Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Jinên DAIŞê bi şewitandina bi qesd û kuştinên li kampa Holê tên tawanbarkirin

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Jin nîqabê li xwe dikin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Jin nîqabê li xwe dikin li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Çalakgerekî xwecihî got ku jinên tundrew ên "Dewleta Îslamî" yên li kampa Holê li parêzgeha Hesekê li Sûrîyayê girtî ne berpirsyar in ji pêla êrîşên şewitandina bi qesid û kuştinê.

Niştecîyên kampê rastî êrîşê hatin ji ber wan red kir ku fermanên hisbayê ("polîsê olî") bi cih bînin, ku ew komek ji pasevanên ku xwe tayîn kirine û ew hewl didin ku qanûnên DAIŞê û îdîolojîya wê bi zorê bisepînin, çalakger Emar Salih ji Diyaruna re ragihand.

Wî got ku gelek niştecîyên kampê îdîolojîyê red dikin, lê tevî wê yekê ew ji alîyê jinên hisbayê ve rastî fişarê tên daku bi eqîdeya rêxistinê ya tundrew pêbend bin.

Du zarok mirin û dêya wan birîndar bû roja Çarşemê (15ê Kanûna Duyem) dema ku agir bi konê wan ket di kampê de, agirê tê gotin ku ji alîyê jinên tundrew ve di malbata wan de hat vêxistin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Ev jin ji ber birînên şewatê diêşe piştî ku jinên DAIŞê agir berdan konê wê li kampa Holê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Ev jin ji ber birînên şewatê diêşe piştî ku jinên DAIŞê agir berdan konê wê li kampa Holê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Zarok bermahîyên konê xwe seh dikin li kampa Holê piştî ku jinên DAIŞê agir berdanê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Zarok bermahîyên konê xwe seh dikin li kampa Holê piştî ku jinên DAIŞê agir berdanê. [Wêne ji Euphrates Post hatiye wergirtin]

Rewangehê got ku berî rojekê, laşê jineke ku ji alîyê jinên tundrew ve hatiye kuştin li kampê hat dîtin.

Hat gotin ku qurbanîyê red kir ku bi îdîolojîya DAIŞê pêbend be.

Di 8ê Kanûna Duyem de, hêzên asayişê laşê penabereke Îraqî li kampê dîtin, a ku bi çakûçekî û alaveke tûj ji alîyê jinên tundrew ve hatibû kuştin, tê angaştin ku wê îdyolojîya rêxistinê red dikir, li gorî Rewangehê.

Rewangehê da zanîn ku bûyerên mîna van bûne tiştekî normal.

Salih got ku alozî li Holê gur dibe piştî van êrîşên şewitandina bi qesd, hat dîtin ku komeke jinên bi nîqab agir berdane hejmareke konên malbatên red dikin ku biya fermanên hisbayê bikin.

Agirê ku hat vêxistin hejmareke konan wêran kir û hejmarek jji inan jî ji ber şewatê birîndar bûn, hin ji wan birînên wan giran in.

Wî got ku jina ku di 8ê Kanûna Duyem de mirî hat dîtin "bi awayekî tund hatibû lêdan, êşkencekirin û kêr jî lê dabûn".

Wî got ku tê gotin ku ew bêhtir ji carekê bi axêftinê bi jinên hisbayê re bevçûbû.

Lêkolîna di bûyeran de

Salih got ku hêzên ewlekarî yên girêdayî Asayişê li kampê peygerînê di van bûyeran de dikin û dest pê kirine lêpirsînê ji hejmareke mezin ji niştecîyên kampê dikin da nas bikin bê kî li pey vê yekê ye.

Wî got ku ev yek dê ne hêsan be, ji ber jinên ku gef xwarin û kon şewitandin nîqab li xwe kiribûn, û rûwên wan feşartî bûn.

Wî anî ziman ku dibe ku peygerîn hinekî dirêj bikin heta biqedin.

Salih not kir ku piranîya niştecîyên kampê îdîolojî û kirarên jinên DAIŞê red dikin, û vê yekê hişt ku hejmara bûyeran li kampê zêde bibe, bi taybet ew bûyerên ku xwe dispêrine êrîş û gefan.

Wî got ku herêma Birêveberîya Xweser vê dawîyê hejmareke mezin a malbatên ji herêmê bi xwe berdan -- ku ji herdu parêzgehên Dêra Zorê û Reqayê ne -- piştî ew piştrast bû ku wan dest ji îdîolojîya rêxistinê berda.

Garentîyên êlî hatin dan ku ev malbat dê tu carê careke din alîkarîyê bi tundrewan re nekin û ne alîkarîyê ji wan re dabîn bike.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500