî kêm me sê korsên heftîyane encam dane, ku dora 20 zarokan di her korsekî de cih digirt," wî daxuyand.

Armanc ji van korsan, li gorî Omerî, ew e "ku wêneyên terorîzmê ji hişê van zarokan rakirin û wan li ser nirxên aştîyê perwerde bikin".

Wî teqez kir ku wan herwiha "programên pêgehandin, leystikbazî û karînsazîyê dîzayn kirin bo hilanîna nîgeranî, nerehetî û tirsê ji mejîyên wan".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500