Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

NY dibêje "planeke B" bo derbaskirina alîkarîyan bo Sûrîyayê tune ye

AFP

Zarokekî Sûrî bi topa pêyan dilîze ku çalakgerine herêmî ev yek bi rêxistin kiriye, li zevîyekî beyar li kapmeke koçberan li rojhilatê bajarokê Sermeda li parêzgeha Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê di 2yê Kanûna Duyem de. [Arif Wetad/AFP]

Zarokekî Sûrî bi topa pêyan dilîze ku çalakgerine herêmî ev yek bi rêxistin kiriye, li zevîyekî beyar li kapmeke koçberan li rojhilatê bajarokê Sermeda li parêzgeha Idlibê ya li bakur-rojavayê Sûrîyayê di 2yê Kanûna Duyem de. [Arif Wetad/AFP]

NY Sêşemê (7ê Kanûna Duyem) hêzên navdewletî han da ku pergala alîkarîyên sînorî bo Sûrîyayê ku dê vê heftîyê bi dawî bibe nû bikin, û got tu çareyeke berdêl nîne.

"Plana B nîne. Ev operasyon heye, ku alîkarîya bi sedhezarên kesan dike û heya demeke dirêj ev yek dikir," berdevkê Ofîsa Hevahengîkirina Karûbarên Mirovî (OCHA) Jens Laerke ragihand.

Wî li Cinêvê ji rojnamegeran re got ku "ev rêya tekane ye, ya mayînde û em dikarin di rêya wê re bigihên van kesên hewcedar ji lew re divê em bendan nû bikin."

Li jêr pergala heyî ya Konseya Ewlekarîyê ya NY ku di 2014an de ava kiriye, alîkarî dikarin derbasî Sûrîyayê bibin di rêya çar dergehên sînorî yên bi Îraq, Turkîya û Urdinê re.

Laerke dîyar kir ku dora 30,000 kamyonên NY di rêya van dergehan re derbasî Sûrîyayê bûn ji destpêka operasyonê ve.

Tê payîn ev operasyon Înê bi dawî bibe.

Çar milyon kes bi hewcedarî alîkarîyan in

Gava Encumena Ewlekarîyê ya NY ev mijar di 20ê Kanûna Yekem de gotûbêj kir, Rûsîya û Çîn biryara ku dê bihiştaya ev alîkarî heya saleke din jî werin dirêjkirin vîto kirin.

Rûsîya, ku piştevaneke sereke ya hikumeta Sûrîyayê ye, got ew ê tenê heya dirêjkirina şeş mehan erê bike, ew jî ku tenê di dergehên sînorî yên Tirkî-Sûrî re derbas bibin.

Ji wê çaxê de danûstandinên ji bo bidawîkirina vê alozîyê têk çûne.

Laerke anî ziman ku çar milyon kes li bakurê Sûrî li ser alîkarîyên NY dijîn, di nav de 2.7 milyon kes li bakur-rojavayê Sûrî ku tenê li ser wan in.

Alîkarî bo xelkên Idlibê giring e, Idlib a ku asêgeha opozîsyonê ye û di bin bombebarana hêzên Rûsî û Sûrî ya giran de maye di van heftîyên dawî de.

Laerke da zanîn ku "bi milyonan kes li Idlibê, dorpêçkirî ne," û destnîşan kir ku alîkarîyên ku NY pêşkêş dike dikarin jîyana wan kesan rizgar bikin.

NY got ku bi kêmanî 300,000 kes di hundir de koçber bûne ji ber şerê li herêma Idlibê ji nîvê Kanûna Yekem de, ku bi temamî hejmara koçeberan di herheşt mehên dawî de gihaşt 700,000 kes.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez dikarim biçim Kanadayê?

BERSIV BIDE