Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî li Idlibê pêk tên hevdem ligel pêşveçûnên artêşa Sûrîyayê

AFP

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî radihêjin laşê jineke ku ji bin kavilê avahîyekê hatiye derxistin, li cihê ku tê gotin ew rastî êrîşeke asmanî hatiye, li bajarokê Erîhayê li gundewarê bakurî yê parêzgeha Idilba Sûrîyayê, di demjimêrên destpêkê yên 30ê Kanûna Duyem de. [Arif Weted/AFP]

Endamên Berevanîya Sivîl a Sûrî radihêjin laşê jineke ku ji bin kavilê avahîyekê hatiye derxistin, li cihê ku tê gotin ew rastî êrîşeke asmanî hatiye, li bajarokê Erîhayê li gundewarê bakurî yê parêzgeha Idilba Sûrîyayê, di demjimêrên destpêkê yên 30ê Kanûna Duyem de. [Arif Weted/AFP]

Êrîşên asmanî 10 sivîl li nêzî nangehekê û nûrîneke pijîşkî li herêma Idlibê ya li jêr kontrola opozîsoyna Sûrîyayê Pêncşemê (30ê Kanûna Duyem) hatin kuştin, di demekê de ku hêzên hikûmetê êrîşeke bejî didomînin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku balefirên şer ên Rûsî li bajarokê Erîha li parêzgeha Idlibê xistin, lê Wezareta Berevanîyê ya Rûsyayê got ku "balfirvanîya wê tu êrîş li vê deverê ji Sûrîyayê pêk neanîye".

Hikûmet û hevalbedên wan ên Rûsî bordumanên xwe yên kujêner li dijî asêgeha dawî ya opozîsyonê dijwar dikin, û hêdî hêdî ji alîyê başûr ve pêş dikevin.

Alîgirên Şamê dîsan dest danîn ser bajarokê Maeret Numan li bakurê-rojavayê Sûrîyayê roja Çarşemê.

Rewangeha Sûrî got ku di demjimêrên destpêkê yên Pêncşemê de, êrîşên asmanî yên Rûsî nangehek û nûrîngeha pijîşkî ya Şamî li Erîhayê armanc kirin. û êdî ew li derveyî xizmetê ne.

Rewangehê got ku ew nasnameya balefirên êrîşên asmanî pêk tînin li gorî celeb, cih, şêwazê firînê û cebilxaneyan destnîşan dike.

Zêdebûnek di êrîşên Rûsî de

Rewangehê ragihand ku kuştinên herî dawî amara sivîlên di êrîşên asmanî yên Rûsî de li Idlibê ji Çarşemê de mirine bo 21 kesan zêde dike.

Vê mehê, Rûsya red kir ku wê tu operasyonên şer li herêmê dest pê kiribin ji dema ku ew bi Turkîyayê re, piştevana opozîsyonê, gihişt agirbestekê ku roja 12ê Kanûna Duyem dest pê kir.

Lê agirbest ji wê demê de kaxezeke mirî ya bêwate ma û dezgehên ragihandinê dibêjin ku hejmara êrîşên Rûsî bi awayekî dijwar li devera li jêr kontrola Tehrîr el-Şam zêde bûye.

Bi hezaran serbazên Rûsî li Sûrîyayê bi cih bûne bo piştgirîkirina artêşê, û komeke endamên ewlehîya taybet a Rûsî jî li ser zemînê hene.

Hêzên hikûmetê Pêncşemê ji bakur ve pêş ve diçûn, ji Maeret Numanê ber bi bajarokê Seraqibê ve, yê ku piranîya şênîyên wî ji ber bordumankirina dijwar revîyane.

Rewangehê daxuyand ku enîya şer bi tenê pênc metran ji bajarok dûr e.

Maeret Numan û Seraqib herdu li ser rêya M5 in, ya ku Şama paytext bi Helebê, bajarê duyem yê Sûrîyayê, girê dide.

Rewangehê da zanîn ku dora 50 kîlometran ji rêya M5 li derveyî kontrola rejîmê ye.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500