Nûçeyên Iraqê
Ewlehî

Hêzên Îraqî li paşmahîyên DAIŞê yên li Diyalayê digerin

Xalid Taî

Helîkoptereke Îraqî li ser gundekî li navçeya Îmam Weys li parêzgeha Diyalayê difire, di operasyonekê de bo ewlekirina deverê ji êrîşên terorî ku di Adara 2019an de bi rê ve çû. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Helîkoptereke Îraqî li ser gundekî li navçeya Îmam Weys li parêzgeha Diyalayê difire, di operasyonekê de bo ewlekirina deverê ji êrîşên terorî ku di Adara 2019an de bi rê ve çû. [Wêne ji Fermandarîya Polîsê Diyalayê hatiye wergirtin]

Operasyoneke ewlehî bo dîtina paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) ên li gelîyên Îmam Weys, li bakur û rojhilatê Diyalayê, Duşemê (13ê Kanûna Duyem) hat destpêkirin, Fermandarîya Polîsê Diyalayê ragihand.

Polîsê Diyalayê, Fermandarîya Operasyonên Diyalayê û balefirên artêşê dest bi "operasyoneke berfireh" li deverên ewlehî li wan lawaz e kirin, eqîd Nîhad Muhemed Hesen, birêveberê ragihand û pêwendîyên fermandarîya polîs Sêşem ji Diyaruna re ragihand.

Deverên operasyonê ev in: gelîyên Selab, Hedîd û Eyn el-Semc li devera Îmam Weys a navçeya Xaneqînê.

Wî daxuyand ku operasyon armanc dike serketineke ewlehî bi dest bixe diçarçoveya pêngava Vîna Serketinê de, ya ku berî du heftîyan qedîya.

Fermandarên meydanî planeke ewlehî ya lêgerîna li bermahîyên DAIŞê yên li gundên dûrdest ên parêzgeha Diyala dişopînin di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Fermandarên meydanî planeke ewlehî ya lêgerîna li bermahîyên DAIŞê yên li gundên dûrdest ên parêzgeha Diyala dişopînin di Hezîrana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hesen got ku ew armanc dike ku "fişarê li ser terorîstên mayî û şanên wan ên razayî li deverên ku kendûkozên wan sext in bidomîne".

"Operasyon beşek ji xebatên me yên parêzî ye, yên bi armanca parastina gund û bajarokên li nêzî gelîyan û rêgirtin li ber berfirehbûna dijmin û sûdwergirtina wî ji lawazî û qelsîyên di ewlehîyê de," wî daxuyand.

"Ew beşeke ji zincîrek ji operasyonên ewlehî yên ku dê di rojên werin de li dijî paşmahîyên DAIŞê yên li deverên ku çalakîyên terorî û êrîşali wan diqewimin pêk bên," wî anî ziman.

"Em aniha lêgerîneke bi baldarî li deverên operasyon wan dide ber xwe pêk tînin, li ser bingeha agahîyên hewalgirî û koleçana asmanî," wî got.

"Rûberên berfireh êdî li jêr kontrolê ne û gefa terorîstan li wir nemaye," wî teqez kir.

Ewlekirina sînorên parêzgehê

Hesen dîyar kir ku encamên girîng di operasyonên ewlehî yên dawî de li parêzgehê hatine bidestxistin, ku wan dest da "baştirkirina rewşa ewlehî û rêxweşkirin li ber vegera malbatên bêwar".

Wî eşkere kir ku planeke bo asêkirina gundên li deverên îzolekirî hatiye pêkanîn, mîna gundên Îmam Weys, gola Weqf, Neda, Ebû Saida û gola Hemrînê.

Wî got ku plan ji "pêkanîna kemînan, belavkirina pagerên bi şev û danîna xalên pişkinînê li dora gundan bo nehiştina xwevedizînên dijmin û çepelkirina êrîşên wan" pêk tê.

"Kamîrayên çavdêrîyê yên bi germahîyê kar dikin li gundan hatin danîn bo şopandina tevgerên terorîstan," wî eşkere kir, û da zanîn ku divê kamîrayên bêhtir li çend cihan werin danîn.

Planên din hene bo asêkirina sînorê îdarî yê Diyalayê yê bi parêzgeha Selahedînê re, li gorî Hesen.

"Ewlekirina vî sînorî erkê artêşê ye, lê em di xebatên xwe de hevahengîyê û hevkarîyê bi wan re dikin," wî got.

"Gelek çalakî û plan hene bo baştirkirina kontrolkirina deverên sînorî û girtina hemû qulan bi rêya zêdekirina yekîneyên serbazî, pêkanîna çavdêrîya asmanî, û destpêkirina operasyonên paqijkirinê û lêgerînê yên bêhtir," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500