Nûçeyên Iraqê
Civak

Nînewa dê 800 xanîyan ji nû ve ava bike, ku ji ber terorîzmê û şer wêran bûbûn

Xalid Taî

Karkerine Îraqî taxeke sereke li Bajarê Kevin ê Mûsilê di 7ê Tîrmeha 2019an de qîr dikin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Karkerine Îraqî taxeke sereke li Bajarê Kevin ê Mûsilê di 7ê Tîrmeha 2019an de qîr dikin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Hikumeta herêmî ya li parêzgeha Nînewayê Pêncşemê (6ê Sibatê) dest bi xebata nûavakirina 800 malên ku ji ber operasyonên terorîst û şerê li Bajarê Kevin ê Mûsilê wêran bûbûn kir.

Nûavakirina vê qefla nû ya van malan di çarçoveya hewldanên netewî û navdewletî de tê da bêwar karibin vegerin deverên xwe yên ku ew ji ber "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ji wan koç ber bûbûn.

Xanîyên ku dê werin nûavakirin li pênc deverên Bajarê Kevin in: Siricxane, Ras el-Kûr, Şehwanî, û devera Farûq el-Qedîma û Farûq el-Cedîda jî.

Nûavakirina malên Mûsilê, bi taybet li Bajarê Kevin, bi hevkarîya hikumeta Nînewa û rêxistinên herêmî û navdewletî tên pêkanîn, qayîmeqamê Mûsilê Zuhêr Arecî wiha ji Diyaruna re ragihand.

Otomîleke Şaredarîya Mûsilê kavilê malên wêrankirî li Bajarê Kevin paqij dikin bo wan ji nû ve ava bikin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

Otomîleke Şaredarîya Mûsilê kavilê malên wêrankirî li Bajarê Kevin paqij dikin bo wan ji nû ve ava bikin. [Wêne ji Şaredarîya Mûsilê hatiye wergirtin]

"Bernameya Geşedanê ya NY , Hebîtat û rêxistinên alîkar berî niha 1,000 mal li ser gelek qonaxan çaksaz kirin", wî got.

Wî anî ziman ku rêjeya ziyanên gihaştine van malan "di navbera 10% û 40% de bûn, û li gelek kolanan in, bi taybetî Zencîlî, Mensûr û Xuzlanî".

Arecî destnîşan kir ku vê carê, wê xebatên nûavakirinê balê bikişînin ser malên bi temamî wêran bûne, "ku dê hefteya bê bi 28 malan dest pê bikin".

Projeyên peralîl

Wî got ku di heman demê de, sindîke, komeleyên hevkarîyê û her wiha Odeya Bazirganîyê ya Mûsilê û Kompanîya Giştî ya Çementoyê, destpêşxerîyên xwe yên taybet bo çaksazkirina malên ku bi rêjeya 60% wêran bûne dest pê kirin.

Di her destpêşxerîyekê de, ji pênc heya 10 malan tên avakirin, li gorî pereyên ku hikumeta herêmî ji van alîyan re tarxandine.

Arecî teqez kir ku "hevkarîya me bi van alîyên alîkar re hîna berdewam e û encamên baş bi dest dixe.

Wî anî ziman ku "birêveberîya herêmî li ser piştevanîya hemû xebatên nûavakirinê dixebite, xebatên ku dixwazin malên ji ber terorê wêrankirî ji nû ve ava û çaksaz bikin, da xelk karibin vegerin û jîyana xwe ya rojane berdewam bikin".

Ligel xebatên nûavakirina malan projeyên binesazîyê li taxên Meydan, Şehwanî, Tewalib û Qureyat jî tê kirin.

Arecî da zanîn ku ev xebat wê "rakirina kavilan ji taxên sereke, zifitkirina wan, ronîkirina taxan, vegerandina ava vexwarinê, çaksazkirina torên lûlekêşan, û peydakirina kehrebeyê bo kolanan" digirin nava xwe.

Wî got ku "ew dixwazin hemû kevneşopên Mûsilê vegerînin û şopên wêrankirinê yên ku terorîstan li paş xwe hiştine rakin".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ne tenê Bajarê Kevin rastî ziyanê hatiye; ka li gund û bajarokan meyze bikin. Xwedê min diparêze û Ew min li dijî zordaran bi ser dixe!

BERSIV BIDE