Nûçeyên Iraqê
Aborî

Çalakîyên bazirganî jîyanê vedigerînin bazarên Bajarê Kevin ê Mûsilê

Xalid Taî

Firoşgeh li Sûka Bab el-Serayî li Bajarê Kevin ê Mûsilê, di vî wêneya ku di 30ê Kanûna Yekem a 2019an hatiye belavkirin, vekirî ne piştî ku ew bi temamî di şerê li dijî DAIŞê de hatibûn wêrankirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Nûavakirina Bab el-Serayî]

Firoşgeh li Sûka Bab el-Serayî li Bajarê Kevin ê Mûsilê, di vî wêneya ku di 30ê Kanûna Yekem a 2019an hatiye belavkirin, vekirî ne piştî ku ew bi temamî di şerê li dijî DAIŞê de hatibûn wêrankirin. [Wêne ji rûpela Facebookê ya Nûavakirina Bab el-Serayî]

Hêdî hêdî bazarên Mûsilê berîq û rola xwe weke navendine bazirganî vedigerînin piştî xebatên nûavakirinê rê dan dukandaran ku dîsan dukanên xwe vekin û kiryarên ji tevahîya bajar ber bi xwe ve vekişînin.

Sûka Bab el-Serayî li Bajarê Kevin ê Mûsilê, ya ku bi temamî di şerê derxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) de ji bajar hatibû wêrankirin, bi awayekî bihêz li ser pêyan e piştî ku şênîyên bêwar vegerîyane malên xwe.

Hikûmeta parêzgehê bi alîkarîya şênîyên bajêr dîsan bazar ava kirin û ew berî salekê hat vekirin.

Hac Nîzar Muhemed Hazim, xwedanê firoşgeheke firoştina naylon û caw li Bab el-Serayî, got ku bazar "hatiye vejiyandin û êdî dergehên firoşgehan di rûyê xelkê vekirî ne".

Jin û zilam pêdivîyên malê li Sûka Bab el-Serayî dikirin di vê wêneya ku di 12ê Kanûna Duyem a 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji malpera Radyoya Xed hatiye wergirtin]n

Jin û zilam pêdivîyên malê li Sûka Bab el-Serayî dikirin di vê wêneya ku di 12ê Kanûna Duyem a 2020an de hatiye belavkirin. [Wêne ji malpera Radyoya Xed hatiye wergirtin]n

Wî daxuyand ku piştî xebatên nûkirinê yên seretayî, "me berê xwe da çakkirina torên avê û kehrebeyê, qîrkirina kolanan, û avakirina firoşgeh û embarên wêranbûyî yên li bazarê".

"Tiştê baş ew e ku roj bi roj zêdebûn di çalakîya bazirganî û tevgera bazarê de heye," wî roja 18ê Kanûna Duyem ji Diyaruna re ragihand.

"Bazar mîna mala min a duyem e û cihê xemgînîyê bû ji min re û ji xelkên ku bîranînên wan li vir hebûn ku wê di vî halî de bibînin," Hazim ê ku ev 4o sal in li bazarê dixebite wiha got.

"Ez hest dikim mîna ku ez ji nû ve ji dayîk bûme û ez hez nakim ji bazarê biçim, bi tenê bo du demjimêran jî," wî got.

Xebatên nûavakirinê didomin

Sûka Bab el-Serayî yek ji bazarên Bajarê Kevin ê Mûsilê ên herî pêşîn bû ku dubare hat vekirin di çarçoveya planeke hikûmeta parêzgehê ya vekirina hemû bazaran de, şaredarê Mûsilê Zuhêr Arejî ragihand.

"Ligel vê bazara mezin, hinek bazarên sergirtî hene û ew li ser daxwaza şênîyan aniha tên çaksazkirin," wî ji Diyaruna re got.

Wî da zanîn ku Kolana Helebê ya bazirganî hatiye qîrkirin û firoşgehên li wê kolanê hatine vekirin, herwiha firoşgehên li bazara Dewasayê, Beb Cedîd, Etarîn, Meydan jî hatine vekirin.

"Plana me herwiha qedandina geraca otombîlan li bazara Bab el-Tob û avahîyeke bazirganî li bazara arbî'a (Çarşemê), ya ku ji 600 firoşgeh û ofîsan pêk tê, dihundirîne," wî got. "Herwiha, xebatên nûkirina avahîya Şewag ya li bazara kevin a li orta bajar li dar in."

"Me pêşketineke baş pêk anîye lê têra me astengî li pêşya me hene mîna budceya kêm û sînordar a ji hikûmeta navendî tê bo kesên ziyandar, bi merema ku alîkarîya wan bike di nûkirina firoşgehên wan de," Arejî got.

"Vekirina bazarên kevin yek ji berîtîyên me ne ji ber ku ev yek pir girîng e bo handana bêwaran bo vegerê û mayînê li warên xwe, ku di encamê de ev yek aborîya Mûsilê vedijîne," wî got.

Ebdul Hemîd Xalid, yê ku saetan li firoşgehekê li kolana Necefî difiroşe, got ku bazarên kevin dilê Mûsilê ne û nasnameya çandî û dîrokî ya bajar raber dikin.

"Em dilxweş in ku Sûka Bab el-Serayî vekirî ye," wî ji Diyaruna re got. "Ew nîşangeheke çandî ye û cihekî jîyandar e û em hêvî dikin ku bazarên din û kolanên bazirganî yên din werin vekirin, di nav de kolana me ku hîn hinek firoşgeh wêranbûyî ne."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500