Nûçeyên Iraqê
Aborî

Îraqî berhemên Îranî boykot dikin û yên xwe didin pêş

Faris Omran

Kesine Îraqî li Bab Dirwazayê, bazareke kevin e li taxa Kazimîyayê li Bexdayê, pêdivîyên xwe dikirin di 29ê Kanûna Yekem de. [Diyaruna]

Kesine Îraqî li Bab Dirwazayê, bazareke kevin e li taxa Kazimîyayê li Bexdayê, pêdivîyên xwe dikirin di 29ê Kanûna Yekem de. [Diyaruna]

Hêrsa ji ber hejmûna Îranê û daxwazên cemawerî bo çaksazîyê li Îraqê xwenîşander han dan ku dest bi kampanyayekê bikin bo boykotkirina kel û pelên Îranî û piştgirîkirina berhemên niştimanî.

Pêşwazîya Îraqî bo kel û pelên ku xwecihî hatine çêkirin zêde dibe weke bersiv ji bo kampanyayên ku di çend heftîyê borî de li ser medyaya civakî hatine destpêkirin.

Kampanya xelkê han didin ku kel û pelên xwecihî hatine çêkirin bikirin û ew aramnc dikin ku pîşesazîya niştimanî vejînin û pêş bixin.

Kampanyaya herî navdar ew e ya slogana "bihêlin genî bibin" bi kar tîne û tê dîtin ku xwenîşander hemû tiştên Îranî boykot dikin -- ji fêkî heta şerbetên şekirî.

Berhemên Îraqî li Meydana Tehrîrê li nîvê Bexdayê tê nîşandan da ku kiryaran han bidin ku kel û pelên navxweyî bikirin, wêneyeke ku di 13 Kanûna Yekem de li ser înternetê hat belavkirin. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya "Piştgirîya Berhemên Îraqî bikin" hatiye belavkirin]

Berhemên Îraqî li Meydana Tehrîrê li nîvê Bexdayê tê nîşandan da ku kiryaran han bidin ku kel û pelên navxweyî bikirin, wêneyeke ku di 13 Kanûna Yekem de li ser înternetê hat belavkirin. [Wêne li ser rûpela Facebookê ya "Piştgirîya Berhemên Îraqî bikin" hatiye belavkirin]

Ebû Ehmed, niştecîyekî Bexdayê ku xwest navê wî yê rast neyê eşkerekirin, got "ku ew piştgirîya boykotkirina kel û pelên Îranî dike".

Kirîna van berheman tê wateya "dabînkirina piştgrîya aborî ji rejîma Îranî re, û ev yek dihêle ku ew destêwerdanê di kar û barên me de bike", wî ji Diyaruna re ragihand.

"Divê welatê me kezeba wê rejîmê, ya ew bi kar tîne da ku henase bike û sax bimîne da ku bimîne bikaribe bandora xwe ya neyînî berdewam bike bi rêya bikaranîna qezencên ew bidest dixe li ser hesabê aborîya me," wî anî ziman.

''Karê Îraqê ye''

Herwiha nitecîyine din li dijî vekirina bazarên Îraqî li pêşîya kel û pelên hawidekirî bêyî hebûna rênmayên tund bo parastina pîşesazîya niştimanî derketin.

"Hema em hertiştî, yan ji Îranê yan ji welatine din hawirde dikin, û piranîya tiştên em hawirde dikin li Îraqê berdest in bi heman buha û kwalîteyeke bilind," niştecîya Bexdayê Zehraa Muhsin ji Diyaruna re got.

Wêne û tomarkirinên vîdyo yên ku berhem û pîşesazîyên niştimanî han didin bi awayekî berfireh li ser medyaya cîvakî tên biparvekirin.

Di heman demê, bazarên li ser bestekan li meydanên xwenîşandanê helwestên wan ew in ku kel û pelên "Karê Îraqê ye" ji kiryaran re pêşkêş bikin.

Niştecî Faris Ednan got ew hêvî dike ku ew "Karê Îraqê ye" li ser hemû tiştên ew dikire bibîne.

Aborî nikare hêzdar be bêyî pîşesazîyeke pêşketî û cihêreng, wî ji Diyaruan re eşkere kir.

Falih Zubêdî, yê ku Aborîyê li Fakulteya Kargêrîyê li Zanîngeha Mustensirîyayê dixwîne, got ku pîşesazîya ne ji neftê giha 16% ji qezencên dewletê yên salane berî 20 salan.

Ev rêje "meqbûl e eger em bidine ber halê me yê îro, ku em bi temamî xwe dispêrine qezencên neftê û hinardeyên me yên din kêm in", wî got.

Wî got ku Îraq xwedî samanên xwezayî û mirovî yên nepoiloskirî ye, yên hêmanên sereke bo avakirin bingeheke pîşesazî ya pêşketî. "Tevî wê yekê, divê em dest pê bikin gendelî û bîrokrasîyê bi vîne xurt çareser bikin."

Sektorê pîşesazî roleke sereke dilîze di "çareserkirina pirsgirêka betalîyê di ciwanan de", wî got, ya ku gihaye 21%, li gorî raportên fermî.

Ev yek ligel "parastina yedekên pereyên biyanî û vejîyandina sektorên din".

Vejîyandina sektorê pîşesazî

Hawirdeyê Îraqê zêde dibin, heşt milyar dolar ji Îranê tenê tên di nêvî yekem ji salê, û dibe ku bigihe 12 milyar dolar heta dawîya salê, abornas Salih Hemaş got.

Wî got ku kampanyayên bo piştgirîya pîşesazîya niştimanî zibûnên Îraqî han dan ku kel û pelên hawirde boykoy bikin, bi taybet yên ku ji Îran û Turkîyayê tên.

Wî got ku kel û pelên Îranî û Turkî di depoyan de bi kom dibin, li gorî hawirdekarên ku teqez kirin ku ew zehmetîyê dibînin ku wan bifiroşin.

Wî got ku tevî ku bandora van kampanyayan dîyar bû, lê ew hîn " sînordar" dimînin, ji ber berhemên niştimanî xwestekên welatîyan pêk nayînin, bi taybet ew tiştên ne yên xwarinê.

Hemeş teqez kir ku pêwîst e ku dora 60,000 kargeh û workşopên girtî li Îraqê werine şiyankirin.

Wî got ku "73 kargehên Wezareta Pîşesazîyê hene ku 6,000 fabrîqe di wan de hene".

Wî anî ziman ku duwazdeh ji wan ne berjewendkar in, li gorî raporteke fermî ku par hate weşandin.

Wî got ku "ti kargehên nû vê dawîyê nehatine vekirin, lê ji ber xwenîşandanan, xebat berdewam in bo kargehên girtî careke din werin vekirin".

"Eger hemû projeyên pîşesazî vegerin xizmetê, dê tu hewcedarî nebe ku em tu tiştî hawirde bikin," Hemaş got.

Tu vê mijarê diecibînî?

0 KOMÊNT
Rêbazên Komentan * MALIKÊN PÊWIST HÎMA BIKE 1500 / 1500