Nûçeyên Iraqê
Aborî

Sizayên Amerîkî bikêrhatî bûn di lawazkirina Pasdaran de li Yemenê

Hesen Obêdî li Bexdayê

Ev Wêne di 19ê Hezîrana 2018an de li Ebû Zebîyê hatiye kişandin, ew dronên Ebabîl ên Îranî nîşan dide, ku hêzên çekdar ên Îmaratê dibêjin ev dron ji alîyê Hûsîyan ve li Yemenê li dijî hêzên hevpeymanîya Erebî hatine bikaranîn. [Kerîm Sahib/AFP]

Ev Wêne di 19ê Hezîrana 2018an de li Ebû Zebîyê hatiye kişandin, ew dronên Ebabîl ên Îranî nîşan dide, ku hêzên çekdar ên Îmaratê dibêjin ev dron ji alîyê Hûsîyan ve li Yemenê li dijî hêzên hevpeymanîya Erebî hatine bikaranîn. [Kerîm Sahib/AFP]

Berpirs û pisporine Yemenî anîn ziman ku sizayên Amerîkî karîbûn xebatên têkbirina aramîya Yemenê ji alîyê Hêza Qudsê ya girêdayî Feyleqê Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (Pasdaran) sînordar bikin û encamine zû û erênî bi xwe re anîn.

Bi awayekî taybet, lawazbûneke belî di çalakîyên kesayet û kompanîyên girêdayî Îranê li hundirê Yemenê de heye, ew jî ji ber kêmpiştevanîya ji bankên biyanî û yên herêmî, bazirganên xwecihî û sazî, û heya welatîyên ku pereyan ji derve werdigirin.

Ev lawazbûn hevdem ligel daxuyanîyeke hikumeta Yemenê ya rewa hat, ku wê kêfxweşîya xwe bi sizayên Amerîkî li ser kompanîyên Îranî yên tilîya wan di derbaskirina çekan bo Hûsîyan de heye anî ziman.

Hikumetê Çarşemê (12ê Kanûna Yekem) got ew kêfxweş e bi "sepandina sizayan li ser heşt pêgehên Îranî yên di anîna çekan de bi qaçaxî ji milîsa Hûsîyan re ji Îranê cih girtine".

"Biryara Amerîkayê heydarîyên Yemenê ji geşedana Îranî ku gefan li ewlehî û aramîya herêmê dixwe piştrast kirin, gefên ji ber berdewamkirina derbaskirina çekan, dabînkirina piştevanîya darayî û lojstîk ji Hûsîyan re ji alîyê rejîmê ve, ku ew tehedîyeke eşkere ye ji biryarên Encumena Ewlekarîyê û civaka navdewletî re," daxuyanîyê wiha got.

Pêbendîya Amerîka bi misogerkirina aramîyê li Yemenê

Roja 11ê Kanûna Yekem, Wezareta Xezîneya Amerîkayê sizayên nû li ser toreke şehinkirinê ya Îranî sepandin, ku tilîya wê di anîna çekan de bi qaçaxî ji Îranê heya Yemenê bo Hêza Qudis a Pasdaran hebû.

Ev siza li ser toreke şehinkirinê ya bazirganê Îranî yê bi navê Ebdul Hisên Xadrî hatine sepandin, ew jî ji ber derbaskirina çekan bi qaçaxî ji Hûsîyan re.

Sizayan herwiha sê wekîlên firoştinên giştî yên kompanîya Mahan Bo Firokevanî, ku navendên wê li Îmarat û Hong Kongê hene, armanc kirin ji ber rola wan a piştevanîya operasyonên bazirganî yên Mahan Bo Firokevanî.

Kompanîya Mahan Bo Firokevanî di Cotmeha 2011an de li ser lîsta sizayan hatiye zêdekirin, ji ber dabînkirina piştevanîya darayî û teknîkî ji Pasdaran re.

Wezîrê Xezîneyê Stephen Mnuchin di daxuyanîyekê de ragihand ku "rejîma Îranê dezgehên firîn û barkirinê bo çekkirina milîsên xwe bi kar tanîn, ku bi awayekî rasterast tilîya wê di alozîya Sûrîya û Yemenê de heye."

"Sizayên Amerîkî berî ku bibandor bin, ew dîsan teqez dikin ku Amerîka pabendî sozên xwe yên parastina ewlehî û aramîya Yemen û nebûna teror û milîsên Îranê ye yên mirin û wêrankirinê li her dera ku diçinê belav dikin," parêzgerê Şebwa Mihemed bin Edeyo wiha ji Al-Mashareq re got.

Wî destnîşan kir "ku siza kompanîyên ku alîkarîya hêza Qudisê dikin di gihandina çekan, pereyan û diravên biyanî de bo Hûsîyan dane ber xwe," û da zanîn jî ku lawazbûneke belî di çalakîyên kompanîyên Îranî de heye piştî sepandina sizayan.

Edeyo got "Hûsî kompanîyên ku karbin tev bigerin dixwazin," û da zanîn jî ku sizayên Amerîkî hiştin ew bi paş de vegerin û ji alîyê darayî ve pûç bibin," û di encamê de çalakîyên wan pir kêm bûne.

Siza bandorê li kompanîyên girêdayî Pasdarn dikin

Gelek kompanîyên veguhestina pereyan û kompanîyên xizmetên berîdê, herwiha kompanîyên kartên berhemxweran ku ew aniha li deverên li jêr destê Hûsîyan çalak in, "aniha têne boykottkirin," endamê odeya bazirganî ya parêzgeha Teiz Elî Ceradî wiha ji Al-Mashareq re got.

Ceradî got ku "hinek kompanîyan navên xwe, navîşana email, û heya bi hesabên xwe yên medyaya civakî guhertin, lê vê yekê fêde nekir."

Wî da zanîn ku "yek ji van kompanîya Ensar a Guhertinê [li Senayê] bû, û kompanîyeke din a ne sereke ya bi navê Kompanîya Seba ya Veguhestinên Darayî bû, ku pere ji Yemenîyên li derve weke alîkarî bo malbatên wan werdigirtin."

Wî anî ziman ku lê belê, kompanîyên derve danûstandina xwe ya darayî bi Ensar re qut kir, ku ew girêdayî kompanîya Ensar a veguhastinê û Banka Ensar e, yên herdu jî ji alîyê Amerîkayê ve hatine sizakirin.

Ceradî dîyar kir ku "bandora sizayan bi demê re dê bêhtir xuya bike, û dê bihnê li Îranîyan biçikînin ku rêyên alîkarîyê bo Hûsîyan dê pir kêm bibin."

"Hinek kompanî mîna Ensar, Seba û Bank Sadîrat Îran, ku şaxekî wê li Senayê ye, herwiha kompanîyên hêlên asmanî û yên şehnkirina asmanî, yên herî li pêş bûn li Yemenê, lê vê dawîyê xebatên wan kêm bûn," rojnamegerê Yemenî Mihemed Debyanî ragihand.

Debyanî destnîşan kir ku xelk aniha bi bank û kompanîyên din ên li Edin, Taiz û Bayda re didin û distînin, ku negirêdayî kompanîyên Îranî yên sizakirî ne.

Wî ji Al-Mashareq re got ku heta sazîyên darayî yên li Kendavê, Turkîya, Urdin û welatên Ewropayê xwe dûrî kompanîyên li jêr navê Îranê dixin ên ji alîyê Amerîkayê ve hatine sizakirin.

Debyanî anî ziman ku "ev yek wê bibe dersek ji her kesê bixwaze bi Pasdaran re bide û bistîne, ne tenê li Yemenê lê belê li welatên din jî."

Ji çaxê damezirandina wê, tevgera Hûsî ji alîyê pisporên Pasdaran tê rahînankirin û arastekirin, û îroj ew hewl dide xwe weke desthilata dewletê nîşan bide, weke Hizbelah li Lubnanê, birêveberê Navenda Eb'ad a Lêkolînên Startejîk Ebdul Selam Mihemed wiha ji Al-Mashareq re got.

Wî got ku herwiha ew hewl dide bi temamî dest deyne ser biryara sîyasî li Yemenê.

Mihemed anî ziman ku "ligel avakirina rêxistineke serbazî paralîl, Îran sîstemeke aborî û darayî ji Hûsîyan re ava kir, di rêya avakirina gelek kompanîyan sexte".

"Sizayên Amerîkî hewl dide rê li pêş van enîyan bigirin û gelek çavkanîyên darayî yên Hûsîyan qut bikin," wî got, û da zanîn jî ku pir giring e siza dewam bikin da xebatên Pasdaran li Yemenê lawaz bibin.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500