Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku di êrîşa Sêşemê (14ê Kanûna Duyem) li ser baregeheke asmanî ya Sûrîyayê de herî kêm sê çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.
Çar mûşek li baregeha T4 a li parêzgeha Homsê li bakurê Şamê ketin, derdora demjimêr 10ê êvara Sêşemê, li gorî ajansên ragihandinê yên Sûrîyayê, û wan got ku êrîş bi tenê bûye sedema ziyanên madî û tu qurbanî tune ne.
Li gorî Rewangehê, herî kêm sê çekdarên bi ser Îranê ve hatin kuştin.
Rewangehê dîyar kir ku êrîşê embareke çekan a Îranê, du otombêlên serbazî û avahîyek hît tê avakirin wêran kirin.
Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman destnîşan kir ku kuştî hemû ne Sûrî ne, û da zanîn jî ku hêzine Îranî û şêwirmendine serbazî yên Rûsî li baregehê hebûn.