Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Milîsên Îran piştgirîya wan dike nahêlin ku bêwarên Îraqî vegerin malên xwe

Faris Omran

Endamên Ketaib Îmam Elî yên Îran piştgirîya wan dike di meşeke serbazî de ne li Bexdayê di vê wêneya ku li ser malpera milîsê hatiye belavkirin di 9ê Hezîrana 2018an de.

Endamên Ketaib Îmam Elî yên Îran piştgirîya wan dike di meşeke serbazî de ne li Bexdayê di vê wêneya ku li ser malpera milîsê hatiye belavkirin di 9ê Hezîrana 2018an de.

Milîsên dilsozên Îranê dest danîne ser gelek bajarokên Îraqî gava ew ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin rizgarkirin û heta roja îro nahêlin xelk vegerin warên xwe.

Ebû Hemed, niştecihekî 53 salî ji Cerf Nasirê, berê weke Cerf Sexirê dihat naskirin, got ku ew û bi hezarên niştecihên din zor li wan hat ku ji gundên xwe derkevin û aniha milîs red dikin ku bihêlin ew vegerin.

Bidawîkirina rewşa bêwarîyê ji qesd ji alîyê milîsan ve "dereng dihêlin", Ebû Hemed, ê ku di maleke kirê de li Bexdayê dijî û nexwest ku navê wî yê tam were eşkerekirin ji ber tirsa heyfê.

Wî got "em nizanin bê kengî ev êşa me dê bi dawî bibe. Ev bû dora pênc salan ku em bêwar in û tu çareserî tune ne bo çareserkirina rewşa me". "Qey divê heta hetayî em bêwar bimînin û hêvîya vegera bo malên xwe wenda bikin?"

Bêwarên Îraqî alîkarîyê li kampeke bêwarîyê di 13ê Mijdara 2019an de werdigirin. Bi hezaran bêwarên Îraqî ji alîyê milîsên girêdayî Îranê gef li wan tê xwarin eger ew vegerin malên xwe. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî alîkarîyê li kampeke bêwarîyê di 13ê Mijdara 2019an de werdigirin. Bi hezaran bêwarên Îraqî ji alîyê milîsên girêdayî Îranê gef li wan tê xwarin eger ew vegerin malên xwe. [Wêne ji Wezareta Koç û Koçberîyê hatiye wergirtin]

Cerf el-Sexr carê xwe bi 100,000 niştecih didît, ên zor li wan hat ku dev ji malên xwe berdin piştî ku DAIŞê bajarokê wan di nîvê sala 2014an de kontrol kir.

Sazkirin û depokirina çekan

Bajarokê ku 60 kîlomitran li başûr û rojavayê Bexdayê dikeve, tenê piştî çend mehan ji derbasbûna DAIŞê hat rizgarkirin daku bi awayekî tam bikeve destê Ketaib Hizbullah û milîsên din ên dilsozê Îranê.

Di pişt re ew bû meydanek ji çalakîya milîsan re.

Parlementerê Îraqî yê berê Taha Lehîbî ji Diyaruna re ragihand ku "milîs aniha Cerf el-Sexr weke baregehan ji bingehên xwe yên serbazî re bi kar tînin, herwiha weke navendekê bo sazkirin û depokirina çek, mûşek û balefirên bê balefirvan".

Wî got ku "bajarok bûye cihekî ku milîs tawanên herî kirêt dikin li dijî sivîlên bêçek bi cih tînin û nahêlin ku ti kes derbas bibe".

Li gel Cerf el-Sexr, bajarokine din ên ji terorîzmê hatine rizgarkirin hene ku niştecîyên wan nikarin vegerin ji ber fişar û gefên ji alîyê milîsan ve mîna Asaib Ehil el-Heq, Bedir, Nuceba, Seraya el-Xurasanî û Ketaib Cund el-Îmam.

Bajaroên mîna Ezîz Beled, Toz, Yesrib, Siniya, Oca û gundên li bakur û rojhilatê Baqûba û Zemarê hîn girtî ne û qedexe ye ku niştecîyên wan vegerin ji ber fişara ji alîyê milîsan ve, şirovakarê siyasî Ehmed Şewqî got.

Gelek erêkirinên fermî hatin dan da destûrê bidin vegera bêwaran bo malên wan piştî sehkirinên ewlehî hatine bidawîkiirn da nas bikin ew kesên ku destên wan di kirarên terorîzmê de hene, wî ji Diyaruna re got.

Wî got "lê hîn milîs dest dideynin ser van deveran û nahêlin niştecîyên wan vegerin û gefan li wan dixwin eger ew biryar bidin ku vegerin".

Şewqî teqez kir ku divê "sînorek ji desthilatdarîya milîsan re were danîn bo bidawîkirina êşa sivîlan, êşa ku ev demeke dirêj berdewam e".

Wî daxuyand ku "çareserkirina krîza bêwaran û pêkanîna aramîyê û bingehên hevjîyanê li deverên rizgarkirî garentîyên sereke ne li dijî ku careke din terorîzm rû bide".

Rêya hevrîşim a Îranî

Milîs angaşt dikin ku ew li dijî ku xelk vegerin malên xwe ji ber ev dever hîn nehatine ewlekirin û ew ditirsin ku bibine inkobator ji DAIŞê re, sekreterê giştî yê Encumena Êlên Erebî li Selahedînê Sair Beyatî got.

Ev tenê bihane ne, wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku ev milîs ajandayên Îranê pêk tînin û not kir ku "Îran hewl dide ku welat parçe bike û tevlihevîyê belav bike bi çi awayê gengaz be".

Milîs bi ya fermanên Îranê dikin û ew paqijkirina etnîk û tayifî bi cih tînin û herwiha hewl didin ku neteweyî bidirînin, parlementer Lehîbî got.

Wî got ku Rejîma Îranî dixwaze ku wekîlên wê cihê xwe li deverên ew dibînin stratîjî ye çêkin, deverên dikevine "ser rêya hevrîşin a Îranî ya digihe Sûrîyayê" di parêzgehên Îraqî Diyala, Selahedîn, Nînewa û Enbarê re.

Li gorî Lehîbî, Îran dê vê rêyê bi kar bîne daku mûşek û şekan bi qaçaxî bibe Sûrîya û Deryaya Spî di rêya Îraqê re.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Xwedê we ji ber van nûçeyên derew ceza bike! Em leşkerên vî welatî ne; em hêzên heşda Sunî, Şîe, Xiristîyan, Sabeî, Şebek û Ezîdîyan û çînên gelê Îraqê ne. Em mujahidên Îraqî ne ne milîsên Îranî ne. Komara Îslamî ya Îranê destekê dide me bo em ji mejîyên we yên gemar û yê Trumpê dîn xelas bibin. Lanet li we û mejîyên we yên gemar û paşverû be!

BERSIV BIDE