Nûçeyên Iraqê
Terorîzm

Tehrîr el-Şam bêwaran ji mizgeftên Idlibê der dike

Welîd Ebul Xêr li Qahîrayê

Zarokên Sûrî di nav herîya ku ji ber barana xurt ya vê dawîyê çêbû dimeşin li kampeke bêwarîyê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Zarokên Sûrî di nav herîya ku ji ber barana xurt ya vê dawîyê çêbû dimeşin li kampeke bêwarîyê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Idlib Plus hatiye wergirtin]

Çalakger dibêjin ku Tehrîr el-Şam hişyarî da xelkên ku xwemalî bêwar bûne li parêzgeha Idlibê ku divê ew mizgeftan vala bikin cihê ku wan xwe lê girtibû ji ber êrîşên asmanî û bombabarandina rejîma Sûrî û Rûsî.

Oldarekî girêdayî Tehrîr el-Şam ji bêwarên xwe li mizgeftên Şueyb û Saed girtine li bajarê Idlibê re got ku divê wan mizgeftan vala bikin, çalakgerê Idlibê Museb Esaf ji Diyaruna re ragihand.

"Sedem ew e ku hebûna van bêwaran tevlihevîyê dixe pêkanaîna waneyên şerîetê yên ku bi awayekî normal ji endamên Tehrîr el-Şam re li van mizgeftan tên lidarxistin," Esaf got.

Wî got ku vê gavê pêleke qehrê li devera Idlibê peyda kir û not kir ku mizgefta Saed 200 sivîlan xwe lê girtiye, di nav wan de jin û zarok, û mizgefta Şueyb 100 kesî xwe lê girtiye.

Endameke Xûzeyên Sipî digirî dema ew radihêje zarokeke ku di êrîşeke asmanî de ya ku bajarê Erîhayê li gundewarê Idlibê armanc kir hate kuştin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Endameke Xûzeyên Sipî digirî dema ew radihêje zarokeke ku di êrîşeke asmanî de ya ku bajarê Erîhayê li gundewarê Idlibê armanc kir hate kuştin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Niştecîyên bajarokê Erîhayê yê parêzgeha Idlibê tên dîtin yekser piştî êrîşeke asmanî ya kujer . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Niştecîyên bajarokê Erîhayê yê parêzgeha Idlibê tên dîtin yekser piştî êrîşeke asmanî ya kujer . [Wêne ji Berevanîya Sivîl a Sûrî hatiye wergirtin]

Esaf got ku piranîya wan kesên xwe li mizgeftan girtiye ji bajarê Maeret Numan ê parêzgeha Idlibê û bajarokine din li gundewarê rojhilatê Idlibê reviyane.

Wî got ku herwiha xelkên li ser mizgeftan disekinin nahêlin ku niştecî avdestxane û henefîyên avê bi kar bînin, yên ew kirine rewşeke kambax de.

Li penagehekê ji êrîşên asmanî digerin

Esaf got ku ligel ku ew ji penaya li mizgeftan mehrûm kirin, Tehrîr el-Şam tu penagehên alternatîv ji niştecîyên bêwar re dabîn nekirin.

Wî daxuyan ku wê ne ji wan re got ku ew dê wan biguhêze kampên bêwarîyê li derdora parêzgeha Idlidê li nêzî sînorî Turkîyayê, yên ku weke cihekî ewle tên reçavkirin.

Esaf got ku ev kamp aniha mêvandarîya bi deh hezaran kesên sivîl dikin ên ku di van hefteyên dawî de bêwar bûn di encama êrîşên asmanî yên dijwar ên Sûrî û Rûsî.

Wî daxuyand ku êrîşên asmanî li hejmareke sazîyên sivîl xistin, di nav wan de nexweşxane û fêrgeh, herwiha malên taybet û hejmareke mezin ji svîlan kuştin û birîndar kirin, di nav wan de gelek zarok.

Êrîşên asmanî yên rejîma Sûrî li ser bajarokê Erîhayê yê Idlibê roja Yekşemê di (5ê Kanûna Duyem) de neh sivîl kuştin û zêdey 19an jî birîndar kirin, Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov got.

Di 1ê Kanûna Duyem de, mûşekên ku ji alîyê hêzên rejîmê ve hatin avêtin neh sivîl kuştin, di nav wan de pênc zarok, di fêrgeheke ku bûbû pena li bajarokê Sermînê.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500