Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Trump û Berhem Salih li ser ''hevparîyeke ewlehî'' di navbera Amerîka û Îraqê de li hev dikin

AFP

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Îraqê Berhem Salih re di civîneke dûalî de li Lûtkeya Aborî ya Cîhanî diaxêve, li Davosê li Swêsrayê, roja 22yê Kanûna Duyem. [Jim Watson/AFP]

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi Serokê Îraqê Berhem Salih re di civîneke dûalî de li Lûtkeya Aborî ya Cîhanî diaxêve, li Davosê li Swêsrayê, roja 22yê Kanûna Duyem. [Jim Watson/AFP]

Serok Donald Trump û hemkarê wî yê Îraqî Berhem Salih di civînekê de roja Çarşemê (22yê Kanûna Duyem) hevkok bûn li dor pêwîstîtya berdewamkirina rola serbazî ya Amerîkî li Îraqê, li gorî Koşka Sipî.

Civîna li Davosê, li Swêsrayê yekem civîn bû piştî alozî û girjîyên li dor kuştina Amerîka ji fermandarê Feyleqê Qudis ê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê Qasim Sulêmanî re li Bexdayê peyda bûn.

"Her du serokan teqezî li ser girîngîya berdewambûna hevparîya aborî û ewlehî di navbera Amerîka û Îraqê de kir, di nav de şerê li dijî DAIŞê," Koşka Sipî got.

"Serok Trump dîsan teqezî li ser pêbendîya Amerîka ya berdewam bi Îraqeke serwer, aram û pêşketî kir," Koşka Sipî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500