Nûçeyên Iraqê
Analîz

Nezelalîya rewşa serokê nû yê DAIŞê berdewam e

AFP

Ev dîmenê ku ji jor ve roja 1ê Mijdarê hatiye kişandin cihê ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî lê hatiye kuştin nîşan dide, cihê li nêzî gundê Barîşayê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Ev dîmenê ku ji jor ve roja 1ê Mijdarê hatiye kişandin cihê ku serokê DAIŞê Ebû Bekir Bexdadî lê hatiye kuştin nîşan dide, cihê li nêzî gundê Barîşayê li bakurê-rojavayê Sûrîyayê. [Omer Hac Qedûr/AFP]

Bi tenê çend rojan piştî kuştina serokê "Dewleta Îslamî" (DAIŞ) Ebû Bekir Bexdadî di êrîşeke hêzên taybet ên Amerîkî de di meha Cotmehê de, rêxistinê navê kesê ku weke serokê rêxistinê şûna wî girt ragihand.

Lê hîn nasnameya rastî ya Ebû Brahîm Haşimî el-Qureşî nayê naskirin, li gorî vê yekê stratîjîya rêxistinê didome.

"Em tu agahîyên berfireh li dor wî nizanin ji bilî ku ew dadwerê serekî yê DAIŞê û ew serokatîya komîteya 'şerîetê' dike," şarezayê warê DAIŞê Hîşam Haşimî got.

Lê guman li dora rastîya hebûna vî kesî heye.

Hinek dibînin ku rêxistinê ji ber rewşa xwe ya heyî xwest nîşan bide ku her tişt li jêr kontrola wê ye, û lewra wê ew bi nav kir bo nîşan bide ku ew hevgirtî ye.

"Rêxistin bi hovîtîya ku Bexdadî pê hat kuştin matmayî bû," Jîn Pîyêr Fîlyû, pisporê karûbarên cîhana Erebî li Zanîngeha Zanistan a Parîsê got.

"Ji wê demê ew qala şûngirekî dike ku em nizanin gelo ew bi rastî heye yan bi tenê xapandineke, û proseya destnîşankirina xelîfekî rasteqîn li Sûrîya û Îraqê bi rê ve diçe," wî got.

Arastekirina stratîjî

"Di vê cîhanê de, kes nikare serokê xwe nepenî bihêle, ne aniha û ne berê tu rêxistineke terorîst nikariye bunyada serkirdatîya xwe nepenî bihêle," Seth Jones Ji Navenda Lêkolînên Navdewletî û Stratîjî li Waşintonê wiha şirove kir.

Ew hebe yan nebe, şûngir tu belgeh li ser hebûna serkirdatîyeke xuyayî nîşan nedaye.

Di dema Bexdadî de, yê ku wî jî xwe dûrî ragihandinê dikir, DAIŞê rêxistineke di tîpê dewletekê de ava kir -- ku pirtûkên dibistanê berhem kirin û diravên xwe yên taybet saz kirin.

Ji dema ku rêxistina tundrew ji Baxozê, terîşa dawî ji xaka li jêr kontrola wê li Sûrîyayê, di Adarê de hat derxistin, ew bi awayekî serekî taktîkên gerîlatî bi kar tîne.

Xebîr dibêjin eger Qureşî bixwaze ku xwe ji milmilanîya hundirîn a di serkirdatîyê de bi dûr bigire, dê neçar bibe xwe ji pişt perdê der bîne.

"Dê tengejîyek hebe di encama hewcedarîya wî ku xwe isbat bike û çalak be û daxwaza wî ya misogerîya ewlehîyê," Danyêl Beyman, lêkolîner di Zanîngeha Georgetown li Waşinton got.

Dibe ku ev yek jî xwedan baceke mezin be, ku dê valahîyekê peyda bike ku dê di encamê de komên tundrew ên din bikevin pêşbazîya li ser serdestîyê de.

"Me dît ku rexneyên cidî hatine pêş [ji tundrewan], yên dibêjin ku tu nikarî xelîfe bî eger tu ne xwedan Xîlafet bî," Beyman got. "Ev kes dê demeke dijwar jîyan bike dema ew serkirdatîya xwe damezrîne."

Li gorî Filyû, êrîşên dijwar ên ji hêla şopdarên DAIŞê ve li Sînaya Misrê û herêma Seharaya Mezin tên pêkanîn alîkarîyê bi serkirdatîya navendî dike ku xwe dîsan bi rêxistin bike.

"Xaleke werçerxansaz"

Robin Simkosk, lêkolîner di Dezgeha Kelepora Amerîkî de, dibêje ku hêvîyên rêxistina DAIŞ a lawaz ku dîsan careke din xakê bixe jêr kontrola xwe di pêşeroja nêzîk de kêm in, ev jî tê wateya ku dê çekdarên wê belav bibin û berê xwe bidin taktîkên "têkder".

"Ji alîyekî ve ev dê ji rêxistinê re pir zehmet bike ku hinek rêya bi kar bîne û ji alîyekî din ve dê zehmet be jê re ku kesan bi heman hejmarên berê vekişîne nava rêzên xwe, ji ber ku 'xîlafetek' tune ye ku kesên biyanî berê xwe bidin wir," wî got.

"Herwiha zehmet e ku pereyan bi dest bîne, mîna çawa DAIŞ berî aniha dahatên mezin bi dest dixistin bi rêya ferzkirina bacan û standina pereyan bi zorê ji kesên ku li jêr kontrola wê li 'xîlafetê' dijîn," wî got.

Li gorî Beyman, ev "xaleke werçerxansaz e ji rêxistinê re".

"Lê bêyî zanîna agahîyên berfireh li dor serokê rêxistinê, pir zehmet e mirov bizane ew dê çawa çalakîya xwe biguherin," wî got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500