Nûçeyên Iraqê
Aborî

Aborînas: Rejîm berpirs e ji herifîna lîreya Sûrî

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Sûrî di bazareke xwarinê re digerin. Kiryar rastî bilindbûna buhayan tên ji ber herifîna lîreya Sûrî. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Sûrî di bazareke xwarinê re digerin. Kiryar rastî bilindbûna buhayan tên ji ber herifîna lîreya Sûrî. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Aborînasek dibêje ku rejîma Sûrî bi awayekî rasterast berpirs e ji herifîna lîreyê li hember diravên biyanî û rûdana namoyekê di warê buhayên pêdivîyên xwarinê de.

Aborînas Mehmûd Mistefa ji Diyaruna re got ku ji ber daketina nirxê lîreyê buhayên pêdivîyên xwarinê pir bilind bûne, tiştê hişt gelek malbat birçî bimînin.

Wî got ku daketina nirxê lîreyê li hember diravên biyanî encameke yekser a "sîyasetên rejîmê yên sîyasî û aborî yên çewt e", û da zanîn jî ku "wê tu rêkar bo rêgirtin li ber vê bobelatê nekirin".

"Gelê Sûrîyayê bacê vê xemsarîyê dide, ji ber divê ew xwe li gorî buhayên ku pir bilind bûne biguncîne û êdî ew nema dikarin gelek pêdivîyên serekî bikirin ji ber buhayên wan ên bilind," Mustefa got.

Hinek aborînas gazinan ji Banka Navendî ya Sûrî dikin ji ber rola wê di gurkirina qeyrana diravê de. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Hinek aborînas gazinan ji Banka Navendî ya Sûrî dikin ji ber rola wê di gurkirina qeyrana diravê de. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî got ku gelek sedemên vê qeyrana aborî hene, di nav de rastîya ku şer xezîneya Sûrîyayê zuha kiriye, û piranîya sektorên berhemanînê êdî li jêr kontrola xizmên serokê Sûrîyayê Beşar Esed û kesên li nêzî wan in.

Wî dîyar kir ku xeletîya herî mezin a rejîmê çapkirina qaseke mezin ji diravên Sûrî û xistina wan di bazaran de bû, ku ev yek bû sedema inflasyoneke mezin û lîre herifî, ji ber ku piranîya sektorên berhemanînê rawestîyane.

Tedbîrên bêsûd ên rejîmê

Mustefa da zanîn ku Banka Navendî ya Sûrîyayê qeyran peyda kir, dema buhayê dolar bi 435 lîreyan dîyar kir, lê di heman demê de buhayekî din bi 700 lîreyan ragihand.

Wî daxuyand ku ev weke mukurhatinekê bi herifîna lîreyê hat dîtin, û hişt ku Sûrî berê xwe bidin bazara reş.

Wî got ku piranîya xelkê xwe ji veguhestina pereyan di rêyên fermî re bi dûr dixin, ji ber dolar dike dora 1,200 lîreyan di bazara reş de.

Mustefa got ku tedbîrên rejîma Sûrî bo çareserkirina qeyrana diravê dê buheyê veguhertinê kêm nekin û dê bûhayên pêdivîyan jî kêm nekin.

Wî got ku mersûma serokatîyê ya nû ceza li ser bikaranîna diravên biyanî zêde kirin, û hikûmetê 14 kompanîyên guhertina diravan bo heyama çar mehan girtin bi sûcê piştgirînekirina lîreyê.

Wî got ku herwiha yasayên nû bo sepandina bacan û zindankirina kesên ku buhayên bazara reş didin pêş hatine derxistin.

Mustefa da zanîn ku polîtîka rejîmê sedema serekî ya herifîna lîreyê û bilindbûna buhayan e, û herwiha ew sedema serekîya sepandina sizyanan bû.

Alîkarî têr nakin

Piştî buheyê lîreyê kêm bû, rejîma Sûrîyayê di meha Sibatê de dest bi firoştina pêdivîyên serekî yên mîna şekir û birincê bi bûhayên kêm bi rêya kardên zîrek kir, AFP ragihand.

Bi hezaran malbatên Sûrî kard der anîne bo kirîna pêdivîyên xwarinê yên serekî yên bi buheyên kêm tên firoştin, Wezareta Karê Hundir û Parastina Berhemxwer got.

Li gorî sîstema nû, malbata herî mezin jî nikare zêdetir ji sê kîlogram birinc, çar kîlogiram şekir û kîlogiramek çayê mehane bi dest bixe. Malbatên biçûktir qebareyên hîn kêmtir bi dest dixin.

Bilindbûna buhayan bandoreke mezin li jîyana xelkê li deverên li jêr kontrola hikûmetê kiriye.

Lê Brahîm Saed, 51 salî, pirsyar dike ew çawa dikare malbata xwe bi xwarin bike piştî vê tedbîra nû.

"Birinc têra malbateke pênc yan şeş kes nake," bavê sê zarokan, yê ku mûçeyeke pir kêm werdigire ji karê xwe di firoşgehekê de, got. "Berî şer, me karî bû em her tiştî bikirin."

Lê aniha ew û jina xwe divê her meh li pey xwarin û sûtemenîya kêm-buha ya ew dikarin bikirin bikevin bo debara xwe bikin.

Sala par, rejîmê mazota kêm-buha a ji otombîl û motoran re, gaza malan û benzîn pir kêm kir, vê yekê jî gelek sektorên aborîyê felc kirin ûqeyraneke sûtemenîyê peyda kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500