Nûçeyên Iraqê
Enerjî

Bank: Îraq dê xaza Îranî "radiwestîne" eger efûya Amerîkî bi dawî bibe

AFP

Ev wêne dolarên Amerîkî û riyalê Îranî di navendeke pereguhertinê li Besaryê di 6ê Mijdara 2018an de dîyar dike. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Ev wêne dolarên Amerîkî û riyalê Îranî di navendeke pereguhertinê li Besaryê di 6ê Mijdara 2018an de dîyar dike. [Heyder Mihemed Elî/AFP]

Banka ku Îraq di rêya wê re hawirdeyên xaza Îranî dide Sêşemê (21ê Kanûna Duyem) got ku ew dê nema pereyan bide eger efûyeke girîng a Amerîkî yên derbarê cezayan meha bê bi dawî bibin.

"Em dê rawestin. Bi vê hêsanîyê," birêveberê Banka Bazirganî ya Îraqî (TBI) Feysel Heymûs got.

Sektora kehrebeyê ya Îraqî heya sê ribê pêdivîyên xwe jî xwe dispart Îranê.

Di nava tengijînene dijwar de, Amerîka di 2018an de cezane giran li ser sektora wizeyê ya Îranê sepand lê di her 15 mehên borî de rêzeefûyine demkî dabûne Îraqê bo rê bide wê ku xazê ji Tehranê bikire.

Bexda hawirdeyên xwe bi rêya razandina dînarên Îraqî di hesabekî TBI de dide, ku ev yek ji hêla teknîkî ve dihêle Îran bi rêya van pereyan kelûpelên necezakirî bikire.

Heymus dîyar ku eger Îraq heya meha bê peymana efûkirinê nû nekir, TBI dê nema pereyan bide,

Wî got ku "eger ev yek bi dawî bû, jixwe dê TBI tu pereyên xazê nede û dê tu lihevkirineke bi tu pêgeheke Îranî re derbarê xaz û kehrebeyê de girênede. Teqez."

"Weke bankek, tiştê herî girîng li cem me ku em pêbend bin (qanûnên navdewletî). Ji ber vê yekê xelk bi me bawar in," birêveberê bankê got.

Çi kesê bi desthilat an dewletên ku ketine lîsteya reş a Amerîkayê re danûstandinê bike belkî cezane nesereke lê were birîn, ku dê rê li ber wergirtina wî ji dolar re jî were girtin.

Efûkirinê hişt Îraq cezayên mîna van rizgar bibe, ku hişt ew heya 1,400 MW kehrebe û 28 milyon metrên sêcar ên xazê ji Îranê werbigire.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500