Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Êrîşên asmanî yên Îraqî şeş çekdarên DAIŞê dikujin

Xalid Taî

Balefireke şer a Îraqî ya ji celebê F-16 dest bi operasyoneke êrîşker dike bo wêrankirina tunelên DAIŞê li devera Zabê li parêzgeha Kerkûkê, di 3yê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefireke şer a Îraqî ya ji celebê F-16 dest bi operasyoneke êrîşker dike bo wêrankirina tunelên DAIŞê li devera Zabê li parêzgeha Kerkûkê, di 3yê Kanûna Duyem de. [Wêne ji Fermandarîya Hêza Asmanî ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şeş çekdarên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatin kuştin di êrîşên asmanî yên Îraqî de li ser veşartgehên wan li bakurê welat, pisporekî di warê ewlehî de ji Diyaruna re Çarşemê di (22yê Kanûna Duyem) de ragihand.

"Raportên hewalgirî yên deqîq ku ji alîyê balefirên bê balefirvan yên koleçanê hatine berhevkirin cihê çar malên vehesînê yên nepenî destnîşan kirin, ku bermahîyên DAIŞê li nêzî bajarên Kerkûk û Mûsilê diciviyan," şirovekarê di warê ewlehî de Fadil Ebû Rexîf got.

Wî anî ziman ku "balefirên şer ên Îraqî roja Sêşemê êrîşên lezgîn birin ser malên vehesînê, û ew bi temamî wêran kirin".

Wî got ku "herî kêm şeş terorîstên ku di hundirê malên vehesînê de hebûn hatin kuştin," bê ku ew hûrgilîyên zêdetir derbarê nasnameyên wan bide.

Şervanên Îraqî xwe amade dikin ku biçine mîsyoneke lêgerînê bo li çekdarîên DAIŞê yên li Wadî Horanê bigerin di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şervanên Îraqî xwe amade dikin ku biçine mîsyoneke lêgerînê bo li çekdarîên DAIŞê yên li Wadî Horanê bigerin di Îlona 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Balefirên şer ên F-16 êrîşeke serkeftî kir ji baregeha serbazî ya Beledê, Wezareta Berevanîyê ya Îraqî di daxuyanîyeke de roja Sêşemê got.

"Veşartgeheke terorîstên DAIŞê li Wadî el-Şay", li başûrê Kerkûkê hat wêrankirin, daxuyanîyê got.

Tedbîran li dijî terorê zêde dikin

Ebû Rexîf got ku êrîşên asmanî yên nû li ser gelek veşartgehên dijmin "pêkan in" piştî êrîşa herî dawî.

Wî got ku endamên DAIŞê hewl didin ku li deverên bê niştecih belav bibin, bi taybet li deverên li başûr û rojavayê Kerkûkê, mîna Hewîca, Reşad û Riyadê.

Wî got ku jêderên hewalgirî destnîşan dikin ku DAIŞ hewl dide ku cihên lingê xwe li sînorên îdarî di navbera parêzgehên Kerkûk, Diyala , Selahedîn û Nînewayê çêbike, ku ew sûdê ji rûbera berfireh û coxrafîya zehmet ya van deveran wergire.

Wî anî ziman ku "deverên mîna Girên Hemrînê, Wadî el-Şay, Muteybice, Celam û Eyn Faris, heta biyabana Tekrît û Hetrayê, hîn deverên herî xeternak in di warê ewlehî de".

Wî got ku "bermahîyên DAIŞê li van deveran hene, belkî hejmara wan ne gelek e, lê ew li wan deveran di cihine veşartî de dimînin, bi taybet şikeft, gelî û newal û deverên gelek şînkahî li wan heye".

Ebû Rexîf not kir ku "ne hêsan e ku mirov bi temamî wan bermahîyan tine bike," "lê bi xebatên hewalgirî û çavdêrîya berdewam û bordumanên kwalîte baş em dikarin xeterîya wan kêm bikin û wan li jêr kontrolê bihêlin."

Wî teqez kir ku DAIŞê "piranîya şîyana xwe ya lojistî û mirovî ji dest daye û nema dikare kontrola tu erdê bike", û anî ziman ku "divê fişar û operasyonên ewlehî yên zêde berdewam bin".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500