Nûçeyên Iraqê
Penaber

200 malbat vedigerine melên xwe li Bajarê Kevin ê Mûsilê

Xalid Taî

Bêwarên Îraqî vedigerine Bajarê Kevin ê Mûsilê, cihê ku jîyan hêdî hêdî vedigere weke berê piştî hemû wêranîya ku bajar rastî hat di şerên rizgarkirina wî ji DAIŞê. [Wêne ji Mosul Eye hatiye wergirtin]

Bêwarên Îraqî vedigerine Bajarê Kevin ê Mûsilê, cihê ku jîyan hêdî hêdî vedigere weke berê piştî hemû wêranîya ku bajar rastî hat di şerên rizgarkirina wî ji DAIŞê. [Wêne ji Mosul Eye hatiye wergirtin]

Komeke nû ya niştecîyan ên ji malên xwe bêwar li Mûsilê piştî ku "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) girte ser bajar di sala 2014an de, vê dawîyê vegeriyan, berpirsekî xwecihî ji Diyaruna re ragihand.

Kom 200 malbatên ku li Bajarê Kevin ê Mûsilê dijîn dihewîne, cihê ku beşekî mezin ji niştecîyan hîn nikarin vegerin ji ber wêranîya mezin a giha bajar di şerên rizgarkirinê de.

Kesên vegeriyane beşek in ji programê vegera xwebexş Wezareta Koç û Koçberîyê kar dike ji çaxê ku DAIŞ ji Mûsilê hatiye derkirin, birêveberê giştî yê Birêveberîya Kar û Barên Şaxan ya wezaretê, Elî Cehankîr roja Înê (10ê Kanûna Duyem) ji Diyarunare ragihand.

Wî got "em kar dikin da em vegera kesên bi awayekî xwemalî bêwar bûne han bidin û wan bi hemû samanan dabîn bikin".

"Mesela vegerê bijareya malbatê ye û em fişarê li ti kesî nakin ku ji kampê derkeve dema ew dibînin baştir e ji wan re ku li kampê bimînin, Cehankîr got.

"Lê piranîya kesên bêwar dixwazin vegerin, bi taybet eger deverên wan ti pirsgirêkên girêdayî xizmetguzarîyan an ewlehîyê li wan nebin, û malên wan ji jîyanê re guncan bin".

Bêwarî kêm dibe

Wî got ku 200 malbat ji kampa Selamîyayê li başûrê Mûsilê hatin guhestin piştî rewşa wan a ewlehî hat sehkirin û şert û mercên guncan ji wan re hatin peydakirin da ku li warên xwe bi cih bibin.

Wezaret xizmetguzarîyê piştî vegerê dabîn dike da misoger bike ku malbat tevlî civakên xwecihî bibin, li gorî Cehankîr.

Wî not kir "di plana me ya vê salê de, em dê giranîyê bidine zêdekirina van xizmetguzarîyan, bi taybet ku meseleya bêwarîyê û barê wê yê giran kêm dibin".

Wî got ku aniha wezaret ji her malbatê re xwarin, hewarçûn û alîkarîya tendirustî dabîn dike, li gel piştgirîya darayî, da ku alîkarîyê bi wan re bike ku dest bi jîyana xwe bikin.

Cehankîr got ku hejmara malbatên bêwar li seranserî Îraqê kêm bûye, dema ku teqrîben 540,000 malbatên bêwar vegerîyan deverên xwe di sala 2019an de.

Hîn 330,000 malbat bêwar in, di nav wan de 70,000 malbat ên ku li kampaên bêwarîyê dijîn, piranîya wan li başûrê Mûsilê ne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500