Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

Awarene Sûrî sala xwe di zindaneke terikandî de dest pê dikin

AFP

Um Hatim, jineke Sûrî ye ku ji bajarokê Maer Şemşa li gundewarê rojhilatî yê Maeret Numanê bêwar bûye, tiştên wê li kampeke demkî tên daxistin,roja 31ê Kanûna Yekem li Idlibê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Um Hatim, jineke Sûrî ye ku ji bajarokê Maer Şemşa li gundewarê rojhilatî yê Maeret Numanê bêwar bûye, tiştên wê li kampeke demkî tên daxistin,roja 31ê Kanûna Yekem li Idlibê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Zarok li hewşa zindanekê dilîzin, û mezin hucreyekê li ser çend malbatan par ve dikin. Ew ji şerê li bakurê rojavayê Sûrîyaya revîyane û tu cih nîne ew berê xwe bidin wir.

Ew beşek in ji sed hezarên kesan ên şer ew ji warên wan der bi der kirine, ew sala nû li dûrî malê li asêgeha opozîsonê li Idlibê dest pê dikin.

Li gorî NY, 284,000 kes ji malên xwe yên li nêzî bajarokê Maeret Numanê di Kanûna Yekem bi tenê de revîyane, ji ber zêdebûna şer û pevçûnan, ji ber ku hêzên rejîmê hewl didin herêma ku li jêr kontrola tundrewan e vegerînin destê xwe.

Di nav wan de, jina 69-salî Um Hatim û kurê wê yê ne xêzandar bo ewlehîyê qesda bajarê Idlibê kirine, lê dema ew gihiştin, yekane cihê vehewanê yê bi dest wan ket zindaneke kevin bû.

"Em li vir in tevî ku ew bi kêrî wiha nayê," jineke bitemen wiha got, ew li derveyî navendeke girtinê ya berê bû, ku aniha bûye mala dora 300 kesan.

"Ne av, ne kehrebe, ne jî ronî heye û hucre teng in û xinkêner in," jina rûyê wê mişt kort û serê xwe bi lefahîyeke qehweyî nixumandibû wiha got.

"Em têr nan naxwin"

Um Hatim a ku kenzeke hirî ya gerim li xwe kiriye, alîkarîyê di daxistina kelûpelên di nav otombîlekê de dike ku ji mala xwe anîne: hinek tirşî û dan, secadeke plastîk û galonekî plastîk.

"Eger me karîbaye, me yê xanîyek kirê bikira," wê got.

"Lê bi rastî em têr nan naxwin."

Li hewşê, sê zarok bi avêjerên asmanî dilîzin -- topên mezin û rengîn -- berî ku ew di çementoya şil re werin pêş.

Bi handana xebatkarên warê xêrxwazîyê, ew her du rexên werîsekî dikişkişînin.

Lê li hucreyeke ku di menweran re ronîya heyvê ew hinekî ronî kiriye, zilamek li ser kursîyekê rûniştîye û radihêje rûpeleke plastîk bo cih li ser malbatan par ve bike.

Bi piştevanîya balefirên şer ên Rûsî, hêzên rejîmê bordumankirinên li ser herêma Idlibê di heftîyên dawî zêde kirine, û di encamê pêleke nû ya bêwarîyê hatiye holê di cenga Sûrîyayê ya neh-salî de.

"Avahîyên giştî yîn mîna mizgeft, gerac, holên zemawendan û dibistan bo vehewandina malên nû bêwarbûyî tên bikaranîn," Ajansa Mirovî ya NY (OCHA) got.

OCHA hişyarî da ku "karîna bicihkirina kesên hewcedar zêdeyî îmkanên heyî ye ji ber ku bêwarî pir berfireh e".

Li seranserê herêmê, malbatên ku malên xwe berî aniha di şer de ji dest dane aniha li hinek kampên bêwaran dijîn, û hinek ji wan li bistanên zeytûnan li dirêjahîya sînorê bi Turkîyayê re dijîn.

Hêvîyên sala nû

Li dibistaneke ku bûye kamp, malbatan cilên xwe yên şiştî li hewşê raxistine.

Bi dehan malbat li dibistanekê dijîn, piştî ku wan textên rûniştinê birine odeyeke din û ew bi plastîkan raxistine. Kaxezên tenik ji fûmê li ser dîwaran hene.

"Dibistan bûne kampine vehewandina kesên ji Maeret Numanê" û deverên başûrî yên din ên herêma Idlibê bêwar bûne, xebatkarê di warê xêrxwazîyê de Ebdulselam Emîn teqez kir.

"Wanegotin rawestîyane," wî got.

Li hewşa paşîn ya zindanê, Ebdulqadir Şewarxî pora zarokekî biçûk diterêşe, zaroka kincê berber li xwe kiriye û li ser textekî li ser kursîyekî plastîk rûniştî ye.

Piştî ew berî çend heftîyan gihişt, berberê 29 salî hemû zîrekîya xwe û keda xwe dixe xebatê de bo dabînkirina debara jina xwe û herdu zarokên xwe.

Ew hêvî dike ku sala nû dê pêşerojeke geştir ji zarokan Idlibê re bîne.

"Hîna jîyan li pêşîya zarokan e. Em naxwazin ew jî rastî êş û azara ku em rastî hatine werin," wî got.

"Bi hêvîya Xwedê, îsal dê sala bidawîhatina cenga li Sûrîyayê be."

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500