Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Pispor: Êrîşên biçûk dîyar dikin ku DAIŞê di rewşeke xera de ye

Xalid Taî

Efserên Polîsê Îraqî didin dûv tevgerên endamên DAIŞê ji yekîneyeke çavdêrîyê li derdora parêîzgeha Kerkûkê di 17ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Efserên Polîsê Îraqî didin dûv tevgerên endamên DAIŞê ji yekîneyeke çavdêrîyê li derdora parêîzgeha Kerkûkê di 17ê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Federal ê Îraqî hatiye wergirtin]

Kêm pere maye, ererdên ku carekê li jêr kontrola wê bûn ji dest dan, serkirdeyê wê mir û çekdarên wê xwe vedişêrin, "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) tengayîyeke ku ew nikarê ti carê bi xwe were, pisporên warên ewlehî dibêjin.

Dema ku bermayîyên rêxistinê şer dikin li hember vê koma şkestinan, hin di şerên piçûk ên li vir û li wir de yan êrîşên tekekes de beşdar dibin.

Pisporan not kir ku êrîşên mîna van dîyar dikin ku ti samanên rêxistinê nînin bo êrîşên berfireh û dijwar bi cih bîne û ew nîşanek in ku ew kêm pere ne û gelekî zehmetîyê dibînin daku bihêlin xelk bi kokman tevlî wan bibin.

Guhertin kete xweza û asta çalakîyên DAIŞê de ji çaxa têkçûna wê li Îraqê di dawîya Kanûna Yekem a sala 2017an de.

Leşkerên Îraqî li bermayîyên DAIŞê digerin li deverekê li başûrê Felûcayê di 26ê Hezrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li bermayîyên DAIŞê digerin li deverekê li başûrê Felûcayê di 26ê Hezrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

"Şerê bo vegerandina erdan ji DAIŞê û opoeresyonên lêgerînê li bermayîyên DAIŞê yên di pey re ew bêhzê kirin," peyvdarê Fermandarîya Operesyonên Hevbeş lîwa Tehsîn Xefacî ji Diyaruna re ragihand.

"Rêlxistin rastî xisarên mezin hat, ji alîyê endam û piştgirîya lojestîk ve, ligel armanckirina endam û şanên wê yên razayî, hêzên me vê yekê dikin daku nehêlin DAIŞ careke din xwe bide hev".

DAIŞ ''vegeriya çargoşeya yekem''

Xefacî got ku zor li bermayîyên DAIŞê hat ku rêbazê xwe biguhêrin û aniha ew giranîyê didine êrîşên kêm lêçûn, ji ber "pereyên wan nemane".

Wî not kir ku tevî ku rêxistin rastî derbeyeke dijwar hat, ew hîn dikare zîyanê bigihîne sivîlan û "hêzên ewlekarîyê berpirs in ku nehêlin çalakîyên terorîst çêbibin her çi qasî banora wan kêm be jî".

Wî got ku "endamên DAIŞê yên mayî aniha kifş in û nikarin ji hêzên me birevin". "Hemû şîyanên me ên şer û hewalgirîyê hene hewcedarîya me pê heye ku em bidine dûv wan û wan bikujin."

Wî anî ziman ku di van mehên dawî de, rêxistinê teqemenîyên bidestçêkirî teqandin, kemîn vegirtin û êrîşî xalên pişkinînêli deverên dûrdest li bakur û nîvê Îraqê kirin.

Bermayîyên DAIŞê giranî didane operesyonên şerê girîla yên mîna van, pisporê serbazî Celîl Xelef Şwêl ji Diyaruna re eşkere kir.

Wî got ku "têkçûna terorîstan û wêrankirina ya jê re dihat gotin xîlafet ew vegerandine çargoşeya yekem".

Wî anî ziman "hejmara wan kêm e û ew bêhêz in". "Tevgerên wan sînordar in û mirov dikare wan weke 'tirsonek' wesif bike."

Lê dema ku rêxistin xwe dispêre tektîkên girîla "ev nayê wateya ku wê arezûya wê kêm bûye", Şwêlhişyarî da û not kir ku ev tedbîrine lezgîn in.

"Ji ber vê yekê, em hîn nikarin bibêjin ku hemû tişt bi dwaî bû," wî got. "Divê em hîn reçav bikin ku şer bi DAIŞê re hîn berdewam e."

Hewcedarî bi hişyarîya berdewam heye

Li gorî şirovekarê warê ewlehî Sefa Esam,"ne gengaz e ku DAIŞ careke din çalakîyên xwe zêde bike".

Xebatên berdewam bo kêmkirina çekdarên DAIŞê "têrê dikin ku wan bê saman bihêlin û zû dawîya wan biîne", wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî anî ziman ku êrîşên piçûk destnîşan dikin ku "kêm şîyana , ya ku carekê wê angaşt, ku ew ne şikênbar e" û not kir ku ti car ne gengaz e ku rêxistin dê karibe bi xwe were û careke din xwe ava bike.

"Hema bibêje ku DAIŞ ji her tiştî bê par ma, di nav wan de serkirdeyên wê yên herî berz ên ku plan danîn û operesyon plan kirin, wê çekdar û êrîşkarên xwekuj ên wê yên rahênankirî, çek û torên temwîlkirinê û piştgirî".

Di raporteke 4ê Sibatê de, desteyeke çavdêrîyê ya hikûmî ya Amerîkî ya serbixwe hişyarî daku hîn DAIŞ xwedî şîyan e li Sûrîyayê, tevî mirina serkirdeyê Ebû Bekir Bexdadî, AFP ragihand.

Piştî ku hemû erd ji dest wê çûn di Adara bûrî de, rêxistin kete bin erdê û vegeriya tektîkên girîla yên navdar ên berdewam dikin ziyanê digihînin.

Li gorî agahîyê ji Fermandarîya Navîn a Amerîkî, mufetişê giştî got ku DAIŞ "hîn hevgirtî ye, ligel ku hîn heykelê kontrolkirin û fermandarîyê di kar dine, torên nepenî yên bajarî û dijber li gelek deverên gundewarî li Sûrîyayê hene".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500