Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Parêzgeha Enbarê navendên polîsê yên DAIŞê wêran kiribûn dîsan vedike

Xalid Taî

Serokê polîsê Enbarê Hadî Kesar Erzayic serdana navenda polîsê Felûcayê dike, ku di 9ê Kanûna Duyem de hat nûkirin û vekirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Serokê polîsê Enbarê Hadî Kesar Erzayic serdana navenda polîsê Felûcayê dike, ku di 9ê Kanûna Duyem de hat nûkirin û vekirin. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Birêveberîya Polîsê Enbarê îsal plana nûavakirin û nûvekirina gelek navendên polîsê yên li ser destê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) hatibûn wêrankirin dike, polîsê Enbarê Çarşemê (15ê Kanûna Duyem) ragihand.

Birêveberî li ser vekirina şeş navendên polîs li bajarên Remadî, Felûca, Hît û Qayîmê dixebite, serokê polîsê Enbarê ferîq Hadî Kesar Erzayic wiha ji Diyaruna re ragihand.

Wî da zanîn ku yekemîn navend, di 9ê Kanûna Duyem de li Felûcayê hatiye vekirin.

Wî got ku navenda polîsê Felahatê, ya ku terorîstan ew bi temamî wêrankiribû, hat nûkirin û sîstemên çavdêrîyê û alavên teknolojî yên pêşkêtî lê hatin danîn.

Endamekî polîsê çavdêrîya çûnûhatinê li navenda parêzgeha Enbarê dike. Enbar vê salê plana vekirina şeş navendên polîsê dike. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Endamekî polîsê çavdêrîya çûnûhatinê li navenda parêzgeha Enbarê dike. Enbar vê salê plana vekirina şeş navendên polîsê dike. [Wêne ji Birêveberîya Polîsê Enbarê hatiye wergirtin]

Erzayic dîyar kir ku "me dest bi planên nûavakirina navendên polîsê di nîvê 2016an de kir, piştî ku me karîbû deverine mezin li Enbarê ji DAIŞê rizgar bikin".

Wî got ku "herdu salên borî, me gelek ji van navendan vegerandin xizmetê, di nav de navendên sereke yên li navenda bajarê Felûcayê, navenda polîsê Feratê li Hîtê û navenda polîsê Endelusê li bajarokê Xalidiyayê".

Wî destnîşan kir ku armanc ji vê gavê ew e "zêdekirina asta xizmetguzarîyên ji welatîyan re tên pêşkêşkirin, bi taybet mijarên tomarkirina gilîkirin û isbatkirina mafên wan... û herwiha çareserkirina babetên qerbûkirinê ji kesên ku ziyan ji ber çalakîyên terorîst dîtine".

Rola polîs di rûbirûkirina terorê de

Erzayic got ku "xurtkirina van mafan babeteke sereke ye ku me soza wê dabû piştî me bajarên xwe rizgar kirin û me aramî vegerand".

Wî got ku "em dixwazin ku hemû navendan [ên polîs] vekin û gelek endamên wan vegerînin karên wan ên berê, ku ew bo qadên şer di şerên rizgarkirinê de hatibûn şandin".

Erzayic dîyar kir ku navendên polîsê roleke girîng di rûbirûkirina çalakîyên terorî de digerînin, û destnîşan kir jî ku vegera wan bo xizmetê "beşekî sereke ye di xebatên li dijî terorê", têkbirina şanên wê yên razayî, sepandina ewlehî û qanûnê, û herwiha çarerserkirina tawana plankirî de."

Wî anî ziman ku planên vê salê vekirina gelek navendên dijî-tawanê jî dihundirînin, herwiha ofîsên polîsên Interpol li dergehên sînorî, û da zanîn jî ku ofîsa Interpolê ya yekemîn di Îlona borî de li Enbarê li tenîşt dergehê sînorî yêTrêbîlê yê bi Urdinê re hat vekirin.

Polîsê Enbarê herwiha li ser firehkirina navenda perwerdekirinê ya li parêzgehê jî kar kir, ku îroj weke navendeke herêmî ya perwerdekirina xebatkarên polîsê li seranserê welat tê dîtin.

Erzayic teqez kir ku birêveberî di rêya focê tektîkî re, dê piştevanîya yekîneyên serbasî yên Fermandarîyên Operasyonên Cezîrê û Enbarê berdewam bike, nemaze operasyonên wan ên lipeyketin û jihevxistina paşmahîyên terorîstan ên li biyabana rojavayî ya Enbarê.

Wî got ku "me destketîyên girîng bi saya vê hevahengîya ewlehî bi dest xistin, herwiha bi hevkarîya niştecihan jî.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Bi qedrê Muhemed û malbata Muhemed, Xwedê hemû hêzên ewlekarîyê yên ku berevanî li xak û rûmeta Enbarê kirin biparêze û serokê polîsê Enbarê bi selamet bihêle û sehet û tendirustîyeke baş bide wî!

BERSIV BIDE