Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Rejîma Sûrî dest dideyne ser saman û pereyên xelkê

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Ciwanên Sûrî tên guhestin bo erkê serbazîya neçar bikin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanên Sûrî tên guhestin bo erkê serbazîya neçar bikin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Rejîma Sûrî berdewam dizîya gelê Sûrî dike bi rêya derxistina zagon û mersûmên ku destûrê didine wê ku dest deyne ser saman û mal û milkên wan, parêzerê Sûrî Beşîr Besam ji Diyaruna re ragihand.

Wî daxuyand ku Encumena Gel a Sûrîyayê vê dawîyê mersûmek derxst ku destûrê dide rejîmê ku dest deyne ser saman û mal û milkên wan kesên ku tevlî erkê serbazî yê neçar nebûne, ku weke "xizmeta alê" tê naskirin.

Sererastkirina Zagona Xizmeta Alê (xala 97, peragrafa E ji Mersûma hejmar 30 a sala 2007an), destûrê dide destdanîna ser saman û mal milkên mêrên temenê wan di ser 40 salan re yên ku tevlî serbazîya neçarî nebûne.

Besam got ku dema ku pere kêmî 8,000 dolaran be, wate heqê bedelê (li şûn xizmeta serbazî), mersûm dibêje ku mal û milkên hevjîn û zarokên wan dê werin desteserkirin daku bedelê bidin.

Ciwanên Sûrî rewşa xwe bi desthilatdarîyê reli serbazgeheke rahînanê çareser dikin piştî wan xwe nada dest erkê serbazî. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanên Sûrî rewşa xwe bi desthilatdarîyê reli serbazgeheke rahînanê çareser dikin piştî wan xwe nada dest erkê serbazî. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanine Sûrî li ofîseke çareserkirina rewşê ya Artêşa Sûrî tên dîtin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Ciwanine Sûrî li ofîseke çareserkirina rewşê ya Artêşa Sûrî tên dîtin. [Wêne ji Ajansa Nûçeyan a Sûrî hatiye wergirtin]

Wî got ku bi deh hezaran Sûrî tevlî xizmeta alê nebûne û not kir ku hejmareke mezin ji wan ji alîyê rejîmê ve tên xwestin ji ber rola wan di opozîsyonê de an ew li dervey welat in an di hundirê Sûrîyayê de bêwar bûne.

Wî got ku dema ew tevlî erk bibin dibe ku ew werin girtin.

Armanckirina dijberên rejîmê

"Piranîya wan nikarin heqê bedel bidin ji ber rewşa wan a darayî û şert û mercên aborî yên ne xweş," wî got, "û bi vî awayî li gorî sererastkirinê ew dê karibin mal û milkên Sûrîyên ku dijî rejîmê ne bi temamî bidizin."

Besam not kir ku ev e beşê niştecîyan ê ku mersûm nêt dike ku armanc bike û destnîşan kir ku sererastkirin perdeyeke qanûnî dide rejîmê ku dest deyne ser samanan li deverine sereke.

Wî got ku ev beşek ji plana rejîmê ye ku guhertina dîmografî çêke, di rêya valakirina hindeveran ji niştecîyên wan ên resen û li şûna wan alîgirên xwe yan kesên girêdayî Feyleqa Pasdaran Şoreşa Îslamî ya Îranê deyne.

Besam got ku daxuyanîyên rejîmê û kirarên wê berevajî hev in.

Ji alîyekî ve, ew mesela serbazîya neçarî teqez dike û dibêje ew xwesteke sereke ye li deverên ku rêkeftinên lihevhatinê hatine çêkirin, wî got, gava ku di heman demê ew dana heqê bedelê qebûl dike.

Wî anî ziman ku sepandina van mersûman destûrê dide rejîmê ku mêjereke mezin a pereyan bide hev, û not kir ku ew dixwaze ku bedel bi dolar were dan ne bi lîreya Sûrî.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500