Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Bi dehan kuştî di demekê de ku Şam operasyona li Idlibê dijwartir dike

AFP

Zarokekî Sûrî digirî gava wî ji Erîhayê derdixînin a li dawîn asêgeha opozîsyonê ya sereke li Sûrîyayê ye piştî bomebaraneke rejîma Sûrî di 15ê Kanûna Duyem de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zarokekî Sûrî digirî gava wî ji Erîhayê derdixînin a li dawîn asêgeha opozîsyonê ya sereke li Sûrîyayê ye piştî bomebaraneke rejîma Sûrî di 15ê Kanûna Duyem de. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Bi dehan çekdar û sivîl li parêzgeha Idlibê ya Sûrî hatin kuştin ku hikumetê êrîşeke dijwar roja Pêncşemê (16ê Kanûna Duyem) li ser bajarokekî sereke ku li dawîn asêgehên opozîsyonê ye pêk anî.

Dawîn êrîş, piştî êrîşên ku tê de 18 sivîl roja Çarşemê hatin kuştin, agirbestaku Rûsya û opozîsyona bi piştevanîya Tirkîyayê ragihadibû binax kir ku hîna tiştekî wisa berî niha çênebûye.

Birêveberê Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov Ramî Ebdul Rehman ragihand ku "şerin di nîva şeva Çarşemê li başûrê bajarokê Maeret Numanê de rû dan, li gel bomebaraneke dijwar tevî agirbesta Turkî-Rûsî."

Herî kêm 22 çekdarên li dijî hikumetê hatin kuştin, piranîya wan endamên hevbendîya tundrew Tehrîr el-Şam in.

Rewangehê dîyar kir ku 17 leşkerên hikumetê û milîsên alîgirên wê jî di şer de hatin kuştin.

Ebdul Rehman anî ziman ku hêzên hikumetê aniha heft km tenê ji Maeret Numanê bi dûr mane, bajarokekî ku cihekî xwepêşandanên li dijî hikumê Beşar Esed bû.

Nêzî neh salan şer li dar e, heya niha jî xwepêşandanên li dijî hikumetê di nava hinek bajarokên parêzgehê de ne.

Li bajarê Idlibê bixwe, 18 sivîlan jîyana xwe ji dest da û gelek birîndar bûn ji ber êrîşine Rûsî û Sûrî roja Çarşemê, Rewangehê got.

Êrîşên asmanî gelek avahî li herêma pîşesazîyê kirin armanc û ziyan gihandin dikan û gelek otombêlan, ku termine şewtî di hundirê otombêlan de li paş xwe hişt.

"Cihê ku herinê tune ye"

Mistefa, xwedîyê dikaneke çaksazîyê li herêmê ye, pir bi şans bû ku karîbû rihê xwe xilas bike. Ew hema ji dikanê derketibû da parçene xîyarê werîne.

Wî ji AFP re ragihand ku dema ew vegerîya dikanê dît wêrankirî ye û çar xebatkarên wî di bin kavilan de mane. Nihat dîyarkirin ku ew sax man an na.

"Ev ne taxa ku min berî du xuleyan berdabû ye! Mistefa got û rondik ji çavên wî hatin xwarê.

Agirbesta ku Yekşemê ji alîyê artêşa Rûsî hat ragihandin tevlî lîsteyeke dirêj a destpêşxêrîyên demkurt an nûçêkirî dibe da sînorekî ji tundîya li Sûrîyayê re deyne.

"Em li vir dijîn û em nizan ku agirbest heye yan tenê di ragihandinê de derdikeve. Li ser erdê tu agirbest tune ye. Xelk ditirsin, bazar vala ne," Sarî Bîtar, endezyarekî Idlibî 32 salî wiha got.

Wî got "weke her kesî, ez nikarim di deverekê de ku rejîm, hêzên Rûsî û milîsên Îranê tê de bi pêş dikevin bimînim."

"Pirsgirêka tekane ku em nikarin biçin tu deverê," Bîtar got. "Sûrîya êdî di vî parçeyê xaknîgarî de maye ku roj bi roj tengtir dibe."

Parêzgeha Idlibê êdî li ber koçberên ku ji deverên berî li jêr destê opozîsyonê bûn girtî ye ku hikumeta Sûrî aniha wan kontrol dike

Idlib di çend hefteyên borî de rastî bomebarankirineke giran hat, tiştê hişt bi deh hezaran kes ji bakur-rojavayê parêzgeha ku dora sê milyon kesan dihewîne birevin.

Ajansa hevahengkirina karûbarên mirovahîyê ya NY (OCHA) ragihand ku ji 1ê Kanûna Yekem de bi tenê, 350,000 kes ji malên xwe revaîyane, ku ber bi bakur ve diçûn û bi taybet ji başûrê Idlibê yê ku pir ziyana êrîşên asmanî dît.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500