Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bi dehan malbat ji Kampa Holê tên derxistin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ev malbatên li vir tên dîtin di nava malbatên ku ji Kampa Holê hatine berdan de ne piştî navbeynkarîya êlan di Kanûna Duyem de. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Ev malbatên li vir tên dîtin di nava malbatên ku ji Kampa Holê hatine berdan de ne piştî navbeynkarîya êlan di Kanûna Duyem de. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Bi dehan malbat ji kampa Holê ya li parêzgeha Hesekê ya Sûrî hatin berdan piştî navbeynkarî û garantîya êlan, çalakgerekî herêmî anî ziman.

Di heman demê de hêzên ewlekarîyê li jinên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) digerin ên hejmarek jinên kampê birîndar kirine.

Navbeynkarîya êlên Dêra Zorê hişt 108 malbat-- bêhtirî 400 kesî-- ji kampên mezin û tijexelk derkevin ku endamên DAIŞê û malbatên wan lê girtî ne, li gel hinek kesên din.

Piranîya kesên serbestberdayî jin û zarok in, medya û çalakgerê civakî Emar Salih wiha ji Diyaruna re ragihand.

Jineke sergirtî di nava niştecihên kampê de tê dîtin, li cihê ku endamên DAIŞ û malbatên wan lê ne. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Jineke sergirtî di nava niştecihên kampê de tê dîtin, li cihê ku endamên DAIŞ û malbatên wan lê ne. [Wêne ji Ferat Post hatiye wergirtin]

Wî got ku xebatên navbeynkarîyê bi ser ketin piştî şêxên êlan garantîya van girtîyên ku têkilîya wan bi DAIŞê re hebû da, ku ew ê li îdyolojîya tundrew venegerin û tu alîkarîyê nedin paşmahîyên rêxistinê yên li herêmê belavbûyî.

Wî da zanîn ku şêxên êlan gotine eger çi hewldanek têkilîyê di navbera girtî û paşmahîyên DAIŞê de çêbibn ew ê desthilatan agahdar bikin.

Salih dîyar kir ku piranîya kesên hatine berdan ji gund û bajarokên Zîban, Hecîn, Baxoz û Besîra ne, ku cara dawî li ser destê Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) bi piştevanîya hevpeymanîya navdewletî hatin rizgarkirin.

Şopandina tawanbaran

Di heman demê de, wî destnîşan kir ku hêzên Asayîşê û QSD, yên bo parastina kampê erkdarkirî ne, pêngaveke nû bo lipeyketina jinên DAIŞê ku tilîya wan di bûyêrên tundîyê yên vê dawîyê de hene dane destpêkirin.

Salih got ku komek jinên tundrew ên li kampê yekîneyeke hesba ("polîsê şerîyetê") ava kirine ku rêzik û îdyolojîya DAIŞê bi zorê didin sepandin.

Van jinan di hundirê kampê de kêr li gelek kesan xistine, taybet jinên li dijî ferman û rêzikên wan derdiketin, û êrîşî niştecihên kampê dikirin û agir bi konan dixistin, wî got.

Salih da zanîn ki li gorî berpirsên ewlehîyê yên li kampê, hinek jin bo van tawanan hatine binçavkirin, û hîna jî lêpirsîn berdewam in, bi armanca sînordarkirina çalakîyên van jinan.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500