Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsekî Amerîkî: Vegera DAIŞê gengaz e eger Amerîka ji Îraqê derkeve

AFP

Wêneyek ku 13ê Kanûna Duyem hatiye kişandin, di konfranseke çapemenîyê ya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, endamekî hêzên Amerîkî dîyar dike ku li rex dronekê li baregeha Eyn Esed a li rojavayê parêzgeha Enbarê dimeşe. [Eymen Hena/AFP]

Wêneyek ku 13ê Kanûna Duyem hatiye kişandin, di konfranseke çapemenîyê ya hevpeymanîya navdewletî ya li dijî DAIŞê de, endamekî hêzên Amerîkî dîyar dike ku li rex dronekê li baregeha Eyn Esed a li rojavayê parêzgeha Enbarê dimeşe. [Eymen Hena/AFP]

Rêxistina "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) lawaz e lê egerî heye careke din geş bibe eger Amerîka ji Îraqê derket, generalê Amerîkî Alexus Grynkewich, fermandarê duyemîn ê hêzên hevpeymanîya navdewletî li Îraq û Sûrîyayê, Çarşemê (22yê Kanûna Duyem) ragihand.

Rêxistin "helbet hîna gefan çêdike," wî da zanîn. "Ew dikarin dîsa rabin eger em zextê ji ser wan rakin heya demeke dirêj."

Grynkewich got ku ew gefa vegera DAIŞê yekser nabîne.

Wî dîyar kir ku "lê eger me heya demeke dirêj zext ji ser rakir, wê ev gef her geştir bibe".

Di konfranseke rojnamevanî de li Pentagonê, wî got ku rêxistinê lawazîya xwe ya binyatî kifş kiriye ku nikare xwepêşandanên Îraqê yên ji Cotmehê ve banga çareserîyê dikin, keysbaz bike.

Piştî têkçûna wê ya dawîn di Adarê de, DAIŞ berê xwe da xebatên razî û li şêwazê xwe yê şerê komikan vegerîya ku her û her ziyan bi xwe re tanî.

Grynkewich got ku hevpeymanîyê xwest nas bike gelo rêxistin "sebir û hedareke stratejîk dikişîne, ku li benda derfetekê ye da wê keysbaz bikin, an bî bi rastî ew hema li ber mirinê ye û nema xwedî şîyan û karîn e?".

Wî anî ziman ku xwepêşandanên Îraqî alîkarîya da hevpeymanîyê ku nirxên xwe bi pêş bixe "ku bi rastî DAIŞ nema xwedî şîyan û karîn e bêhtir ji ku ew sebireke stratejîk dikişîne".

Rola leşkerî ya Amerîkayê pêwîst e

Tengijîn navber Waşington û Tehranê li ser axa Îraqê zêde bûn vê mehê. Amerîka mezintirîn generalên Îranê Qasim Suleymanî li Bexdayê kuşt û Tehran weke bersiv baregeheke Îraqî ku leşkerên Amerîkî tê de bûn kir armanc, hinek ji wan jî birîndar bûn.

Parlamena Îraqî 5ê Kanûna Duyem li ser derxistina hemû hêzên bîyanî ji erdên xwe erê kir, di nav de 5,200 leşkerên Amerîkî yên li gel hêzên herêmî hatine belavkirin.

Ji wê çaxê ve hêzên hevpeymanîyê operasyonên xwe li Îraqê kêm kirin, tevî ku belkî ev operasyon di bin re li gel artêşa Îraqî berdewam bin jî, li gorî gelek çavkanîyên serbazî yên Amerîkî.

Koşka Spî ragihand ku serokê Amerîkayê Donald Trump û hevpîşeyê wî yê Îraqî Berhem Salih Çarşemê li Davosa Swîsreyê li ser pêwîstîya mabûna rola Amerîkî li Îraqê li hev kir.

Grynkewich got ku "bi rastî ev yek cureyekî danûstandinên hikumetek bi hikumeteke din re ye dema em bixwazin li wê şeraketê bi temamî vegerînin. Helbet berjewendîya wan ji vê yekê heye, em jî wisa".

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Na, Na, Amerîka!

BERSIV BIDE