Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Encumena Ewlekarîyê ya NY rewşa Idlibê gotûbêj dike

AFP

Wêneyeke ji jor ve hatiye kişandin di 5ê Sibatê de bajarokê Erîhayê li gundewarê bakurê parêzgeha Idlibê nîşan dide piştî êrîşeke asmanî ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê ve. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Wêneyeke ji jor ve hatiye kişandin di 5ê Sibatê de bajarokê Erîhayê li gundewarê bakurê parêzgeha Idlibê nîşan dide piştî êrîşeke asmanî ji alîyê hêzên alîgirê rejîmê ve. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Dihat payîn ku Encumena Ewlekarîyê ya NY Pêncşemê (6ê Sibatê) civîneke awarte bo Sûrîyayê li dar bixe, ku hêzên rejîma Sûrî şerekî giran bi piştevanîya Rûsyayê li ser parêzgeha bakur-rojavayî daye destpêkirin.

Civîn li ser daxwaza Amerîka, Fransa û Brîtanyayê hat, ku tê payîn nûnerê şandeya NY bo Sûrîyayê Geir Pedersen raportekê der barê rewşa Idlibê de pêşêkêş bike.

Turkîya Pêncşemê Rûsya han daku rola xwe bo bidawîkirina êrîşa Sûrî bilîze, ku danûstandinên aştîyê asteng kiriye û hiştiye şerên giran di navbera hêzên Turkî û Sûrî de çêbibin..

Wezîrê derve yê Turkîyayê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku "em bi hêvî ne Rûsya di demeke nêz de rê li ber rejîmê bigire".

Sûrî li pişt kamyoneke barkirî bi kel û pelên wan siwar hatine li bajarokê Hezanûyê yê li bakurê Idlibê di 6ê Sibatê de, dema ku xelk ji êrîşên rejîmê yên berdewam direvin. [Arif Temawî/AFP]

Sûrî li pişt kamyoneke barkirî bi kel û pelên wan siwar hatine li bajarokê Hezanûyê yê li bakurê Idlibê di 6ê Sibatê de, dema ku xelk ji êrîşên rejîmê yên berdewam direvin. [Arif Temawî/AFP]

Serokê Turkîyayê Recep Tayyîp Erdogan Çarşemê bang li rejîma Sûrî kir ku hêzên xwe ji xalên çavdêrîyê yên wan li Idlibê vekişin.

Li gorî lihevkirina 2018an a bi Rûsyayê re, Turkîya xwedan 12 xalên wêçavdêrîyê ye li Idlibê ku nedihiştin rejîm tu êrîşan pêk bîne.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan ragihand ku xalên Morek û Surman di dorpêça rejîmê de ne, û Çarşemê leşkerên Turk li devereke din li Seraqibê hêzên rejîmê bomebaran kirin da nehêle ew jî were dorpêçkirin.

Turkîya heya niha der barêşerên li Seraqibê de neaxivîye, lê Çavuşoglu got ew rê nedin "êrîşên" hêzên rejîma Sûrî.

Alîkarîya Amerîka bo Turkîyayê

Amerîka Çarşemê destê alîkarîyê pêşkêşî Turkîyayê kir û gefên sepandina sezayan li rejîma Sûrî û Rûsyayê xwe bo zextê li wan bike da rê li ber şerê mezin ê vê dawîyê were girtin.

Nûnerê Amerîkî yê taybet bi Sûrîyayê James Jeffrey ragihand ku Amerîka "pir, pir ji şerê pir tirsnak" ê li herêma Idlibê diqewime nîgeran e.

Jeffrey destnîşan kir ku "teqez em ê sezane din jî bisepînin".

Tevî Tehrîr el-Şam weke komeke çekdar li beramberî rejîmê cihê xwe li ser erdê xurt kiriye jî, Jeffrey got ku ew bi guman e ku Rûsya dibêje ew rastî êrîşên dijwar ên hevbendîya tundrew hatiye.

Jeffrey got ku "me tenê êrîşên serbazî yên cihê ji alîyê wan li dijî Rûsan dîtin ku ne bihêz an girîng bûn".

Wî dîyar kir ku "Rûs vê yekê weke bihane bi kar tînin, bo van êrîşên mezin li dijî sivîlan pêk bînin".

Jeffrey got ku çareya yekser divê "agirbesteke mayînde" be berî danûstandinên der barê "hemû babetan" di nav de rewşa milîsan.

Hêzên rejîmê derbasî Seraqibê dibin

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Çarşemê ragihand ku hêzên rejîmê derbasî bajarokê Seraqibê yê stratejîk ê parêzgeha Idlibê bûn.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman da zanîn ku piştî bi sedan çekdarên Tehrîr el-Şam û alîgirên wê ber bi bakur ve vekişîyan, hêzên rejîmê derbasî Seraqibê bûn.

Wî got ku "hêzên rejîmê dest bi maliştina bajarokê Seraqibê kiriye û tişt nema ye rêya M5 bi temamî kontrol bike".

Bajarok li ser du xaçerêyên sereke ye, M4 û M5, rêyên ku çavên rejîmê lê ne ku wan bi dest bixe.

Rêya M5 Şam û Heleb li bakur bi hev girêdide, di rêya Idlibê re, ku M4 jî Heleb bi bajarê Lazqîyê yê beravî ve girê dide.

Berî hefteyekê, hêzên rejîmê--yên bi piştevanîya Rûsyayê-- dîsa bajarokê Maeret Numanê bi dest xist , ya li ser rêya M5.

Bangên bo vekirina rêyên alîkarîyan

YE Pêncşemê bang kir ku divê bombebaran li bakur-rojavayê Sûrîyayê bi dawî bibin û rêya alîkarîyên mirovî vebe.

"Divê bomebaran û êrîş der heqê sivîlan li bakur-rojavayî Sûrîyayê rawestin," wezîrê derve yê YE Josep Borrell di daxuyanîyeke hevbeş ligel nûnerê karûbarên mirovî yê YE Janez Lenarcic de got.

Berpirsên payebilind ên YE bang kir ku "alîkarîyên mirovî bêyî tu astengî bigihêjin xelkên hewcedar" her wiha banga "rêzgirtina qanûna mirovî, di nav de parastina sivîlan jî kirin".

Heşt rêxistinên alîkarîyên mirovî Çarşemê banga pêkanîna agirbestekê li bakur-rojavayî Sûrîyayê kir.

Komên alîkarîyan-- di nav de Encumena Penaberan a Norwêcî, Save The Children, Komîteya Rizgarkirinê ya Navdewletî-- rewş bi "bobelata mirovî" bi nav kirin.

Dawîn pêl bêhtirî nîv milyon kesî revîyan piştî reva 400,000 kesên din ku ji ber şerê Idlibê yê sala par revîyabûn.

Bêwar "bê bijare dimînin"

Piranîya wan berê xwe dan bakur ango ber bi sînorê bi Turkîyayê ve revîyan, ku kamp tije xelk bûne û bi hezaran konên bêserûber jî hatin vedan.

Jan Egeland, serokê Encumena Penaberan a Norwêcî, hişyar kir ku penaberên nû hatî tu bijareyên wan ên bi ku ve biçin jî ligel wan nema ne.

Egeland da zanîn ku "kamp bi pênc caran zêdeyî barê xwe radikin û buhayên kirîya xanîyan li bajarokên bakur-rojavayî bilind bûne".

Birêveberê dezgeha World Vision a Navdewletî Andrew Morley got ku zarok di zevîyên ku lehîyê ew li ber xwe biribûn radizan , û hinek malbatan cilên xwe ji bo xwe germ bikin dişewitandin.

Wî got ku "bêwarîya xelkê ecêb e, û rojane bi hezaran kes tevlî refên wan dibin."

Rewangehê dîyar kir ku tundîya dawî dora 300 sivîlî kuşt.

Rêxistina Tenduristîyê ya Cîhanî Deşemê ragihand ku tundîya di Kanûna Duyem de çêbû hişt 53 dezgehên tenduristîyê li bakur-rojavayê Sûrîyayê derîyên xwe bigirin û ji "gefên tenduristîyê yên tirsnak" ku reva sivîlan çêdikin, hişyar kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500