Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

QSD operasyonên ramaliştinê bo şanên DAIŞê li rojhilatê Dêra Zorê pêk tîne

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Hêzine taybet ên QSDê êrîşeke bi şev li bajarokê Dibanê yê li rojhilatê Dêra Zorê pêk anîn ku di encamê de hejmarek ji endamên DAIŞê û xebatkarên wê hate girtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzine taybet ên QSDê êrîşeke bi şev li bajarokê Dibanê yê li rojhilatê Dêra Zorê pêk anîn ku di encamê de hejmarek ji endamên DAIŞê û xebatkarên wê hate girtin. [Wêne ji Hêzên Sûrîya Demokratîk hatiye wergirtin]

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) operasyonên maliştinê yên ewlehî ku şanên razayî yên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dikin armanc li gundewarê parêzgeha Dêra Zorê yê rojhilatî pêk tînin, efserekî QSDê û çalakgerine herêmî gotin.

Şanine DAIŞê êrîşî endamine QSDê û kesên alîgirên wê li parêzgehê kirin, bi armanca belavkirina tirsê û têkdana ewlehîyê, efserê QSDê Ferhad Xocae wiha ji Diyaruna re got.

Di 8ê Kanûna Duyem de, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku hewldaneke kuştinê hebû ku endamekî meclisa sivîl a bajarokê Dibanê li gundewarê Dêra Zorê yê rojhilatî kiribû armanc.

Rewangehê dîyar kir ku çekdarine nenas li ser motorekî gule berdan endamekî mecilsê li derveyî mala wî, lê tu ziyan çênebû.

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk li paşmahîyên DAIŞê digerin li rojhilatê Dêra Zorê. [Wêne ji rûpela Furat Post a Facebookê hatiye wergirtin]

Endamine Hêzên Sûrîya Demokratîk li paşmahîyên DAIŞê digerin li rojhilatê Dêra Zorê. [Wêne ji rûpela Furat Post a Facebookê hatiye wergirtin]

Rewangehê got ku li heman herêmê, bombeyek bidestçêkirî bi otombîleke QSDê teqiya, di encamê de hejmareke birîndar di refên wê de çêbû.

Xoca got ku bi hevkarîya hêzên hevpeymanîya navdewletî, QSDê şanên DAIŞê û yên pê re dixebitin dişopîne "bi rêya operasyonene ewlehî deqîq ku endamên rêxistinê û kesên piştevanên wê armanc dikin."

Wî dîyar kir ku operasyonên çavdêrîyê tên pêkanîn, û agahîyên hewalgirî tên komkirin û fehskirin li gel agahîyên ji sivîlên herêmê, ku ew çavkanîya sereke ya van agahîyan in.

Xoca da zanîn ku hevkarîya wan pir girîng e ji ber gelek endamên DAIŞê xwe di malên sivîlan de vedişêrin, "ji ber ew dizanin ku QSDê û hevpeymanî operasyonekê ku jîyana sivîlan bixe metirsîyê pêk nayînin."

Xoca anî ziman ku "gelek operasyon vê dawîyê pêk hatin" ku endamên DAIŞê kirin armanc, di nav de operasyona li Dibanê ku tê de 14 endamên DAIŞê û xebatkarên wê hatin girtin.

Xoca destînşan kir ku geva zext li şanên razayî yên DAIŞê tê, berê xwe didin deverên tije-xelk bo piştevanîya lojistîk, komkirina agahîyan û bidestxistina xwarinê ji sivîlan di rêya gefan re.

Wî got ku niştecihên herêmî bi tirs û zextê hîs dikin ku van daxwazan bi dih tînin ji ber kuştinên plankirî li herêmên wan diqewimin.

Belavkirina tirsê di nava xelkê de

Êrîşên ku şanên DAIŞê li deverên cihêreng ên Dêra Zorê pêk tînin, herwiha bo qurbanî di nava QSD û sivîlan de hebin, bo tengijînê vegerînin û sivîlan bitirsînin, çalakger Emar Salih ji Diyaruna re da zanîn.

Wî got ku bersivên hêzên taybet ên QSDê dê ewlehîyê biparêzin, da zanîn jî ku êrîş û tirsa ku DAIŞê çêdike "têkçûyî" ne ji ber xelkên herêmê ji rêxistinê û teşqeleyên wê têr xwarine.

Salih got ku endamên DAIŞê rêzê ji jîyana sivîlan re nagirin, destnîşan kir jî ku di 1ê Kanûna Duyem de otombêleke bomebarkirî li pêşîya navendeke QSDê ya berê li bajarokê Ebû Hemam hat teqandin, di encamê de jinek û 2 zarok birîdar bûn.

Endamên DAIŞê hewl didin xwe xwedî desthilat li Dêra Zorê bidin nîşandan, di rêya kuştinên plankirî re yên kesayet leşkerî û sivîlan dikin armanc ên di sazîyên sivîl ên birêveberîya herêmê de kar dikin, çalakger Cemîl Abid anî ziman.

Wî ji Diyaruna re ragihand ku xebatkar hewl didin hemû pêdivîyên sivîlan peyda bikin, binesazîyê çaksaz bikin û xizmetguzarîyên sereke pêşkêş bikin.

Abid dîyar kir ku bi rêya van êrîşan re, DAIŞ dixwaze xebatên wan sînordar bike û nîşan bide ku QSDê di misogerkirina ewlehîyê de bi binketîye û ku ew nikare herêmê bi rê ve bibe.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500