Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

20 endamên DAIŞê di operasyonên hewalgirîyê de li Îraqê têne girtin

Xalid Taî

Ev endamê DAIŞê di operasyoneke ewlehî li navçeya Ishaqî, li bakurê Bexdayê di 22yê Tebaxa 2019an de hate girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ev endamê DAIŞê di operasyoneke ewlehî li navçeya Ishaqî, li bakurê Bexdayê di 22yê Tebaxa 2019an de hate girtin. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansa Dijî-Teror a Îraqî operasyonên xwe yên hewalgirî xurt kirin da paşmahî û şanên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) têk bibin.

Ji destpêka Sibatê ve, ajansên hewlagirî yên Îraqî herî kêm 20 endamên DAIŞê di operasyonan li bakur û rojvayê Îraqê de girtin, di nav de Hemam Elîl, Mexmûr, Qeyara, Muteybîca û Berwana, ajansê Çarşemê (12ê Sibatê) ragihand.

Di nava girtîyan de serkirdeyê berevanîya asmanî yê DAIŞê ku navê wî nehat dîyarkirin, herwiha çekdarine berê û hinek din ku agahî û piştevanîya lojistîk pêşkêşî milîs dikirin hebûn û malbatên wan ji kampa Holê ya li Sûrîyayê ber bi Îraqê li jêr navên sexte direvandin.

Herwiha çar endamên ku şaneke terorsît li Remadîyê çêkiribûn jî hatin girtin.

Ajansa dijî terorê vê dawîyê du şanên tirsnak ji hev xistin, yek ji wan li bajarokê Kerma li Enbarê û ya din li başûrê bajarê Kerkûkê, peyvdarê ajansê Sebah Numan wiha ji Diyaruna re got.

Numan dîyar kir ku di nava endamên şanê de serkirdeyekî payebilind hebû, da zanîn jî ku agahîyên seretayî dibêjin ku wan niyet kiribû êrîşine terorîst li Bexda û Enbarê pêk anîbana.

Planên DAIŞê têk çûn

Numan got "planên wan hatin têkbirin û ew di operasyonên pêşwext de hatin girtin ku li ser bingeha agahîyên pir baş û hevahengîyek xurt ligel ajansên hewalgirî û ewlehîyê pêk hatine".

Wî destnîşan kir ku "me operasyonên xwe yên hewalgirî xurt kirine, û îroroj herî çalak in û encamine pir baş bi dest dixin ku şane û torên DAIŞê têk dibin û terorîstên tirsnak digirin".

Numan da zanîn ku DAIŞ hewl dide "dîsa xwe bi rêxistin bike û teşeyê xwe rêxistinî vegerîne, ew jî di rêya serkirde û çekdarên xwe yên mayî re".

Wî dîyar kir ku rêxistin balê dikişîne ser "hewldanên jirêbirina xelkên li gund û deverên dûr ku ligel wan bisekinin û piştgirîyê bidin wan da ji nû ve komikên xwe ava bikin".

Numan got ku tevî vê yekê jî "agahîyên me teqez dikin ku ev hewldan têkçûyî ne ji ber îroj xelk bêhtir hişyar in û dê terorîst nikaribin wan ji rê bibin, terorîstên ku tawanên neyên jimartin kirine û berpirsên koçkirin û wêrankirina cih û warên wan in".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500