Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Berpirsên Îraqî ditirsin ku kiryarên milîsan dê gefê li alîkarîyên Amerîkî bixwin

Hesen Obêdî li Bexdayê

Balyozê Amerîkî Matthew Tueller û parêzgarê Enbarê Elî Ferhan kevirê bingehîn ê fêrgehekê dideynin li parêzgeha Enbarê di meha Mijdarê de. [Wêne ji parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin]

Balyozê Amerîkî Matthew Tueller û parêzgarê Enbarê Elî Ferhan kevirê bingehîn ê fêrgehekê dideynin li parêzgeha Enbarê di meha Mijdarê de. [Wêne ji parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin]

Berpirsên Îraqî li bajarê ku ji "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatine rizgarkirin ji Diyaruna re dibêjin ku ew ji paşdahatên êrîşên vê dawîyê ditirsin, êrîşên ku milîsên Îraqî yên Îran piştgirîya wan dike li ser armancên Amerîkî li Îraqê bi cih anîn.

Ew dibêjin ew ditirsin ku dibe kirarên van milîsan programên girîng ên ku Amerîka wan temwîl dike rawestîne, programên ku alîkarîyên jîndar di warê rakirina mayînan, prewerde û tendirustîyê de.

Bi deh hezaran Îraqî bi awayekî yekser sûd ji alîkarîyên Amerîkî yên di rêya balyozxaneya Amerîkî yan di rê rêxistinên mirovî yên cihêreng re wergirtin, endamê komîteya nûavakirinê ya encumena parêzgeha Enbarê Xalid Dulêmî got.

Alîkarîya Amerîkî heta asteke mezin di nûavakirin û şiyankirina nexweşxane, navendên tendirustî û fêrgehan li seranserî Îraqê beşdar bû, wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Balyozê Amerîkî Matthew Tueller û parêzgarê Enbarê Elî Ferhan şahîyekê hazir dibin daku bingeha fêrgeheke nû li parêzgeha Enbarê deynin di meha Mijadarê de. [Wêne ji parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin]

Balyozê Amerîkî Matthew Tueller û parêzgarê Enbarê Elî Ferhan şahîyekê hazir dibin daku bingeha fêrgeheke nû li parêzgeha Enbarê deynin di meha Mijadarê de. [Wêne ji parêzgarê Enbarê hatiye wergirtin]

Wî not kir ku balyozê Amerîkî Matthew Tueller vê dawaîyê serdana Enbarê kir û kevirê bingehîn bo fêrgeheke nimûne danî, fêrgeha ku dê xizmeta bêtirî 1,000 xwendekaran bike li Hebanîyayê.

Wî got ku projeyên mirovî yên din ên ku Amerîka wan temwîl dike li Felûca, Qaim û Remadîyê tên bicihanîn, "yên her kes hêvî dike ku dê bandor li wan neyê".

Dulêmî got ku ji çaxê ku Enbar ji DAIŞê hatiye rizgarkirin, bêtirî 40 projeyên alîkarîyê yên ku Amerîka wan temwîl dike ji bû fêda gelê enbarê hatine bicihanîn.

Wî got ku herwiha hêzên Amerîkî alîkarîyê bi niştecîyan re dikin li deverên gundewarî û li bajaran daku wan ji mayîn û teqemenîyên bidestçêkirî yên ji alîyê DAIŞê ve hatine çandin paqij bikin.

Pêbendîya Amerîkî li hember Îraqê

Alîkarîyên mirovî, di nav wan de programên ku Amerîka wan temwîl dike, marîpiştê mîsyonê ne daku aramîyê vegerînin Rutba û Ferata Jorîn, endamê encumena êlî ya Enbarê Şêx Ebdul Rehman Casim Dulêmî got.

Wî got ku dibe di rêya êrîşkirina cihên ku mêvandarîya welatîyên Amerîkî dikin, milîsên Îran piştgirîya wan dike gefê li dabînkirina cureyên cuda ên alîkarîya Amerîkî ji gelê Îraqî re bike.

Wî got ku di nav wan de pêdivîyên bijîşkî yên sereke, û not kir ku "berî çend rojan, skanerekî nû ya li ser pêlên jor deng li navçeya Hedîsayê li Enbarê bi alîkarîya Amerîkayê hat danîn", ev yek tê wateya ku nema hewcedarîya jinan heye ku biçine Bexdayê.

Di 12ê Mijdarê de, balyozê Amerîkî li Îraqê daneke nû bi 500,000 dolar ji zanîngeha Enbarê re îlan kir daku alîkarîyê pê re bike û xizmetguzarîyên wê yên perwerdeyî û pîşeyî ji bo fêda xwendekarên Îraqî vegerîne.

Li gel vê yekê, hikûmeta Amerîkî soz daku ew dê 100 milyon dolar bide piştgirîkirina aramîyê li Enbarê.

Di şahîya danîna kevirê bingehîn yê fêrgeha Ebdul Rehman Nasir li Hebanîyayê, Tueller careke din pêbendîya Amerîkayê ya berdewam li hember Îraqê daku piştî DAIŞê bi ser xwe were li Enbarê û li parîzgehên din ên bandor li wan hatiye teqez kir.

"Ev program dê xizmetguzarîyên sreke mîna av, kehrebe, karêz, tendirustî, niştecih û perwerdeyê vegerînin, xizmetguzarîyên ku weke bingeh tên reçavkirin bo vegerandina bicihanîna pêşketina aborî," balyozxaneya Amerîkî li Bexdayê di daxuyanîyekê de got.

Wê anî ziman ku "Amerîka pêbend e ku şert û mercên guncan çêke da derfetê bide kesên bêwar ku vekerin deverên niştecîbûna xwe û careke din dest bi jîyana xwe bikin".

"Divê xebatên mirovî berdewam bin"

Li Deşta Nînewayê, dora 37,000 niştecîyan sûd ji xebatên hêzên Amerîkî di warê rakirina mayîn û teqemenîyan de wergirtin, Husam Telkêfî, yê ku li encumena xwecihî ya bajarê Tel Keyfê kar dik, got.

Gelek gund û deverên gundewarî ji teqemenîyan hatin paqijkirin, wî ji Diyarunare got û mizgeft, dêr, gelek fêrgeh û navendeke tendirustî hatin şiyankirin.

"Êrîşên aniha ji alîyê milîsan ve tên bicihanîn ziyanê digihînin niştecîyên bajarên rizgarkirî yên ku gelekî hewcedarîya wan bi alîkarîya rojane li ser hemû astan heye, bi taybet têkildarî nûavakirina binesazîyê," wî got.

"Hewcedarî nîne ku mirov behsa xebatê Amerîkî bo alîkarîya niştecîyên Îraqî bike," parlementerê Îraqî Muhemed Ebid Rebû ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku divê ev xebatên mirovî berdewam bikin û divê hikûmeta Îraqî şert û mercên baş ji dabînkeran re çêke, di nav wan de karmendên ajansên alîkarîyê, karmendên balyozxaneyê û karmendên hemû şandeyên biyanî yên din û yên NY.

Komîsyonerê navçeya Felûcayê Mueyed Ferhan ji Diyaruna re eşkere kir ku ew spasdar e bo piştgirî û programên ji alîyê rêxistinê Amerîkî ve hatine dabînkirin û anî ziman ku "meşa rojane di bajar de mirov bi wê alîkarîyê bi bîr tîne".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500