Heta asteke mezin parêzgeha Deraayê ya ku başûrê welat e ji bin kontrola hêzên rejîma Sûrî derket piştî ku opozîsyonê hebûna xwe li deverê zêde kir, çalakgerekî xwecihî got.
Ciwanine çekdar êrîşî xalên pişkinînê û berberstan dikin û wan dixine bin destên xwe de û leşkerên ku pasevanîya wan dikin digirin, çalakger Cuma Mesalma ji Diyaruna re ragihand.
Wî got ku ev yek weke bersiv li ser girtinên bêserûber ên ji alîyê hêzên rejîmê ve tên bicihanîn tê, û anî ziman ku "hêdî hêdî hêzên rejîmê kontrola parêzgeha Deraayê ji dest didin".
Wî got ku di van çend saetên borî de, ciwanine çekdar êrîşî hejmareke mezin ji xalên pişkinînê û navendên artêşê kirin û bi leşkerên rejîmê re pevçûn kirin.
Li gorî Mesalma, ev pêşketin çêbûn ji ber alozîya ku ev demekê gur dibe ji ber pêngava rejîmê a girtina keyfkarî û qebûlnekirina wê ji rawestandina girtinan û serbestkirina girtiyan re.
Bûyera li Nehtayê
Mesalma got ku pevçûnên vê dawîyê dest pê kirin ji ber girtina niştecîyekî bajarokê Nehtayê li gundewarê rojhilatê Deraayê, vê yekê hişt ku niştecî êrîşî cihekî serbazî yê rejîmê bikin û leşkerîn pasevanîya wî cihî dikin bigirin.
Wî anî ziman ku pêla qehrê bi lez ber bi bajarok û gundên din ve berbelavbû, ku gelek niştecîyan piştgirîya xwe ji Nehtayê re derbirîn kir, piştî ku rejîmê gef xwar ku ew dê bigire ser bajarok daku leşkerên xwe azad bike.
Wî got ku hin xalên pişkinînê li Deraayê aniha di bin destên komên çekdar ên xwecihî de ne û leşkerên rejîmê yên pasevanîya wan dikirin hatine girtin.
Wî anî ziman ku xalên pişkinînê yên din şerên demdarî yên bi saetan dirêj kirin li wan hebûn û not kir ku alozî li bajarokên Kerek el-Şerqî, Seyda, Tefes, Melîha el-Xerbîye, Dail, Tel Şihab, Muzeyrib, Maeraba û Newayê heye.
Wî got ku "niştecîyên xwecihî bang li rejîmê kirin ku girtîyên xwecihî berde," ligel gelek daxuyanîyên ku daxwaza berdana wan û berdana leşkerên rejîmêû vegerandina aramîyê dikin.
Mesalma got ku çalakgeran girtina keyfkarî ya 1,000 ciwanan li deverê belge kir û not kir ku rejîmê red kir ku cihê wan eşkere bike an sûcên wan dîyar bike.