Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Dadgeh piştgirîyê didin qanûna Îraqî ya darizandina çekdarên DAIŞê

Xalid Taî

Di vê wêneyê de endamên DAIŞê yên gumanbar xuya dibin ku polîsê Enbarê ji ber tawanên girêdayî terorê ew di 16ê Gulana 2019an de girtine. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Di vê wêneyê de endamên DAIŞê yên gumanbar xuya dibin ku polîsê Enbarê ji ber tawanên girêdayî terorê ew di 16ê Gulana 2019an de girtine. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Dadgehên Îraqî berdewam bi pêş dikevin da misoger bikin ku bermayîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tên ji ber tawanên ku kirine tên muhasebekirin, li gorî çavdêrên amfên mirov ên niştîmanî û navdewletî.

Di raporteke hevbeş de, Şandeya Alîkarîyê ya NY bi Îraqê û Ofîsa Mafên Mirov ya NY got ku tedbîrên dadwerî li dijî gazinkirîyên DAIŞê "bi awayekî rêzî hatin pêkanîn".

Li gorî raporta ku di 28ê Kanûna Duyem de hat weşandin, tedbîr "baş orgenîzkirî bûn û dadger jî bi awayekî rotînî bi dosyayên peygerînê dihatin amadekirin".

Lêkolîna hat bicihanîn bi awayekî tam bi piştgirîya Encumena Dadwerî ya Bilind a Îraqî bû, ya ku li ser bingeha çavdêrîya serbixwe ji 793 darizandinên dadgeha tawanbar ji gazinkirîyên ku bi awayekî sereke têkilîyên wan bi DAIŞê re hebûndi nav Gulana 2018an û Cotmeha 2019an de.

Dadgeheke Îraqî babeta jinek ku bi tevlîbûna DAIŞê gumanbar e dinirxîne, di wêneyeke de ku 19ê Tebaxa 2019an li ser enternetê hatiye belavkirin xuya dibe. [Dosya]

Dadgeheke Îraqî babeta jinek ku bi tevlîbûna DAIŞê gumanbar e dinirxîne, di wêneyeke de ku 19ê Tebaxa 2019an li ser enternetê hatiye belavkirin xuya dibe. [Dosya]

Tevî wisa jî, raportê "nîgeranîyên rastîn" derbarê pîvanên darizandinê yên adil de derxistin pêş, û bang li desthilatên dadwerî kir ku hemû rêkarên dadgehkirin û birînd hikuman baş di ber çavan re derbas bikin.

Li gorî raportê, hat xuyakirin ku gumanbar "li beramberî darizandinê di rewşeke ne baş de ne -- ku nûnertîya qanûnî ya gumanbaran bêkêr e û karînên pêşkêşkirina delîl an li dij-derketina wan pir kêm in".

Raportê desnîşan kir ku hinek dadgeh bi awayekî ecêb xwe dispartin mukurhatinan, da zanîn jî ku "angaştên dubare yên danûstandina nebaş û êşkenceyê... baş nehatin çareserkirin".

Garantîyên xurt bo binçvakirinê, rêkarên qanûnî û darizandinên adil pabendîya bi dadwerîyê raber dikin, Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê NY bo Îraqê Jeanine Hennis-Plasschaert got, li gorî daxuyanîyeke çapemenîyê.

Wê destnîşan kir ku berê DAIŞ "zordarîyên cihêreng pêk tanî, di nav de darizandinên zordar û êşkencekirina li girtîyan... bo ajendeyên xwe yên tund têr bike".

Komîsyonera Bilind a Mafên Mirov a NY Michelle Bachelet ragihand ku hebûna sîstemeke dadwerî û adil bo demokrasî û parastina mafên mirov pir pêwîst e.

Wê anî ziman ku "divê kesên ev tawanên mezin der heqê gelê Îraqî de kirine werin darizandin û pir girîng e ku qurban bibînin va ye edalet pêk hatiye".

"Di heman demê de, ji mafê tawanbaran darizandineke adil bibînin, û divê ev pîvan bi hişkî werin pêkanîn".

Pêkanîna pîvanên dadwerîya bilind

Pisporên qanûnî û nûnerên ji Komîsyona Bilind a Mafên Mirov a Serbixwe ya Îraqî bi rêkûpêk li darizandinên çekdarên DAIŞê yên ku bi pêkanîna tawanên terorîst hatine tawanbarkirin amade dibin, komîsyoner Fadil Xerawî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku darizandinên endamên DAIŞê "di çarçoveya sîstemeke dadwerî de pêk tên ku xwe dispêrin pîvanên dadwerîya tawanî yên hişk û bi qanûnên netewî û lihevkirinên navdewletî re diguncin".

"Rêkarên qanûnî di van darizandinan de bi pîvanên dadwerîyê re diguncin," Xerawî got. "Em weke komîsyoneke serbixwe, me tu binpêkirin derbarê vê yekê de nedîtine".

Wî got ku "dadgeh herwiha şêwirmendekî qanûnî ji gumanbar re datîne û eşkere tawan lê têne kirin û li pêşberî çavdêr û pisporên qanûnî, tiştê ku dihêle gumanbar karibe doza xwe rakin".

Xerawî destnîşan kir ku gelek gumanbar ji alîyê dadgehan ve hatin bêgunehkirin ji ber tu delîl derbarê wan de tune bûn, di nav de "heft kesên ku dihat gumankirin ku tilîya wan di komkujîya Speicher de hebû".

Wî got ev yek destnîşan dike ku "darizandin adil in û mafên mirov diparêzin".

Divê rêz ji "darizandina adil" re were girtin

"Darizandina çi kesekî tawanbar bêyî hebûna nûnerekî qanûnî ne pêkan e, û eger nikaribe barê lêçûnên parêzerekî hilîne, dê dadgeh bixwe jê re yekî dîyar bike," serokê Komeleya Çanda Qanûnî Tariq Herib wiha got.

Herib ji Diyaruna re got ku "eger babetek bêserûber hat destnîşankirin, tu dê bibînin ku her tim parêzerê parastinê ji destpêka lêpirsînên seretayî ve heye û tu daxuyanî bêyî hebûna parêzer nayên standin".

Wî daxuyand ku "ev li gorî tawanên terorê yan çi tawaneke din rast e ".

Herib anî ziman ku "dadgeh baş-birêveçûna rêkarên lêpirsînên her babetekê di ber çavan re derbas dike û li şehadeta şahidan guhdarî dike, û hikumên xwe dê piştî lêpirsîn û piştrastkirina delîlan bibire, ku dê mafê gilîkirinê jî hebe.

Wî destnîşan kir ku "di çend salên borî de, bi hezaran babetên girêdayî terorê bi sîstema dadwerî ya Îraqê re derbas bûn, û hikum jî bi edaletî pêk hatin".

Ne bêhtirî 3% ji tawanan "hikumê bidarvekirinê wergirtin, ku piranîya tawanbaran hikumê girtinê heya 15 salan li wan hatin birîn".

"Îraq pabendîyên xwe yên dadwerî pêk tîne dema mesele girêdayî darizandina çekdarên DAIŞê be," profesorê Zanîngeha Bexdayê Read Casim Kaebî ji Diyaruna re got.

"Tawanbar dikarin xwe biparêzin, ev tiştekî ku [DAIŞ]ê nedida qurbanên xwe," wî got. "Lê berevajî vê, tawanên dijwar pêk tanî û tu rehme yan rêz ji nirxên olî û mirovî re nedigirt".

Kaebî dîyar kir ku rast e mafên tawanbaran di darizandineke adil de pêwîst e, lê divê mafên qurbanan di dawîyê de werin parastin, û rêgezên darzanidê yên adil pêk werin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez helwesta we ya piştigirîkirina rastîyê û eşkerekirina derewan û neheqîyê, û herwiha piştgirîkirina dadwerîyê û sepandina yasayê li dijî tawankaran bilind dinirxînim. Dema ku ez raportên we dixwînim, ez dixwazim piştrast bikim ku divê dadgehkirineke dadperwer ji sûcdaran re hebe; gunehkar bêrî ne heta wê çaxa ku tê piştrastkirin ku ew sûcdar in, ew jî li ser bingeha belgehên rewa ne bi tenê gunehbarkirinan. Divê em zanîbin ku em dê li pêşberî Xwedê rawestin û em dê bibînin gelo lêpirsînan mukerhatin bi rêya rêbazên pîşeyî yan bi rêya eşkencedan, kuştin û gefkirinê hatin bidestxistin. Gelek avêjtine nav zindanê bi destê lêpirsînerên nehênî û lêpirsînên nepîşeyî bêyî tu belgeh û dîdvanan, Mixabin, dema ku ew kes gunehan red dikin, dadwer gotinên wan li ber çavan nagirin û wan bi tenê li ser bingeha mukurhatinan dadgeh dikin. Li alîyekî din, hinek hene ku şîretên taybet ji berpirsan an efseran werdigirin û ew wiha rastî qedera xwe tên. Ev yek qedera kurê min bû, yê bi bihûrandina jîyana di zindanê de hat dadgehkirin li ser bingeha mukurhatinên wî. Ew ji mala xwe hat girtin dema ku ew razayî bû û nasnameya bêwarîyê pê re bû, ku çar tişt li ser hatibûn nivîsandin. Navê wî di lîstên wan de nebû, û ne dîdvan û ne jî belgeh hebûn, bi tenê mukurhatin hebûn. Heyama girtinê, lêpirsînê û dadgehkirinê di sala 2017an de 40 rojan dirêj kir, lê yan gunehbarên din bi mehan û heta bêhtir ji salekê dest pê kir. Dema ku min serdana wî kir, min tiştên xerîb li ser laşê wî dîtin. Ji ber lêpir

BERSIV BIDE