Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Sivîl ji gundewarê Helebê direvin, ji ber êrîşên asmanî yên dijwar

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Çekdarine Tehrîr el-Şam û çekdarine alîgir jê re li gundewarê rojhilatî yê Idlibê ne dema qewimîna şer û pevçûnên vê dawîyê ligel rejîma Sûrîyayê û hevalbendên wê. [Wêne ji Navenda mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Êrîşên asmanî yên Rûsî li çend cihan li bakurê Sûrîyayê Yekşemê (21ê Kanûna Duyem) herî kêm 12 kes kuştine, di nav de heft zarok, li gorî AFP.

Du ji qurbanîyan li başûrê rojhilatê parêzgeha Idlibê hatine kuştin, û her 10 mirîyên din li rojavayê parêzgeha Helebê, li gorî Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov.

Rojekê berê, herî kêm heft sivîl, ku pênc ji wan zarok bûn, di êrîşên asmanî ên Rûsî yên li ser gundewarê rojavayî yê parêzgeha Helebê de hatin kuştin.

Rewangehê da zanîn ku êrîşên roja Duşemê çend gundine li jêr kontrola hevbendîya Tehrîr el-Şam û komên çekdar ên opozîsyonê armanc kirine.

Endamekî Xûzeyên Sipî kavilên xanîyekî li bajarokê Kefir Cûmê, li rojavayê Helebê, ku di êrîşên asmanî yên dawî hatiye wêrankirin pişkinîn dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Endamekî Xûzeyên Sipî kavilên xanîyekî li bajarokê Kefir Cûmê, li rojavayê Helebê, ku di êrîşên asmanî yên dawî hatiye wêrankirin pişkinîn dike. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Sûrî ji gundewarê rojavayî yê Helebê berê xwe didin deverên Idlibê yên hinekî ewlehtir, ew ji êrîşên asmanî yên dijwar ên Rûsî û Sûrî direvin. [Wêne ji Navenda mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Sûrî ji gundewarê rojavayî yê Helebê berê xwe didin deverên Idlibê yên hinekî ewlehtir, ew ji êrîşên asmanî yên dijwar ên Rûsî û Sûrî direvin. [Wêne ji Navenda mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Sê keç li gundê Kefir Tael û çar sivîlên din, di nav wan de du zarokên din, di êrîşên asmanî de yên hinek gundine din li deverê armanc kirin hatin kuştin.

Pêleke nû a bêwarîyê

Êrîşên asmanî yên dijwar ên Rûsî û Sûrî û mûşekbaranên dijwar êm rejîma Sûrîyayê li gundewarên parêzgehên Heleb, Hema û Idlibê bûn sedema pêleke nû ya bêwarîyê, çalakgerekî ji Diyaruna re teqez kir.

"Gelek dever li gundewarên Heleb û Hemayê rastî êrîşên asmanî yên dijwar ên Rûsî û Sûrî tên, ku ev yek bûye sedema pêleke nû ya bêwarîyê, û sivîl berê xwe didin deverên ewlehtir li gundewarê Idlibê," çalakgerekî ji gundewarê Helebê bi navê Ehmed Salim ragihand.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku ligel mirin û birîndarbûna sivîlan, êrîşên asmanî û topbarankirinan malên xelkê, jêrxane û bazar li dora 25 gund û bajarokan armanc kirin.

Salim got ku bajarokên ku rastî êrîşên dijwar an jî yên dubare hatine ev in: Kefir Cûm, Kefir Tael, û Rîf el-Muhendisîn el-Ewel.

Wî got ku operasyonên serbazî li gundewarê rojhilatî yê Idlibê berdewam dikin, û zêdetir jî bûne, bi taybetî piştî Tehrîr el-Şam û hevalbendên xwe êrîşeke dijber li devera li nêzî gundê Ebû Defnayê pêk anî.

Qewlbû ku agirbesteke bi serpereştîya Rûsya, hevalbenda rejîma Sûrîyayê û Turkîya, piştevana opozîsyonê ku vê mehê hat pêkanîn herêmê ji van êrîşan biparêze.

Lê rejîma Sûrîyayêheftîya borî bi pêngaveke dijwar guvaş kir, û hêzên wê bi tenê çend kîlometran ji Maeret Numanê dûr mane, ku ew bajarokekî girîng e li başûrê Idlibê, û ew dixwazin ku bajarok ji destê Tehrîr el-Şam derxînin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500