Nûçeyên Iraqê
Perwerde

Îraq dest bi kampanya nûavakirina 500 dibistanan li Nînewayê dike

Xalid Taî

Dibistana Yaqesa ya amadeyî bo keçan li parêgeha Nînewayê derîyên xwe di 19ê Kanûna Duyem de vekirin piştî ew ji nû ve hat avakirin. [Wêne ji Birêveberîya Perwerdeyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Dibistana Yaqesa ya amadeyî bo keçan li parêgeha Nînewayê derîyên xwe di 19ê Kanûna Duyem de vekirin piştî ew ji nû ve hat avakirin. [Wêne ji Birêveberîya Perwerdeyê ya Nînewayê hatiye wergirtin]

Hikuemta Îraqî li ser çaksazkirina ziyanên ku di encama şerê terorê de gihiştine binesazîya perwerdeyê li parêzgeha Nînewayê dixebite.

Berpirsinan di 21yê Kanûna Duyem de kampanya nûavakirina avahîyên dibistanên wêranbûyî û avakirina hineke nû li Mûsil û bajarine din ê parêzgehê ragihand.

Kampanya berfireh bi budceya 112 milyar dînarên Îraqî (94 milyon dolar) dê were fînanskirin, li gorî Xalid Şahîn, cîgirê birêveberê Birêveberîya Perwerdeyê ya Nînewayê.

Şahîn da zanîn ku kampanya "îsal nûavakirin û avakirina 500 dibistanî daye ber xwe bi piştevanî û beşdarîya Wezareta Perwerdeyê û hikumeta Nînewayê ya herêmî, herwiha Bernameya Geşesendinê ya NY (UNDP) û Rêxistina Zarokan a NY (UNICEF)".

Berpirsine herêmî serdana dibistanekê dikin, ew ku bi alîkarîya niştecihên Bajarê Kevin ê Mûsliê di Sibata 2019an de hatiye nûkirin. [Wêne ji Wezareta Perwedeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Berpirsine herêmî serdana dibistanekê dikin, ew ku bi alîkarîya niştecihên Bajarê Kevin ê Mûsliê di Sibata 2019an de hatiye nûkirin. [Wêne ji Wezareta Perwedeyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Wî daxuyand ku kampanya nûavakirinê dê balê bikişîne ser Mûsilê, herwiha navçeyên îdarî yên dibistanên wê bi giranî ziyan dîtine, nemaze li Şengal, Hetra û Beacê.

Ji çaxa rizgarkirina Nînewa ji DAIŞê di Tebaxa 2017an de, hikumeta herêmî 2,160 dibistanên sereteyî û navîn li seranserî parêzgehê vekirin.

Di 19ê Kanûna Duyem de, heşt dibistan bi piştevanîhya Sindoqa Alîkarîyan a bo Deverên Ziyankirî û UNDP hatin vekirin.

Şahîn dîyar kir ku xebatên nûavakirinê, nûavakirina taqîgehên zanistî û pirtûkxanyan girtin dest, da zanîn jî ku 260 taqîgehên kîmya, fîzîk, biyolojî û bernameyên komputerê, û 60 pirtûkxaneyên dibistanan sala par hatin vekirin.

Bilindkirina asta xwendinê

Berpirs hêvî dikin ku ev kampanya alîkarîyê di çareserkirina rewşa kêmbûna avahîyên dibistanan bike, ya ku di encama wê de dewam dabeşî ser sê danan bûye.

Dibistanên gerok şûngirekî demkî yê 126 dibistanên ku bi temamî hatine wêrankirin bûn, piranîya wan li Bajarê Kevin yê Mûsilê ne.

Raed Cibûrî, serokê yekîtîya mamosteyên Îraqî li parêzgeha Nînewayê ji Diyaruna re ragihand ku sektorê perwerdeyê hîna bi gelek berhengarîyan re rû bi rû tê.

Wî got "avahîyên dibistanên heyî ne bes in û çarserîyên heyî jî demkî ne û belkî perwerdeyê pêşkêşî gelek xwendekaran bikin lê ne di wê asta xwestî de ne".

Cibûrî anî ziman ku "îroj li cem me ne kêmî 200 dibistanên gerok li deverên niştecihî yên wêrankirî û kampên koçberan hene, lê jîngeheke guncaw bo xwendekaran peyda nakin."

Wî destnîşan kir ku "ji wê zêdetir, dewama duqat û sêqat ji xwendekaran re pir giran e û bandorê li têgihîştin û kulîteya xwendinê dike".

Cibûrî teqez kir ku kampanya nûavakirinê dê pir bo çareserkirina van pirsgirêkan alîkar be û asta xwendinê li parêzgehê bilind bike.

"Deverên ji ber şer ziyan dîtine mîna Şengal û navçeyên wê yên îdarî hejmara dibistanan pir li wan kêm e ku heya niha piranîya avahîyan wêrankirî ne û nehatine çaksazkirin," endamê berê yê encumena parêzgeha Nînewayê Xedîda Hemo yê Êzidî got.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku "em hêvî dikin ku ev kampanya nû balê bikişîne ser van deverên û alîkarîyê bide sektorê perwerdeyê li wê de".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500