Nûçeyên Iraqê
Mafên Mirov

YE: Divê rejîma Sûrî "zêdekirina tundûtûjîyê" rawestîne

AFP

Sivîlin li ziyanan dinêrin piştî bombebarankrina rejîma Sûrî ji kampeke demkî re li gundê Qahê yê Idlibê di 21ê Mijdarê de. [Arif Weted/AFP]

Sivîlin li ziyanan dinêrin piştî bombebarankrina rejîma Sûrî ji kampeke demkî re li gundê Qahê yê Idlibê di 21ê Mijdarê de. [Arif Weted/AFP]

YE Yekşemê (29ê Kanûnê) bang li rejîma Sûrî û alîgirên wê kir ku êrîşên xwe yên serbazî yên "bêserûber" li ser sivîlên li bakur-rojavayê welat rawestînin, ku bordumanên Sûrî û Rûsî yê giran hiştine bi dehên hezaran kes bê war bibin.

Sivîl ji deverên şer yên li parêzgeha Idlibê di heftîyên dawîn de revîyan ji ber êrîşên giran ên li ser qiraxa başûrî ya asêgeha di destê opozîsyonê de.

"Bilindkirina asta tundîyê li bakur-rojavayê Sûrîyayê ji alîyê rejîmê û alîgirên wê ve divê raweste," YE di daxuyanîyekê de ku berdevkê wezareta derve ya Ewropî Josep Borrell belav kiriye.

Daxuyanîyê dîyar kir ku êrîşên asmanî û bomebaran hiştin "hejmareke mezin a sivîlan were kuştin."

Daxuyanîyê got "hemû alî bi parastina sivîlan pêbend in. Divê rejîm û alîgirên wê êrîşên xwe yên serbazî yên bêserûber rawestînin, sivîlan biparêzin û rêzê ji qanûna mirovan a navdewletî re bigirin."

Tundî ji nîvê Kanûna Yekem de giran bûye tevî agirbesta ku di Tebaxê de hatiye wajûkirin û bangên navdewletî bo rawestandina şer.

Bêhtirî 235,000 kesî di navbera 12 û 25ê Kanûna Yekem de ji deverê revîyane, ku piranîya wan ji bajarokê Maeret Numan in , li gorî Ofîsa NY a Hevahengîkirina Karûbarên Mirovî (OCHA).

Bang bo "gihandina alîkarîyên mirovî bêyî zehmetî"

YE bang bo gihandina alîkarîyên mirovî yên lezgîn bo sivîlan kir, ku tê payîn sê milyon sivîl li parêzgeha Idlibê dijîn.

YE mukur hat ku "komên terorîst" li herêmê kar dikirin, lê teqez kir ku rûbirûkirina van toran "nahêle qanûna mirovî ya navdewletî qels bibe yan jî sivîl bibin armanc."

Herêma Idlibê ji alîyê hevbendîya tundrew a Tehrîr el-Şam ve tê birêvebirin.

Niştecihên parêzgehê bi awayekî sereke li ser alîkarîyên ku di sînor re tên dijîn, alîkarîyên ku di Kanûna Yekem de rastî gefan hatin piştî ku Rûsîya û Çînê biryara Encumena Ewlekarîyê ya NY ya sebaret bi dirêjkirina heyama gihandina alîkarîyan bo saleke din vîto kir.

Vê gavê tirs ji egera ku êdî nema alîkarîyên NY derbasî Idlibê bibin ji Kanûna Duyem ve peyda kirin, eger lihevkirineke berdêl neyê holê.

Rejîma Sûrî, ku aniha 70% ji Sûrîyayê kontrol dike, her û her soza vegerandina tevahîya herêmê dike.

Rejîmê, bi piştevanîya Rûsîyayê, êrîşeke dijwar li ser Idlibê di Nînsanê dedest pê kir, di encamê de nêzî 1,000 sivîlî hatiye kuştin û bêhtir ji 400,000 kesî bêwar bûne.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500