Nûçeyên Iraqê
Perwerde

9 kes tên kuştin di êrîşeke rejîma Sûrîyayê de li ser dibistaneke ku veguherîye kampek

Welîd Ebûl Xêr li Qahîrayê û AFP

Stafên nûjdarî xelkine birîndar li nexweşxaneyekê li nêzî Idlibê derman dikin, piştî rejîmê mûşekên erd-erd bi ser dibistaneke bajarokê Sermînê de, li bakur-rojavayî Sûrîyayê, berdan, ku di encamê de neh sivîlan jîyana xwe ji dest, ku pênc ji wan zarok in. [AFP]

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirov ragihand ku mûşekên erd-erd ku ji hêla hêzên rejîmê ve hatine berdan neh sivîl, di nav de pênc zarok, li dibistaneke parêzgeha Idlibê, Çarşemê (1ê Kanûna Duyem) kuştin.

Li gorî Rewangehê, beşekî avahîya dibistana li bajarokê Sermînê, li rojhilatê Idlibê, bûbû kampeke koçberan.

Birêveberê Rewangehê Ramî Ebdul Rehman anî ziman ku 15 kes birîndar bûne.

Çalakgerî Idlibê bi navê Heysem Idlibî ji Diyaruna re ragihand ku egerî heye hejmara kuştîyên êrîşên li ser dibistana Şehîd Ebdo Selama bêhtir bibin, ji ber rewşa hinek birîndaran dijwar e.

Xûzeyên Sipî qurbanîyekî ji dibistaneke bajarokê Sermînê derdixin, piştî ku dibistan bi mûşekan hatibû armanckirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Xûzeyên Sipî qurbanîyekî ji dibistaneke bajarokê Sermînê derdixin, piştî ku dibistan bi mûşekan hatibû armanckirin. [Wêne ji Berevanîya Sivîl hatiye wergirtin]

Dergehê Dibistana Şehîd Ebdo Selama piştî êrîşeke rejîma Sûrîyayê ya bi mûşekan ku pênc zarok di nava kuştîyan de hebûn. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Dergehê Dibistana Şehîd Ebdo Selama piştî êrîşeke rejîma Sûrîyayê ya bi mûşekan ku pênc zarok di nava kuştîyan de hebûn. [Wêne ji Navenda Mîdyayî ya Idlibê hatiye wergirtin]

Mûşekek neteqandî li bistanekî zeytûnan tê dîtin li nêzî dibistanekê li Sermînê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî yaIdlibê hatiye wergirtin]

Mûşekek neteqandî li bistanekî zeytûnan tê dîtin li nêzî dibistanekê li Sermînê li parêzgeha Idlibê. [Wêne ji Navenda Mîdyayî yaIdlibê hatiye wergirtin]

Hejmar ji çaxê Berevanîya Sivîl a Sûrî (Xûzeyên Sipî) amarên seretayî di destpêka êrîşê de ragihandin bilind bûne.

Idlibî anî ziman ku di nava van kuştîyan de mamosteyek û xwendekar hebûn, ligel hejmarek ji awareyan.

Wî got ku di heman demê de, operasyonên serbazî li gelek deverên gundewarên Idlibê berdewam in.

Şerekî dijwar li dar e

Idlibî rejîma Sûrî bi bikaranîna çekên xweşî yên li ser asta navdewletî qedexekirî tawanbar kir, ku ev yek ji ber hejmara bilind a kuştî û birîndaran got.

Mirov dikare paşmahîyên mûşekeke ku dirêjahîya wê çend metr in li bistanekî nêz binîne.

Idlibî dîyar kir ku di heman demê de şerekî dijwar di navbera hêzên rejîmê û Tehrîr el-Şam û alîgirên wê de li derdora parêzgeha Idlibê û qeraxên parêzgeha Hemayê berdewam dike.

Wî got ku alîyên şer geh şer dikin geh bi paş de vedigerin, ligel bidestxistin û jidestdayîna gelek deveran ji herdu alîyan ve, û hejmareke mezin a qurbanîyan di nava rêzên rejîmê û hevalbendên wê de hene,di nav de hejmareke serbazên payebilind.

Idlibî da zanîn ku bajarokê Mearet Numan li başûrê Idlibê û deverên wê yên hundirîn hîna tên bombebarankirin û derketina niştecihan ji bajarok didome.

Wî got "Mearet Numan bûye bajarekî cinan, ku piranîya niştecihên wê revîyane".

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500