Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Alîkarê Sulêmanî di nava kuştîyên şerê herî dawî yê Helebê de ye

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Esxer Paşpûr, ê vê dawîyê li Helebê hat kuştin, alîkarekî payebilind ê fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî li Sûrîyayê bû. [Wêne ji Nas News hatiye wergirtin]

Esxer Paşpûr, ê vê dawîyê li Helebê hat kuştin, alîkarekî payebilind ê fermandarê Feyleqê Qudis Qasim Sulêmanî li Sûrîyayê bû. [Wêne ji Nas News hatiye wergirtin]

Raportine mîdyaya Îranî teqez dikin ku efserekî Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) li Sûrîyayê, ku nêzî fermandarê Feyleqê Qudsê Qasim Sulêmanî bû, li Helebê hat kuştin.

Esxer Paşpûr ("Hac Esxer") berê weke destê rastê yê fermandarê bilind ê Feyleqê Qudis ê Pasdaran li herêma Helebê cih digirt.

Raportine televîzyona Îranî ragihand ku ew Duşemê (2yê Sibatê) "di şerine bi komên çekdar re" hat kuştin, rojnameya Şerq el-Ewset ragihand.

Rojnameyê da zanîn ku Paşpûr ji destpêka şer de ligel Sulêmanî bû li Sûrîyayê, û li wir wêne û dîmenên wî hatine kişandin.

Wêneya efserekî Rûs e ku li Helebê di 1yê Sibatê de hatiye kuştin. [Wêne ji Tîma Hewalgirîya Şer hatiye wergirtin]

Wêneya efserekî Rûs e ku li Helebê di 1yê Sibatê de hatiye kuştin. [Wêne ji Tîma Hewalgirîya Şer hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî termê jineke temenmezin ku di êrîşeke asmanî ya Rûsî de hatiye kuştin dinuxumînin, êrîşa ku mala wê ya li gundewarê Helebê wêran kiribû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî termê jineke temenmezin ku di êrîşeke asmanî ya Rûsî de hatiye kuştin dinuxumînin, êrîşa ku mala wê ya li gundewarê Helebê wêran kiribû. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Çalakgerên medyayê yên Sûrî ji Diyaruna re dîyar kir ku wan kuştina gelek Îranî û Rûsan di şerê berdewam ê li nêzî bajarê Helebê de belge kiriye, ligel kuştina leşkerên rejîma Sûrî û endamên milîsên girêdayî wê jî.

Di nava kuştîyan de çar efserên Rûs û yekî Pasdaran hebûn, çalakgerê li Helebê dimîne Ehmed Salim ji Diyaruna re ragihnad.

Salim anî ziman ku berpirsên Rûs ên hatin kuştin bi navê Bulat Akhmatyanov, Dmitry Minov, Ruslan Gimadiyev û Vsevolod Trofimov bûn.

Wî got ku çalakgeran herwiha kuştina bi dehan endamên milîsên girêdayî Pasdaran jî belge kir, bi taybetî yên ji lîwayê 313an û focê Zerîf û Taha.

Lîwa 313an li bajarokê Ezra yê parêzgeha Derayê ye û yekser dikeve jêr serperiştîya efserên Pasdaran , ku bi awayekî çalak çekdaran ji nava niştecihên herêmî serbaz dikin. Fermanên xwe ji Îranê digirin.

Salim da zanîn ku hejmara kuşîtyên şerê dawî bilind bû 150 kesan ji alîyê rejîmê ve, ligel ziyanine kêmtir li alîyê hevbendîya Tundrew a Tehrîr el-Şam û alîgirên wê.

Salim got ku bilindbûna hejmara kuştîyan êrîşên dijwar li ser gelek deverên Heleb û deverên wê yên hundir raber dikeku ev êrîşên asmanî her qurbanan li paş xwe dihêlin.

Tu vê mijarê diecibînî?

2 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Rehma li şehîdên Sûrîyayê be, çi Rûs, Îranî, Sûrî yan Pakistanî! Dilovanî û aştîyê bo wan canên pak. Ev babet ne rast e û çandeke hestîrî ya demargêrîyê dide pêş.

BERSIV BIDE

Babeteke ne bêalî ye ji ber ku ew nûçeyan li gorî dîtina alîyekî ne cihê bawerîyê radigihîne. Ka çima hûn qala bordumana komên terorîst ji taxên Helebê re nakin?

BERSIV BIDE