Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên QSD ditirsin ku milîsên Rûsî operasyonên li dijî DAIŞê asteng bikin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Leşkerekî Rûsî li navgîneke serbazî siwar bûye, li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, roja 20ê Kanûna Duyem. [Delîl Sûlêman/AFP]

Leşkerekî Rûsî li navgîneke serbazî siwar bûye, li parêzgeha Hesekê li bakurê rojhilatê Sûrîyayê, roja 20ê Kanûna Duyem. [Delîl Sûlêman/AFP]

Xebatên Rûsî yên tecnîdkirina ciwanan di nava rêzên milîsan de li deverên li rojhilatê Çemê Feratê li Sûrîyayê dê bibin sedema dabeşbûnên bêhtir li herêmê, li gorî çalakgerekî xwecihî û endamên Hêzên Sûrîyaya Demokratîk (QSD).

Wan got ku zêdekirina komeke nû ya milîsan li yên heyî dê rewşê asteng bike, û dêxebatên QSD û Hevpeymanîya Navdewletî yên nehiştina bermahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) li rojhilatê Sûrîyayê asteng bike.

Rûsya torek ji milîsan li Amûdê, Tel Temir, Eyn Îsa û Dirbêsîyê li parêzgeha Hesekê ava dikin, efserekî QSD bi navê Ferhad Xoca ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku operasyonên tecnîdkirinê û rahînanên li kampeke li balefirgeha Qamişlo, ya ku li jêr kontrola Rûsyayê ye, li dar in.

Wî got ku bi dehan ciwanên bêkar ên ku naxwazin an nikarin ji deverê koç bikin tevlî rêzên van milîsan bûne, tevî ku mûçeyên didin wan pir kêm in.

Wî daxuyand ku Rûsya bi rêya van gavan "nakokîyên nû li herêmê gur dike", û bal kişand ku dibe hebûna komên çekdar ên bêhtir şer û pevçûnan peyda bike û di encamê de ev yek dê derzên civakî kûrtir û firehtir bike.

Rûsya hejmûna xwe berfireh dike

Rûsya hewl dide ku hejmûna xwe li Sûrîyayê bi rêya avakirina milîsan li çend herêman berfireh bike, çalakgerekî ji Helebê bi navê Ehmed Salim ji Diyaruna re ragihand.

Salim got ku li jêr serpereştîya polîsê serbazî yê Rûsî,milîs li parêzgehên Helebê, Deraa û Qunêtrayê, û vê dawîyê li gundewarê Şamê, tên avakirin.

Wî dîyar kir ku li Helebê, polîsê serbazî yê Rûsî piştgirîya komên çekdar ên mîna milîsa Berî û Esasna dike, û di demekê de ku tê gotin ku planeke nû ya Rûsî bo yekxistina hemû çekdarên li Helebê li jêr sîwana tek milîsekê heye.

Salim got ku herwiha polîsê serbazî yê Rûsî pêngaveke tecnîdkirinê ya berfireh li Dumayê, li Xûtaya Rojhilatî, dest pê kiriye, bo vekişandina çekdarên berê yên opozîsyonê.

Wî daxuyand ku tevî çekdarên berê yên opozîsyonê beşekî rêkeftinên lihevhatinê jî bûn, hîn navên wan di lîstên kesên ji rejîma Sûrîyayê re tên xwestin heye, û Rûsî sûdê ji vê rewşa wan werdigirin.

Wî got ku hinek milîsên Rûsya piştevanîya wan dike li Deraa û Qunêtrayê cih girtine, û hejmareke mezin a milîtanan bo enîyên şer ên li gundewarê rojhilatî yê parêzgeha Idlibê hatine veguhestin.

Ew li wir li tenîşt Hêza Nimir, ya bi pêşengîya lîwa Suhêl Hesen, yê ku alîgirê Rûsyayê ye, û Lîwayê Qudis ê ser bi rejîmê ve.

Lê van milîsan bêhtir ji 1,000 çekdaran tecnîd nekiriye, "herî zêde", Riyad Derar, hevserokê sîwana siyasî ya QSD di birêveberîya bakur û rojhilatê Sûrîyayê de.

Wî got ku kesên tecnîdkirî "çete ne û xwesteka wan a şer tune ne, lewra tu buhayekî wan ê serbazî tune ye bi berhevkirin ligel QSD, ku ew bêhtir ji 80,000 şervanan dihundirîne".

Derar da zanîn ku hêzên Rûsî di tecnîdkirina ciwanên ji deverên êlan de bi bin ketin, tevî xebatên wan ên pir.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500