https://diyaruna.com/kmr/articles/cnmi_di/features/2020/02/12/feature-04

×
×
Mafên Mirov |

HWR daxwaza lêpirsînê derbarê girtîyên li cem DAIŞê dike

AFP

image

Hêzên Pêşmerge alîkarîya Êzidîyan li gundê Humeyra li Îraqê di 8ê Nîsana 2015an de dikin, piştî DAIŞê bêhtir ji 200 Êzidîyan serbest berdan, ku ew bi mehan girtî mabûn. [Merwan Brahîm/AFP]

Rêxistina Human Rights Watch Sêşemê (11ê Sibatê) bang li rejîma Sûrî û Rêveberîya Xweser a li bakur-rojhilatê Sûrî kir ku lêpirsînan derbarê çarenûsa bi hezaran kesên ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ew girtibûn pêk bînin.

Rêxistinê li ser zimanê Tora Sûrî ya Mafên Mirov ragihand ku bêhtir ji 8,000 kesan ji alîyê DAIŞê ve hatibûn girtin gava deverin li bakur û rojhilatê Sûrî kontrol dikir û heya niha wendayî ne.

HRW got ku rejîma Sûrî û Rêveberîya Xweser ku aniha erdên DAIŞê yên berê kontrol dike heya niha nikarîbûn çarenûsa van kesên wendayî nas bikin yan lêgerîna li wan bikin berîtîya xwe.

HRW dîyar kir ku Rêveberîya Xweser a li bakur-rojhilatê Sûrî "kêm" bersiva xizmên van kesan dide.

Raportê da zanîn "xizmên van kesên wendayî ku aniha li deverên li jêr destê rejîmê ne gotin wan tenê texmînin bihîstin ku DAIŞê hemû kesên girtî kuştine, yan jî yekcar ev mesele dihat mendelekirin".

"Derfetek bo parvekirina agahîyan"

Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD), hevbendîyeke Kurdî-Erebîye ku hevpeymanîya navdewletî piştevanîya wê dike, dawîn çeper ku di destê DAIŞê de bû li gundê Baxozê yê Dêra Zorê di Adara borî de rizgar kir.

"Bidawîbûna kontrolkirina herêmî ya DAIŞê derfetekê dide ku êdî bersiv ji malbatên kesên wendayî li Sûrîyayê were dayîn," cîgirê birêveberê herêmî yê HRW Joe Stork got.

Rêxistinê destnîşan kir ku divê Rêveberîya Xweser "navendeke hevahengîyê yan desteyeke sivîl" ava bike da agahîyan derbarê kesên wendayî kom bike û xwe bigihînin malbatên wan.

Rêxistinê da zanîn jî ku divê Rêveberî hemû çavkanîyên xwe bo parastina komgoran bixe xizmetê ku tê payîn bi hezaran termên kesên ku ji alîyê DAIŞê hatine kuştin tê de bin.

Bi dehan komgerên wisa li Îraq û Sûrîyayê hatine dîtin lê prosesa naskirina nasnameyan pir hêdî, buha û dijwar e.

Birêvebera Xweser ne xwedî pêgeheke fermî ye ku karibe alîkarîya navdewletî bixwaze û çavkanîyên wê rastî zextên giran tê, parastina destkeftîyên şerê li dijî DAIŞê li alîyekî û li zexta ku Turkîyayê çêdike li alîyekî.

Tu vê mijarê diecibînî?
1
Na
0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan