Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Îraq navçeyeke biyabanî ku 3 parêzgehan dide ber xwe ewleh dike

Xalid Taî

Leşkerên Îraqî li bajarê Kerbelayê roja 14ê Kanûna Duyem cih digirin bo misogerkirina ewlehîyê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Leşkerên Îraqî li bajarê Kerbelayê roja 14ê Kanûna Duyem cih digirin bo misogerkirina ewlehîyê. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên Îraqî biyabana berfireh a di navbera parêzgehên Kerbela, Necef û Enbarê de cih digire ewleh kirine, berpirsekî herêmî ji Diyaruna re Sêşemê (4ê Sibatê) ragihand.

Fermandarîya Operasyonên Ferata Navîn misyona herî mezin ji vê corê li biyabana ku li sê parêzgehan dikeve pêk anî, piştî raportên hewlagirî teqez kirin ku hewlên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hene ku cihê pêyê xwe li wir peyda bike, birêveberê ragihandina fermandarîyê emîd Fehîm Kerîm ragihand.

Wî daxuyand ku yekîneyên mezin ji Polîsê Federal, hêzên Zîrevanîya Sînor û Hêzên Heşda Şaebî bi hevahengî ligel Fermandarîya Operasyonên Enbarê û hêza asmanî ya artêş di pêngavê de cih girtin.

"Pêngav ji heşt xalan li dora biyabanê hat destpêkirin, û yekîneyên serbazî destpêkê devera biyabanî ya ji biyabana Necefê heta bi devera Nuxêbê bi dirêjahîya 13 kîlometran dirêj dibe pişkinîn kirin," wî got.

Yekîneyên serbazî yên Îraqî operasyonekê di kûrahîya biyabana di navbera parêzgehên Kerbela, Necef û Enbarê de pêk tînin, di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Yekîneyên serbazî yên Îraqî operasyonekê di kûrahîya biyabana di navbera parêzgehên Kerbela, Necef û Enbarê de pêk tînin, di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî da zanîn jî ku pişt re devera di navbera Nuxêbê û Lasafê de -- ya ku digihêje heta bi biyabana Kerbelayê -- bi dirêjahîya 150 kîlometran, ligel devera biyabanî ya ku heta bi parêzgeha Enbarê dirêj dibe hatin ramaliştin.

Kerîm got ku ev dever "hemû hatine ramaliştin û nasnameya hemû şivan û şênîyan hatiye pişkinînkirin", û da zanîn ku hemû otombîlên sivîl jî hatine pişkinînkirin.

"Tu terorîst an xanîyên bêhinvedanê di misyonê de nehatin dîtin, ev yek nîşan dide ku biyaban ewleh e û xebatên me yên lêgerînê li bermahîyan [ên DAIŞê] di rêya rast de ne," wî eşkere kir.

"Berîtîya herî li pêş"

Kerîm got ku xebatên hewalgirî û çavdêrîyê yên li biyabanê hatine zêdekirin "bi armanca destnîşankirin û rêgirtin li ber çalakîyên bermahîyên DAIŞê".

"Misogerkirina ewlehîyê li wan deverên biyabanî berîtîya me ya yekem e ji ber cihê wan ên stratîjî, ku ew raserî bajarên mezin ên mîna Necef û Kerbelayê ne," wî zelal kir.

"Erkên me bayexdan e bi hiştina biyabanê bê terorîst û misogerkirina ewlehîyê li bajar û gundên li derdorê," wî got.

Kerîm teqez kir ku aniha operasyon tên yekxistin, û aniha bayexê didin deverên ku ji Gola Rezazayê, li başûrê Enbarê, ber bi deverên biyabanî yên Necefê û Kerbelayê berfireh dibin, û heta bi sînorên îdarî yên parêzgeha Dîwanîyayê dirêj dibin.

"Vê heftîyê, em dê pêngaveke mezin a din bo paqijkirina deverên biyabanî yên nû dest pê bikin, bi beşdarîya balefirên şer û helîkopterên Îraqî," Kerîm got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500