Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Bi kuştina Sulêmanî, milîsên Îran piştevanîya wan dike li Sûrîyayê lawaz dibin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran lîwa Qasim Sulêmanî, yê ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî di 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin, li nêzî bajarê Elbû Kemala Sûrîyayê di sala 2017an de tê dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Syria Call hatiye wergirtin]

Fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdaran lîwa Qasim Sulêmanî, yê ku di êrîşeke asmanî ya Amerîkî di 3yê Kanûna Duyem de hat kuştin, li nêzî bajarê Elbû Kemala Sûrîyayê di sala 2017an de tê dîtin. [Wêne ji rûpela Facebookê a Syria Call hatiye wergirtin]

Şarezayên karûbarên Îranî dibêjin ku milîsên Îran piştevanîya wan dike li Sûrîyayê bi kuştina fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) lîwa Qasim Sulêmanî rastî lêdaneke derûnî hatin.

Wan ji Diyaruna re ragihand ku ji ber ku serokê Feyleqê Qudis, yê ku serpereştîya operasyonên li derve yên Pasdaran dike, bi awayekî rasterast ji van milîsan berpirsyar bû, û bêyî hebûna serpereştîya wî, teqez dê bandora wan kêm bibe.

Faktorê derûnî beşeke ji vê hevkêşeyê, ji ber ku bo heyameke dirêj Sulêmanî di mîdyaya Îranî bi hêzdarîya xwe ya siyasî û serbazî xwe paye dikir -- û ew bi vê hêsanîyê ji nav çû, wan daxuyand.

Mirina wî dê bi giranî bandorê li çalakîya milîsên Îran piştevanîya wan dike li Îranê bike.

Hewlên maşîna mîdyayî ya Îranî ku Sulêmanî paye bike û wî weke qehremanekî nîşan bide encamên berevajî anîn holê, lêkolînerê di karûbarên Îranî de Fethî Seyid ragihand.

Wî daxuyand ku mirina wî bi awayekî berçav bandor li molarê milîtanên ser bi Îranê ve yên li Sûrîyayê kir, "Ji ber eger kesê yekem ê rêxistinên Îranê hat kuştin, dê çi qedera wan be?"

Bandora derûnî

Seyid da zanîn ku Sulêmanî bi giranî li ser wêneyê xwe yê di mîdyayê de dixebitî.

"Piştî demeke dirêj li pişt perdê û dûrî çavan ma, ew bi awayekî berfireh li qadên şer li Sûrîyayê dîyar bû û gelek wêne û dîmenên vîdyon ji xwe re ligel endamên milîsên Pasdaran piştevanîya wan dike kişandin," wî got.

Wî got ku dema mirina wî, "ew derewa mezin a li dor xwe ava kiribû bi yekcarî têk çû", û da zanîn ku ev yek dê bandoreke neyînî li ser wêneya bihêz a ev milîs dixwazin nîşan bidin bike û dê bandor û tevgerên wan li Sûrîyayê lawaz bike.

Tevî ku Smaîl Qaanî bi lezûbez wekefermandarê nû yê Feyleqê Qudis hat destnîşankirin, milîsên li Sûrîyayê yên ku Îran piştevanîya wan dike dê bi awayekî mezin lawaz bibin, ji ber ku Sulêmanî bi awayekî rasterast serpereştîya wan dikir, pisporê komên terorîst Yehya Muhemed Elî got.

Sulêmanî bi xwe serpereştîya milîsên Sûrî, Îraqî, Pakistanî û Afxanî yên li Sûrîyayê dikir, wî ji Diyaruna re got, û da zanîn ku mirina wî "dê tirsê di nava dilê endamên van milîsan de biçîne".

"Vê yekê hişt ku ew bizanin dibe ew her kêlîyê de werin armanckirin û werin kuştin," Elî got.

Tevî ku Sulêmanî şopdarê fermanên berpirsên li Tehranê bû, "li derveyî Îranê wî bi desthilateke bêsînor tevger dikir", lêkolînerê di arûbarên Îranî de Şîyar Turko ji Diyaruna re dîyar kir.

Wî got ku dê mirina wî rola milîsên bi piştevanîya Îranê li Sûrîyayê tev digerin kêm bike û dê herwiha wan lawaz bike, û da zanîn ku ev yek dê bandorê li ser xebatên tecnîdkirinê bike.

Sûrî dilrehetîya xwe tînin ziman

"Şikir ji Xwedê re ku ew hat kuştin," Smaîl Asalî roja 10ê Kanûna Duyem ji AFP re got.

Asalî di êrîşeke dijwar a di meha Mijdarê de li ser kampa bêwaran a Qahê ya li bakurê Sûrîyayê zindî maêrîşa ku hêzên Îran piştevanîya wan dike, yên li Cebel Ezan li gundewarê Helebê bicihbûyî bûn.

Wî got ku di êrîşa asmanî de jin, bira û birazîyê wî hatin kuştin, û lingê kurê wî yê yek salî hat birîn. Û ew bi xwe birîndarbû.

"Komkujîyek li Sûrîyayê pêk nehatiye, bêyî hevkarîya wî [Sulêmanî] bi rejîmê û Rûsyayê re di kuştina Sûrîyan de," Asalî.

Opezîyona Sûrîyayê û kesên ji Helebê hatine derxistin fermandarê berê yê Feyleqê Qudis bi plankirina operasyoneke hovane ku tê de bi sedan hatin kuştin û bi hezaran kes ji bajarên Helebê revîyan gunehbar dikin.

"Sulêmanî elementê herî bibandor bû di vê pêngavê de," bêwarê ji Helebê Ebû Ehmed got. "Berî hatina wî me karî em pênc salan berevanîya wan bikin."

"Ez kêfxweş im bi kuştina vî tawankarê li pişt bêwarbûna bi hezarên kesan," wî anî ziman.

Dema ku cenga Helebê di sala 2016an de nêzî bidawîhatinê bû, wêneyên Sulêmanî yên dema ku ew di kolanên bajar re digerîya hatibûn kişandin di mîdyaya civakî de hatin belavkirin -- Ebû Ehmed got ku ji ber vê yekê kuştina wî lêdaneke xedar bû.

"Jê re ne bes bû ku xelkê bikuje, belê wî xwe li ser xwîn û birînên me bimeşe," wî ji AFP re ragihand.

"Mirina Sulêmanî serketineke li hember nerewayîyê," wî got. "Divê her zordarek rastî heman qederê were."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500