Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Hêzên Îraqî îmdadên DAIŞê û çavkanîyên wê yên lojistîkê qut dikin

Xalid Taî

Du endamên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li biybana Selahedînê dinêrin di Gulana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Du endamên hêzên ewlekarîyê yên Îraqî li veşartgeheke DAIŞê li biybana Selahedînê dinêrin di Gulana 2019an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Ajansên hewalgirîyê yên Îraqî xebatên xwe bo rêgirtin li ber herikîna pêdîvîyên lojistîk bo paşmahîyên "Dewleta Îslamî" (DAIŞ), ên xwe li deverên biyabanî yên dûrdest vedişêrin, pir dikin.

Pisporan ji Diyaruna re got ku ew li ser naskirina çavkanîyên razî yên van pêdîvîyên lojistîk dixebtin ên dihêlin ev tundrew karibin di van jîngehên zehmet de bijîn.

Raportine hewalgirîya serbazî toreke piştevanên ku pêdîvî, derman û tiştine din ên jîyanê pêşkêşî paşmahîyên DAIŞê dikir, eşkere dikin.

Di 25ê Kanûna Yekem de, ajansên hewalgirîyê şaneke 14-endam li navçeya Qayîmê ya li rojavayê parêzgeha Enbarê ji hev xist ku piştevanîya lojistîk bo milîsên li biyabanê dikirin.

Cil û xwarin di dema êrîşeke Îraqî li ser stargeheke DAIŞê li navçeya Dibs a parêzgeha Kerkûkê de hatin dîtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Cil û xwarin di dema êrîşeke Îraqî li ser stargeheke DAIŞê li navçeya Dibs a parêzgeha Kerkûkê de hatin dîtin. [Wêne ji Birêveberîya Hewalgirîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Di bûyereke cihê de, ajansên hewalgirîyê di 16ê Kanûna Yekem de kesek li navçeya Şerqatê ya parêzgeha Selahedînê girt ku berpirsê dermankirina çekdarên DAIŞê bû yên ji operasyonên ewlehî difilitîn.

Ajansên hewalgirîyê "xebatên xwe bo xurt dikin bo li pey endam û şanên terorîst bikevin ên piştevanîya lojistîk ji paşmahîyên DAIŞê yên xwe li nava biyaban, çîya û deverên dûrdest vedişêrin re peyda dikin," şîrovekarê ewlehî Fadil Ebû Rexîf ragihand.

Ebû Rexîf ji Diyaruna re got ku ev serkeftin beşeke ji xebatên "bihinçikandina terorîstan û rêgirtina li ber herikîna pêdîvîyan in ku dihêlin ew bijîn" tevî ew li cihine dûr in.

Wî got ku girtinên dawîn "peydakerên sereke û barhilgirên xwarin, derman, petrol û pêwîstîyên din ên jîyanê bo stargehên terorîstan girtin dest".

Sivîl alîkarîya hêzên ewlekarîyê dikin

Ebû Rexîf anî ziman ku niştecih "roleke ecêb" bo vedîtin û girtina çavkanîyên van pêdîvîyan dilîzin.

Wî da zanîn ku paşmahîyên DAIŞê aniha bi awayekî sereke xwe dispêrin van piştevanên herêmî da pêdîvîyên wan peyda bikin, nemaze ku rêkarên ewlehîyê yên giran li ser sînorê bi Sûrîyayê re heya rêjeyeke mezin rê li ber herikîna van pêdîvîyan girtine.

Ebû Rexîf destnîşan kir ku bi saya van zextên ewlehî, ev endam nema dikarin ji cihekî heya cihekî din bi azadî tev bigerin an jî bela xwe li niştecihên li gundên dûrdest bidin û dexlûdan, xwarin û tiştên wan bidizin an bacan ji wan bistînin.

Di heman demê de, operasyonên ewlehî yên armanckirina şanên razayî yên DAIŞê berdewam dikin ên tiliya wan di tawanên terorîst de heye.

Wî got "du şane vê dawîyê hatin jihevxistin; şaneke şeş-endam li Selahedînê ku berpirsa teqînên dawîn ên li Kerkûkê bû û şaneke çar-endam ku tiliya wê di du otombêlên bombebarakirî li Mûsilê berê salekê de hebû."

Piştevanîya DAIŞê kêm dibe

Endamên DAIŞê êşa "dorpêça xeniqandinbar" li biyaban, newal û çîyayan dikişînin, li cihê ku xwe lê vedişêrin, lê ew "hîna hinek piştevanî ji van şanên xwe yên razayî werdigirin," şîrovekarê serbazî Sefa Azam got.

Wî da zanîn "zehmet e mirov xeyal bike ev endamên dûrbûyî tu pêdîvîyan wernagirin, lê em di wê bawerîyê de ne ku piştevanîya lojistîk roj bi roj ji berî kêmtir dibin."

Li gorî Azam, operasyonên ewlehî û hewlgirî heya rêjeyekê mezin ev piştevanî kêm kirin.

Di çend heftîyên dawîn de, ev operasyon zêde bûn û di encamê de şan û torên terorîst hatin jihevxistin û hejmareke terorîst hat girtin ên xwarin, derman, petrol, pêdîvîyên pijandin û xewê ji DAIŞê re pêşkêş dikirin, her wekî alavên hevpeywendîyan, pere, çek û agahî jî.

Wî dîyar kir ku operasyonên ewlehî "dever û veşartgehên terorîstan jî kirin armanc ku tiştên ziwa û pêdîvîyên tenduristîyê li wir dihatin embarkirin."

Qutkirina pêdîvîyan "rêkareke zextê ya sereke û alaveke serkeftî ye da teror têk biçe," wî got. "Hêzên me di vî warî de bi ser dikevin."

Weke van operasyonan derfetê nadin terorîstan ku li tu deverê bi cih bibin û dihêlin ew dûrî cihên niştecihî bikevin, endamê encumena parêzgeha Enbarê Îd Amaş wiha ji Diyaruna re got.

Wî dîyar kir ku ji lew re, pêwîst e êrîşên asmanî berdewam bikin ên xwarin, veşartgehên çekan her wiha xetên piştevanîya lojistîk ên DAIŞê armanc dikin.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Îraq ji ber tevahîya cîhanê de şerê terorîzmê dike. Heta aniha ew tu kesî li pişta xwe li ser erdê nabîne; bi tenê gotinên bêkêr hene. Erkê hemû dewletan e, çi li Ewropa yan li Rojhilata Navîn, ku destekê bidin, alav û çekan û pêdivîyên din ku şerê wê yên li dijî terorê bi ser bixin dabîn bikin.

BERSIV BIDE