Wezîrê Berevanîyê yê Amerîkayê Mike Esper Duşemê (6ê Kanûna Duyem) vekişîna hêzên Amerîkî ji Îraqê red kir, piştî peyama generalekî Amerîkî ku tê de ji hikumeta Îraqê re dibêje ku hêzên wan dê vekişin "û dê serweriya welat li ber çav bigirin."
"Tu biryara vekişîna ji Îraqê tune ye... Tu biryara derketina ji Îraqê nehatiye standin di vê demê de," wezîrê berevanîyê yê Amerîkayê, piştî erêkirina parlamena Îraqî li ser derketina artêşa Amerîkî ji welat bi rojekê got.
Esper teqez kir ku "ev peyam bi tiştê em tê re derbas dibin re nagunce."
Peyama fermî ya generalê Amerîkî William Seely, fermandarê giştî yê hêzên Amerîkî li Îraqê, destnîşan kir ku hêzên Amerîkî amadekarîya derketinê dikin.
Lê serleşkerê Pentagonê Mark Milley got ku peyam tenê "reşnivîsek" bû ku divabû nehata şandin.
Milley anî ziman ku peyam bi "rastnivîseke nebaş" hatibû rîstin û mebest jê ew bû ku hêzên Amerîkî dê hêzan di nava baregehan de veguhêzin, ne vekişînin.
Milley ji rojnamegeran re dîyar kir ku "ew şaştîyek bû, şaştîyek belî bû, reşnivîsek newajûkirî bû, ji ber em hêzên xwe vediguhêzin."