Nûçeyên Iraqê
Siyaset

Îraqî biryara parleman a derxistina hêzên biyanî rexne dikin

Faris Omran

Hêzên hevpeymanîyê hêzên Îraqî li serbazgeha Tacî rahînan dikin, di Kanûna Duyem a 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Hêzên hevpeymanîyê hêzên Îraqî li serbazgeha Tacî rahînan dikin, di Kanûna Duyem a 2018an de. [Wêne ji Wezareta Berevanîyê ya Îraqî hatiye wergirtin]

Şareza û welatî dibêjin ku dengdana parleman li ser derxistina hêzên biyanî ji Îraqê biryareke ne li gorî berjewendîyên welat e lê belê "vîna Îranê û komên wê bi ser dixe, ne ya gelê Îraqê".

Parlemanê Îraqê civîneke awarte Yekşemê (5ê Kanûna Duyem) li dar xist ku tê de deng da ku hikmûeta Îraqî pêbend bike ku daxwaza xwe ya alîkarîyê ji hevpeymanîya ku şerê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) dike betal bike.

Parlemanê banga bidawîkirina hebûna hemû hêzên biyanî li welat kir û daxwaz kir ku rê li ber wan were girtin ku xak, av û asmanê Îraqê bi kar bînin, li gorî daxuyanîyeke parleman.

Têkilî têk çûn piştî ku êrîşeke Amerîkî ya bi firokeyeke bêfirokevan a bi dîqet roja Înê fermandarê Feyleqê Qudis ê ser bi Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê ve Qasim Sulûmanî kesayeta serbazî ya payebilind a Îraq Ebû Mehdî Muhendis kuştin.

Civîneke parlemanê Îraqê di 11ê Kanûna Duyem a 2019an de. [Wêne ji parlemanê Îraqî hatiye wergirtin]

Civîneke parlemanê Îraqê di 11ê Kanûna Duyem a 2019an de. [Wêne ji parlemanê Îraqî hatiye wergirtin]

Dora 5,200 leşkerên Amerîkî li seranserê Îraqê ne bo piştgirîkirina hêzên Îraqî di rêgirtin li ber serhildana DAIŞê, li gorî AFP.

Ew di çarçoveya hevpeymanîyeke navdewletî ya berfireh de li wir bi cih bûn, bi vexwendina hikûmeta Îraqî di sala 2014an de bo alîkarîyê di şerê DAIŞê de bikin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo derbarê gava parleman wiha got: "Em dê bibîne gelo divê em çi bikin dema ku serkirdatîya Îraqî û hikûmeta wî welatî biryarekê bistînin."

Brîtanya, ku endamekî serekî yê Hevpeymanîya Navdewletî, hişyarî da Îraqê ku rê bide leşker bimînin, û got ku karên wan "jîyandar û girîng e".

Dema ku civîna parleman li dar bû, hevpeymanîyê ragihand ku ew operasyonên xwe li Îraqê radiwestîne ji ber êrîşên bi rokêtan li ser baregehên wê.

"Ev yek karîna me ya rahînankirina hevparên me û piştgirîkirina operasyonên wan ên li dijî DAIŞê sînordar dike, lewra me ev çalakî rawestandin," hevpeymanîyê got.

Şemîyê du mûşek li Zona Kesik ketin û du rokêtan serbazgeheke asmanî li bakurê Bexdayê, ku mêvandarîya hêzên Amerîkî dike, armanc kirin.

Biryareke ''cihê mixabinîyê ye"

Biryara parleman cihê daxê ye û xizmeta berjewendîyên Îraqê û gelê Îraqî nake, şirovekarê siyasî Ehmed Şewqî ji Diyaruna re ragihand.

"Hîn welatî rastî xeterîyê li ser destê terorîstan tê, ji ber ku hîn şan û komên wan ên raz hene, û hevpeymanîya navdewletî alîkarîya hêzên me yên ewlekarîyê dike di pêkanîna lêdanên asmanî de û di nehiştina zêdebûna hejmarên wan de," wî got.

Wî teqez kir ku bangên rawestandina alîkarîya serbazî ya hêzên hevpeymanîyê "xeternak in", ji ber ku ev hêz sergirtina hewayî û agahîyên hewalgirî ji Îraqê re di hemû pêngavên wê yên li dijî terorîstên mayî de dabîn dikin.

Eger hevpeymanî operasyonan rawestîne "em dê rastî zehmetîyên mezin di çavdêrîkirina tevgerên paşmahîyên DAIŞê, şopandina wan û nehiştina xeterîya wan de bibînin".

Şewqî got ku biryar hêzên Îraqî ji piştgirîya navdewletî di warê rahînanê û karînsazîyê de bê beş dike, ku ev jî pir girîng in bo bilindkirina karînan wan ên nehiştina xeterîyan û parastina serxwebûn û serwerîya welat.

Wî daxuyand ku gelek derhawiştên vê biryarê hene, ji ber ku ew dê "Îraqê bixe îzoleke navdewletî û di serencamê de dê ziyanê bigihîne berjewendîyên wê yên aborî".

Biryar vîna Îranê dide pêş

"Em li reftarên neberpisyar û yên xweriskî dinêrin piştî fişarên ji alîyê Îranê û mlîsên dilsozên wê, û dibe ku em buhayê vê yekê gelekî bidin, ji ber eger çi îzole li ser me bê sepandin dê bandora wê giran be li ser projeyên nûavakirinê û pêşxistinê li welat," Şewqî got.

Wî got ku aborîya Îraqî, ya ku derdê kêmbûneke mezin a tê pêşbînkirin di budceya vê salê ya digihe 32 milyar dolaran û bi awayekî sereke xwe dispêre qezencên neftê dikişîne, dê nikaribe xwe li ber tu qeyraneke aborî bigire.

Şewqî got ku dengdana parlemanê ne li ser bingeheke tam qanûnî ye, ji ber ew li ser xwesteka hikûmeta ku xwe istîfa kiriye hatiye holê, hikûmeta ku di çarçoveya desthilatên sînordar de bi erkê xwe radibe bi tenê bo jiyana rojane li welat bi rê ve bibe, û ne ji mafê wê ye ku biryarên serwerî bide.

Berî ku biryar were standin, hejmareke endamên blokên perlemanî yên Îraqî yên dilsozên Îranê bi navê Sulêmanî bang kir û wêneyên wî di rûniştinê de hilgirtin.

"Parleman ji alîyê partîyên girêdayî Îranê tê kontrolkirin û ew diruşên hatin gotin ne tiştekî xerîb in, ji ber ew ji alîyê nûnerên wan partîyan bûn" welatîyekî ji Bexdayê ku xwest ku weke Ebû Faris were binavkirin ji Diyaruna re ragihand.

"Tiştê em jê ditirsin ew e dengdana wan li ser derxistina hêzên hevpeymanîyê ji welat -- biryareke ku vîna gelê Îraqî raber nake, lê ew vîna Îran û komên wê bi ser dixe," wî got.

"Baskên siyasî yên Îranê dixwazin ku welatê me ber bi terorîzmê ve bibin û me ji piştgirîya navdewletî bê par bihêlin, tenê bo rejîma Îranî razî bikin," Faiq, welatîyekî Îraqî yê din ji Bexdayê, wiha got.

"Daxwaza me, ya ku me di xwepêşandanan de derbirîn kiriye, ew e ku em naxwazin ku Îran karûbarên me kontrol bike û û di rêya wekîlên xwe re gefê li berjewendîyên me yên niştîmanî bixwe," wî ji Diyaruna re eşkere kir.

Tu vê mijarê diecibînî?

1 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500

Ez bawer nakim ku hûn zîrek bin û nameya min derbixin. Tevî wiha, gelê Îraqê, û herwiha Kurdên birûmet, isbat kirin ku ew dixwazin ku Amerîkî derkevin. Lê hinek hebûn, ku di rojên zehmet de, dema ku ew ditirsiyan û dilerizîn, ji hevalên xwe yên Amerîkî xwestin, "alîkarîya me ye," bersiv jî ew bû, "na, birayo!" Lê yên alîkarî ji Îranê xwestin, general Sulêmanî bi wan ve hat û ew parastin. Weke hercar wan bi xerabîyê bersiva qencîyê da. Divê ji wan re were gotin, "mafê we tune ye ku hûn bibêjin em rêberên Kurdan in. Weke em dizanin, Kurd qet bêwefa û xedar nebûne. Lewra, hûn ne Kurd in; belê, hûn Cihû ne lê di kirasê Kurdan de ne."

BERSIV BIDE