Nûçeyên Iraqê
Xwepêşandan

Milîsên Îran piştgirîya wan dike di civaka Îraqî de "nayên qebûlkirin"

Hesen Obêdî li Bexdayê

Xwenîşanderên Îraqî li Nasirîyayê di 29ê Kanûna Duyem de sloganên niştîmanî dibêjin û daxwaz dikin ku Îran nema destwerdanê di karûbarên Îraqî de bike. [Ala Husên/Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî li Nasirîyayê di 29ê Kanûna Duyem de sloganên niştîmanî dibêjin û daxwaz dikin ku Îran nema destwerdanê di karûbarên Îraqî de bike. [Ala Husên/Diyaruna]

Xwenîşandanên berdewam li Îraqê û tundûtûjîya vê dawîyê li dijî xwenîşanderan a ku destê milîsên Îran piştgirîya wan dike tê de heye hiştin ku vîna Îraqîyan bo guhertinê û dijberîya wan ji "tirîyên" Îranê re xurttir bibe, berpirs û lêkolîneran got.

Xwenîşanderek hat kuştin di 27ê Kanûna Duyem de, bijîşkekî ji AFP re ragihand, dema ku çekdarekî meydan da ber guleyan, cihê ku xwenîşanderan lê konên xwe vedane.

Çekdarên nenaskirî gihane meydana Hebûbîyê tam piştî nîvê şevê, agir berdane konên ku xwenîşander di wan de radizan.

Jêdereke bijîşkî got ku wan gule berdane xwenîşanderan, yek kuşt û çar birîndarkirin.

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Hebûbîyê ya Nasiraîyayê di 29ê Kanûna Duyem de. [Ala Husên/Diyaruna]

Xwenîşanderên Îraqî li Meydana Hebûbîyê ya Nasiraîyayê di 29ê Kanûna Duyem de. [Ala Husên/Diyaruna]

Herwiha kampa xwenîşandanê ya sereke li Necefê jî ji alîyê çekdarên nenaskirî ve hat şewitandin.

Çavdêran destê xwe bi milîsên Îran piştgirîya wan dike ve kir, ên ew wan bersûc dikin ku ew li pey revandin û tirsandina çalakger û rojnamevanan in.

Wan got ku herwiha ev milîs li pey êrîşên li Besra û Kerbelayê ne.

Îzolekirina milîsên Îran piştgirîya wan dike

Îraqî aniha "baş dizanin" ku milîsên Îran piştgirîya wan dike "komeke îzolekirî" ne, pirsporê karûbarên Îraqî Elî Fadil Lamî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku "çekdar, bi taybet yên ku têkilîya wan bi Îranê re hene mîna Ketaib Hizbulah, Hereket Nuceba, Esaib Ehil el-Heq, û ji bilî wan di civaka Îraqî de nayên qebûlkirin."

Wî got ku Îraqî van çekdaran bersûc dikin ku "ne dilsozên Îraqê ne û li dijî xwenîşnderan kar dikin" derbarê xwesteka wan ku welat ji gendelîyê xilas bikin.

"Herwiha ew weke berpirs tên reçavkirin derbarê belavbûna çekên nerewakirî û dijberîya hikûmetê dikin," Lamî got. "Peyva 'tirî' tê wateya ku ew piştgirên Îranê ne, û ji ber vê yekê ew dimînin îzolekirî."

Lamî got ku ji çaxa têkçûna "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), milîsên Îran piştgirîya wan dike bûne "gefeke sereke ji ewlehîya Îraqê re".

Wî got ku Îraqî berê xwe dane gelek platformên medyaya civakî da ku reftar û kirarên ziyandar ên van milîsan ragihînin, ji ber ev platform "derfetê didin ku tu bi azadî derbirîn bikî bêtir ji wekî din".

Îraqî piştgirîya artêş û polîs dikin

"Îraqî tenê artêşa xwe ya niştimanî û hêza polîs dixwazin û dilsozîya wan bi awayekî xwemalî ji welatê wan de ye," Ehmed Hemze Nasirî, çalakgerekî ku li meydana Hebûbîyê konê xwe vedaye got.

Lê Çekdar ne wiha ne, yên "xwe weke kurtêlxwer firoştine", wî ji Diyaruna re daxuyand.

"Em nikarin bi wan re li ser tiştekî li hev bikin, ji ber ew xizmeta Îranê dikin û ew di heman demê de ji dewlemenîya Îraqê sûdê werdigirin," wî got. "Kesê wê yekê bike di dawî de dê bêbextîyê li heval û cîranên xwe bike, ji ber vê yekê bawerî nîne."

Wî got ku ev yek jî ji alîyê xwe ve çekdaran ji welatîyên wan îzole dike, "ji ber ew nikarin di xweşî û nexweşîyên hevalên xwe yên Îraqî de beşdar bibin".

Wî got ku Îraqî naxwazin ku têkilîyên dostanîyê bidine milîsên ku fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) ê nû hatiye destnîşankirin Ismaîl Qaanî weke serkirdeyê xwe reçav bikin.

Milsên li dijî berjewendîyên Îraqî

"Îraqî dewleteke ji sazemenîyên hêzdar û rêzdar pêk tê, dewleteke ku ewlehî û dadperwerî tê de hebe dixwazin,, ne tevlihevî û belavbûna milîs û çekên nerewakirî", parlementerê Îraqî Lwîs Karo ji Diyaruna re got.

Wî got ku rewşa tevlihevîyê "nagunce bi avakirina dewleteke ewle ji wan û zarokên wan re".

Bijartina dewleteke bihêz dê bi awayekî xwezayî milîsên Îran piştgirîya wan dike îzole bike, yên dê bêtir îzole bibin "ji ber endamên van milsîan dê berdewam xizmeta xelkên din bikin li şûn ku xizmeta welatîyên xwe bikin", siyasetmedar Ebas Lafî got.

"Em nikarin dewleteke sivîl a azad ava bikin li gel milîsên ku dilsozên welatekî din in," wî ji Diyaruna re got.

Wî got ku "aniha gelê Îraqê piştgirîya xwe ji artêşa Îraqî re xurt dike û milîs pê dihesin ku kes qîma xwe bi wan nayîne, di encamê de ew dijbertir bûn".

Lafî pêşbîn kir ku dibe ev îzolekirina civakî encam bide ku gelek çekdar çekên xwe deynin û vegerin sivîl ên kirarên êrîşker li dijî welatîyên xwe red dikin.

Parlementerê berê Mîsal Alosî rola milîsên Îran piştgirîya wan dike gumanbar kir, ên wî got ku ew li dijî xwenîşanderên Îraqî ne, gefê li ewlehîya welat dixwin û li dijî desthilatdarîya dewletê ne.

"Ew xizmeta Îranê dikin bêtir ji Îraqê," wî ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku ji ber vê yekê mabe "normal e ku gelê Îraqî wan biqewitîne dervey civakê û wan red bike".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500